Li Pasûrê jinên ku xwedîkirina kozikên hevrîşimê dikin, li benda piştgiriyê ne

Sevda Eren a ku li Pasûrê bi xwedîkirina kurmê hevrîşimê kozikên hevrîşmê çêdike û bi firotina wan debara xwe dike destnîşan kir ku ji bo keda wan bêtir xuya bike li benda piştgiriyê ne.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Hilberînerên ji Pasûra Amedê ku ji sedî 60 hilberîna kozikê ya Tirkiyeyê tê bidestxistin, bi hatina biharê re dest bi xwedîkirina maşotên hevrîşimê kirin. Li navçeya ku sala berê ji ber xwarinê piraniya maşotan mirin, ev sal hilberîner ji bo rastî heman pirsgirêk û mexdûriyetê neyên li benda piştgiriyê ne. Maşotên ku niha di xewa xwe ya çaremîn de ne, deh roj piştî xewa xwe wê bi xwarina darên tûyan ku pê xwedî bibin, piştî ku gihîştin rewşa kozikê dê werin firotin.

Gav bi gav tê bidestxistin

Hevrîşma ku li navçeyê tê hilberandin ji sedî 10 hewcedariya Tirkiyeyê pêk tîne, ev kozik jî ji bo gelê navçeyê dibe deriyê debarê. Herî zêde jin xwedîkirina kurmê hevrîşimê ku li navçeyê wekî pîşeyekî girîng tê dîtin, dikin; her wiha xwarin û parastina maşotên ku gav bi gav vediguherin kozikan, kedeke mezin dixwaze. Kurmê hevrîşimê, pêşî li derveyê kozikê û paşê jî li dora laşê xwe dixemilîne, nayê dîtin. Ger ku kurmê hevrîşimê bi tenê bimîne, di nav du-sê hefteyan de dibe bilbil û ji kozika ku çikandiye derdikeve. Ji ber vê yekê kozik bêyî ku kozikê bişkênin davêjin nav ava germ an jî kelmêş ji ber hilma ava germ tê kuştin. Bi vî rengî, kozikên hevrîşim tên bidestxistin. Têlên hevrîşimê bi awayê têl ji van kozikan tên derxistin û hevrîşma xav tê hilberandin.

Dê kozik piştî deh rojan bên komkirin

Kozikên ku gav bi gav tên bidestxistin, pêvajoya wan mehek didome. Hilberînerên kozikan ên li navçeyê dijîn destpêka meha Hezîranê kozikan kom dikin û dest bi firotinê dikin. Sevda Eren a 18 sal e bi xwedîkirine kurmên hevrîşimê debara xwe dike û vê karê bi tena xwe dike, anî ser ziman ku kurmên destpêkê ji wan re tên pir biçûk in û bi xwedîkirinê wan mezin dikin. Sevda Eren destnîşan kir ku ew bi pelên cilo û yên dara tûyê ji çiyayan kom dikin kurmên hevrişîmê xwedî dikin û wiha got: “Ev pîşe li navçeyê ji hêla her kesê ve tê kirin. Gelek kes bi vê riyê debara xwe dikin.”

 “Weke berê em nikarin yekser pereyê xwe bigrin”

Sevda Eren destnîşan kir ku piştî roja dehemîn a xewa çaremîn a kurman ew dest bi kar dikin wiha got: “Piştî xewa wan a dawiyê, hemû tiştên pêwist dikin, wan vediguherînin kozikan û kom dikin. Piştî komkirinê jî wan dibin û difroşin. Em difroşin lê demên berê dema ku me ev kozik didan kesên ji gundan dihatin kozikên me difrotin û pereyê me didan. Niha hema piştî ku kozikên me difroşin pere nadin. Pereyê kozikên me yên em di meha Hezîranê de didin, encax destpêka Çileyê didin me.”

“Dewlet bi tu awayê piştgiriyê nade me”

Sevda Eren destnîşan kir ku ruxmê hemû zor û zehmetiyan ew beramberî keda xwe nagirin û wiha got: “Heya ku em van kozikan çêdikin rastî zemhetiyên mezin tên lê bi tu awayê em beramberê keda xwe nagrin. Însan ji bo kozikan cih nadin me. Di dîtina xwarinên maşotan de em zehmetiyan dijîn. Em vî karê dikin lê dewlet bi tu awayê piştgiriyê nade me. Sala derbasbûyî ji ber ku piştgirî nedan me hemû maşotên me mirin. Hemû keda me tune bû. Dewlet û wezaret divê di vê mijarê de piştgiriyê bidin me. Em ewqas ked didin, ji çiyayan çilo kom dikin, bi şev radibin û maşotan xwedî dikin lê tu tiştekî nakeve destên me. Divê xwedîderketina li keda me û vê pîşeyê çêbibe.”