“Mal û zarok li pêşiya karê min nabe asteng”

Jina bi navê Turan Ûmêd ku ji zanîngeha Helepçd beşê hunerê ciwan temam kiriye, bejdarî gelek kursên dizaynkirina cil û duruna cilan bûye û bi xwe li helepçe firoşgehek bi navê Vana Mode vekiriye û bi rêve dibe.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe- Dizaynera cil û bergên jinan Turan Ûmêd ku li kêleka rêveberina firoşgehê bi mal û zarokan ve jî eleqeder dibe û bi xwe gelek ji karê dizaynkirina cilan hez dike û ji bo xwe firoşgehek vekiriye û bi rêve dibe û niha jî bi destê xwe destek cil ji bo nişandana dizaynên Îraqê û Infinitink de etekê herî mezin wê li bajarê Bexda wê were nîşandan amade dike di derbarê karê xwe de wiha dibêje: "Min bi xwe beşa şano ya hunerê ciwanan di sala 2017’an temam kiriye, ji roja ku min zanîngeh temam kirî heta niha ez bi dizaykirina cil û bergên jinan ve mijulim. Ji ber ez gelek ji karê xwe hez dikim min bi xwe hewil da ku ez fêrî dizaynkirina cilan bibim û ez bejdarî gelek kursan bûn û her wiha min lêkolin di torên civakî de jî dikir heta ku ez giham wê astê ku ji bo xwe firoşgehekê vekim û di sala 2018’an de ez bejdarî nîşandana cilû bergan di heftiya Kurdistanê de bûm û min pileyek gelek baş bi dest xist.”
“Nêrînên xelkê wisan kir ku ez karê xwe dom bikim”
Turana kedkar wiha behsa domandina karê xwe kir û got: “Piştî bejdarbûna min ya nîşandana heftiya Kurdistanê  gelekan piştgiriya min kirin û gelek kes hatin gel min wan wisan kirin ku ez hîn zêdetir kar bikim û niha jî min firoşgehek taybet vekir. Civak gelek dixwazin ez cilan bi dizaynên cuda ji bo wan amade bikim.” 
“Amadekirina cilan demek jêre pêwîste”
Turana ku xwedî malbat û zaroke li kêlek vê jî hem bi malbata û zarokên xwe re eleqeder dibe hem jî karê xwe dike wiha behsa dizaynên cilên ku ew çêdike dike: “Herî zêde ez dizayna cil û bergên dawet û yên derketina ji derve çêdikim. Her wiha em cilên di hindirê malde û ji derveyî malê jî didirûn. Dema ku ez dizayna cilan çêdikim li gorî ew kesê ku tê gel min li gora temen û awayêkê ku lê were dizayn dikim. Hinek jin dizaynên cilan bi xwe tinîn gel min dibêjin cilên wisa ji bo me amade bikin. Hinek ji wa jî daxwaza dizaynên cûda ji min dikin da ku jêre çêbikim. Ji bo dizaynkirina destek cil ez sê rojan pêve mijul dibim û çend rojan jî heta ku ji wa re didirûm. Di nava heftiyekê de ez destek cil amade dikim."