Li Reqayê çinîna pembû dest pê kir: Tevî zehmetiyan jî em ji xwe bawer in

Reqaya ku bi zeviyên xwe yên çandiniyê navdar e, gelek jin di nava zeviyên pembû de dixebitin. Jinên karker diyar kirin ku tevî krîza aborî û êrîşên dagirkeriyê ew bi bawer in û dê xebat û hilberînê zêde bikin.

SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM

Reqa- Pembû ji ber girîngiya xwe ya cîhanî yek ji berhemên çandiniyê ye li herêmê. Bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re di çandiniya pembû ku bi navê zêrê spî tê naskirin, her diçe kêm dibe. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çandiniya pembû piştî genim di rêza duyemîn de ye lê yek ji girîngtirîn berhemên çandiniyê tê dîtin.

Jinên ku di nava zeviyên pembû de dixebitin, tevî zehmetiyên ku ji ber krîza aborî ya cîhanê û êrîşên dagirkeriyê derdikevin jî kêfxweş in ku dikarin hilberînê bikin. 

'Jin bi çandinî û xwezayê ve girêdayî ne'

Sewda El-Wadî ya 50 salî ku ji bajarê Dêrezorê koçî Reqayê kiriye got: "Ez pembû kom dikim da ku debara xwe ya aborî bikim. Têkiliya jinan bi çandinî û xwezayê re zêde ye. Jin bi çandinî û xwezayê re ji nêz ve girêdayî ne û di hemû mijarên çandiniyê de ji destpêka çandiniyê heta çinînê dixebitin."

Sewda El-Wadî da zanîn ku pêvajoya komkirina pembû di du qonaxan de pêk tê û got: “Beşa yekem hilberîna zêde û kalîteya pembû ye. Lê belê beşa duyemîn ku bi qasî 25 rojan piştî beşa yekem dest pê dike, ji ya yekem kêmtir bikêrhatî û bi kalîtetir e. Hilberîna pembû îsal li gorî par nebaş bû lê tenê bi vî awayî em dikarin debara jiyana xwe ya rojane bikin."

Dayika 4 zarokan Afaf Feysel a 40 salî bi van gotinan diyar kir ku çawa pembû berhev dikin: "Em danê sibê ji xew radibin. Ji saet 05.00 heta 18.00'an em li zeviyên çandiniyê dixebitin. Em firavînê bi xwe re tînin. Piştî ku em vedigerin em li malê dest bi kar dikin û zarokên xwe xwedî dikin. Tevî hemû zehmetî û hewldanan em dijîn. Jin ji aliyê civakê ve hatine dûrxistin û tu rola wan nîn e." 

'Karê me zehmet e lê em bi xwe bawer in'

Afaf Feysal amaje bi wê yekê kir ku çinîna pembû karekî zehmet û bi ked e û got: “Berî her tiştî em pembû ji kulîlkên wê vediqetînin. Dûre em wê têxin nava beşa kîseke taybetî ya ku em li dora xwe girê didin. Her ku berîkên me tije dibin, em pembû vediguhezînin torbeyan. Karmend kîsên tijekirî ji karkerên xwe digrin. Bêrîkên ku em bi pişta xwe ve girê didin bi qasî 5 kîlo pembû digre. Ev dibe sedem ku em êşa piştê bikşînin. Karê me di berhevkirina berhema pembû de gelek zehmet e lê divê em bi xwe ve girêdayî bin û serxwebûna aborî bi dest bixin."

'Reqa bi çandiniyê navdar e'

Dayika 9 zarokan Melek Abdullah a 40 salî, diyar kir ku ji ber kêmbûna avê ji Dêrezorê hatine Reqayê. Melek Ebdullah got: “Em hatin bajarê Reqayê ji ber ku ew der bi çandiniya xwe navdar e. Wekî karkerên ku di zeviyên çandiniyê de dixebitin, şert û mercên me yên li vir baştir in. Em niha li ser çinîna pembû dixebitin û karê me ne tenê li ser pembû ye, li ser hemû karên çandiniyê ye. Di bin şert û mercên zehmet ên aborî de pêwîst e hemû jin piştgiriya hev bikin da ku karibin xwe bispêrin xwe.”