Li Xorasana Bakur keda jinên kedkarên çandiniyê tê xwarin

Jinên karker ên çandiniyê yên li Xorasana Bakur dibêjin ku ewlehiya wan a civakî nîne, keda wan tê xwarin, nikarin mafên xwe bi dest bixin û lê li dijî qeyrana aborî neçar in ji bo gepik nan bixebitin.

SUVEYDE HORASAN

Xorasan- li Îranê jin di çandiniyê de rolek girîng dilîzin, lê ji ber nezanî, bê perwerdebûn, nebûna mafên civakî û garantiyên qanûnî, rastî şert û mercên kar û newekheviyên qanûnî tên. Li gorî amarên fermî yên Îranê, li parêzgeha Xorasana Bakur 82 hezar kargehên çandiniyê hene û nîvê karmendên van jin in. Herwiha li parêzgeha Xorasanê gelek fabrîqeyên şekir hene û ji sedî 90 çandiniya şêkir ji aliyê cotkarên jin ve tê berhemanîn. Li qadên çandiniyê yên ku şekir lê tê çandin, me bi karkerên jin re hevpeyvîn kir.

Hewl dide di nava şert û mercên zehmet de bijî

Karkera jin Meryem Rabbanî ya 47 salî wiha got: "Ev 20 sal in ku hevjînê min ez û zarokên min berdaye, ev çend sal in ez bi çandiniyê re mijûl dibim û zarokên xwe bi tena serê xwe mezin dikim. Li zeviyên ku bi pincar tê çandin ez pîvaz, kartol û becanê sor diçînim û meaşê min rojane 200 hezar tumen e. Zivistanê û mehên ku çandinî tune ye li mal kar dikim. Ya din jî ez bi meaşa pir kêm bi meyzekirina extiyaran debara xwe dikim. Sîgortaya min a tenduristiyê tune ye û em nikarin mafên xwe bi dest bixin. Pirsgirêkên min ên tenduristiyê yên weke nexweşiya dil, fitiqa piştê û astimê hene. Tevî pirsgirêkên tenduristiyê jî ez karê xwe didomînim."

Divê bêyî destûr bixebitin

Karkera cotkarê, Zahra Mihemedpûr, di bin tava germ û germa nîvro ya bê tehemûl de pincara şekir diçîne. Zahra Mihemedpûr a 50 salî behsa xwe û karê xwe dike û dibêje ku ew 18 sal in bi çandiniyê re mijûl dibe ûwiha qal dike:”  hevjînê min karker e û nikare debara hemû malbatê bike. Nexweşiyên ku ji ber xebata dijwar li qadên çandiniyê derdikevin, zorê dikişîn im. Hevjîna  min sîgortaya tenduristiyê heye, lê yan min tune. Ji ber nezanîna min û nezanîna mafên civakî, min tu tedbîr ji bo sîgorta xwe negirt. Bi teybetî, ez bê destûr bi tamamî li zeviyê dixebitim.”