Li Reqayê îstîhdama jinan zêde dibe

Jinên ku piştî ji DAIŞ’ê rizgarkirina bajarê Reqayê di qada aboriyê de hebûna xwe misoger kirin, bi projeyan îstîhdama jinan di jiyana kar de zêde dikin, dixwazin piştgirî ji projeyên aborî yên li Fabrîqeya Şûşekirina Ava Vexwarinê ya El-Firat bê dayîn.

YUSRA AL-EHMED

Reqa – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ‘Şoreşa Jinê ya Rojava’ re, jinan ji serkeftinên xwe yên di warê siyasî, leşkerî, çand û hunerê de bidestxistin re bi zêdekirina îstihdama jinan a di qada aboriyê de berdewam dikin. Fabrîqeya Şûşekirina Ava Vexwarinê ya El-Furat jî yek ji qadên xebatê ku jin tên îstîhdam kirin e. Jinan li fabrîqeya ku ev 2 salin hatiye avakirin, bi şûşekirima ava vexwarinê debara aborî pêktînin.

'Ez ji bo debara xwe bikim, dixebitim'

Yek ji karkerên fabrîqqayê Wefa Mahmûd, piştî ku 7 sal berê hevjinê wê di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da bi 8 zarokên xwe re dijî. Wefa Mahmûd a ku berpirsyartiyên zarokên xwe bi tena serê xwe pêktinê, wiha got: “Ez ji bo xwe hewceyê kesê nekim, ji bo misogerkirina debara xwe dixebitim. Ji ber vê yekê pêwîstî nabînim ji kesekî alîkarî bixwazim. Ez dixwazim zarokên min jiyanek azad û bi rûmet bijîn. Wefa Mahmûd dest nîşan kir di demên dawî de li herêmê gelek fabrîqayên ku derfetên kar ji jinan re peyda dikin hat avakirin û wiha got: "Bi piştgirî û serkeftina van projeyan re dê avakirina gelek fabrîqan were teşwîqkirin. Bi vî awayî bi taybetî ji bo jinan dê zêdetir derfetên kar bên peydakirin.”

‘Bi kalîteya hilberînê re daxwaz zêde dibin’

Asmaa Muhammed Al-Amara ku yek ji karkerên fabrîqayê jî, ji bo pêkanîna debara malbata xwe bi xwişka xwe re dixebite. Asmaa Muhammed Al-Amara diyar kir neçar in pêdiviyên tenduristiyê û dermanên dayik û bavên xwe misoger bikin. Asmaa Muhammed Al-Amara, da zanîn ew qonaxa dawî ya dagirtina ava vexwarinê bi rê ve dibe û diyar kir piştî ku şûşeyên avê tijî û mor dikin, ji bo ambelkaj kirine ji banda otomatîk a veguhestinê derbas dike. Asmaa Muhammed Al-Amara, wiha got: "Wek encamek kalîteya hilberîne, daxwaz zêde dibin.”

'Jin êdî dikarin der barê jiyana xwe de biryaran bidin'

Asmaa Muhammed Al-Amara, bi bîr xist ku jin dema dagirkeriya bajarê Reqayê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve êşên mezin kişandine û wiha got:

“DAIŞ’ê hikmên ku jinan ji mafên wan bêpar dikin û mehkûmî koletiyê kirin ferz kir. Ji jinan re tenê rola zarokanînê dihat dayîn. Jin ji hemû maf û azadiyan bêpar dihat hişt. Lê jin li ber xwe dan. Bajarê me ji çeteyan hat paqijkirin û me hemû kevneşopî û adetên kevnar ên li ser jinan hatin ferzkirin red kir. Jin êdî dikarin der barê jiyana xwe de biryaran bidin.”

'Ger di jiyana xebatê de jin nebin, xebatek serkeftî jî pêknaye’

Asmaa Muhammed Al-Amara, da zanîn ew ji bo di karê xwe de serkeftî bibin, hewl didin bi hemû hêza xwe kar bikin û wiha got: “Xeletî an jî bêdiqatiyek dikare bibe sedema zirarekî mezin. Ez pir ji karê xwe hez dikim. Ger di jiyana xebatê de jin nebin, dê xebatek serkeftî pêkneyê. Helbet zehmetiyên ku min di warê civakî de jiyan kir hebûn. Min bi îrade û biryarbûnek xurt van zehmetiyan serxist. Divê jin ji bo serketinê têbikoşin. Divê ji bo serkeftinê hewil bide. Ez niha zêdetir bi hêztir im û zêdetir tevlî jiyana civakî bûm.”

'Jin di qada aboriyê de serkeftinan bi dest dixin'

Yek ji wan karkeran Xadice Ahmed Al-Suweîqa jî dest nîşan kir berê jin tenê ji bo xebata zeviyên çandiniyê yan jî di karê malê de kar dihatin sinordarkirin û wiha got: “Lê di roja me ya îro de jinan serketin ku kariye xwe û karê xwe berfireh bikin. Jin êdî di gelek qadên jiyanê de bi avakirinan projeyan di warê aboriyê de serkeftinên girîng bi dest dixin."

'Xeyala min temamkirina perwerdeya min e’

Yek ji karkeran Rawan Abdullah jî yek ji wan jinên ku ji bajarê Maskana yê gundewarê Helebê ji cih û warên xwe bûye. Rawan Abdullah da zanîn ku hem ji bo pêdiviyên xwe û hem jî ji bo malbata wê jiyanek baş jiyîn dixebite û wiha got: "Ez pêdiviyên xûrekê misoger dikim û kirêya male didim.” Rawan Abdullah, da zanîn ji ber şerê li Sûriyeyê bi malbata xwe re cih û warên bûne nekarine malêk bikirin û wiha got: "Xeyala min ew e ku vegerim bajarê xwe û xwendina xwe biqedînim."

'Piraniya jinan di fabrîqayê de debara xwe misoger dikin’

Esma Abdel a ku beriya 6 salan li bajarê Dêrezorê ji cih û warên xwe bû jî, li fabrîqayê di  karê paketkirinê de dixebite. Esma Abdel a ku 8 zarokên wê heye, wiha axivî:

"Karê min girtina qapaxên bidonên ku bi ava vexwarinê tije bûne ye. Li ser qapaxê navê fabrîqa, hilberandin û dema qedandinê dinivîs e. Ji ber temenê xwe dikarim demek zêde li ser piyan bimînim. Carinan rûniştî jî karê xwe dikim. Piraniya jinên di fabrîqayê de dixebitin, jinên ku debara xwe misoger dikin in. Ji ber vê yekê gelek jin li vir dixebitin û aboriya xwe xurtir dikin.”