Li Misrê cihêkarî û tundî jinan ji jiyana kar dûr dixe

Li Misirê jinan di jiyana kar de bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin. Pispora Zayenda Civakî Aya Mahmud Omer diyar kir ji bo têkoşîna li dijî cihêkarî, tundî û tacîza li cihê kar divê tedbîrên xurt bên girtin.

ASMAA FATHI

Qahîre – Jinên Misrê yên ku diyar kirin jin di jiyana kar de bi tundiyê re rû bi rû dimînin û dan zanîn ku ev rewş bêewlehiyê diafirîne û di gelek qadan de tê wateya binpêkirin e.

Nada Omer a di jiyana xwe de ye ku diyar kir binpêkirinan zirarên aborî û derûnî dide jinan, tiştên jiyan kir ji ajansa me re vegot. Nada Omar a 40 salî ku navê xwe ya rast eşkere nekir, diyar kir jinan di saziyên ku lê dixebitin de rastî gelek cudakariyan tên û wiha got:

“Ez gelek westiyam ku hawirdorek kar a biewle ya bê tundî û cudakarî bigerim. Dema ez 20 salî bûm, xeyalên min ên derfetên wekhev, mûçeyên wekhev û her du zayend jî di pozîsyonên biryardanê de bin hebû. Lê min di pratîkê de dît ku jin ji van hemûyan bêpar tê hiştin. Ji ber ku feraseta baviksalar di jiyana kar de jinan kontrol dike. Ez dixwazim Peymana Rakirina Tundî û Tacîzê ya Li Jiyana Kar a bi hejmara 190'an a ILO'yê bê pêkanîn û cudakariya jinan a di jiyana kar de dijîn, bi dawî bibe."

Tenê ji ber ku jin e, ji derfetan bêpar tê hiştin

Nada Omar a ku dikare sê zimanan bi herîkbar biaxive û di qada xwe de xwediyê gelek sertîfîkayên teknîkî yên pêşkeftî ye, wiha axivî: “Berê min dikaribû red bikim, rîskan bigirim û dema ku min xwe di rewşekî dijwar de hiş dikir, dev ji kar berdida. Her ku temena min mezin bû, mayîna cihê kar jî tê de min hewil da hin tavîzan qebûl bikim. Hevpişêya min a ku bi min re di heman asta kar de dixebite ji min zêdetir mûçe distîne. Ji bo na wî zêdetir derfeta rêwîtî kirin û pêşxistina jêhatîbûnên xwe tê dayîn, halbûkî ji ber ku ez jin im, ji van hemûyan bêpar im."

'Hebûna peymanên navneteweyî hêvî dide min'

Nada Omer pirsgirêkên ku di dema ducaniya xwe de jiyan kir jî parve kir û wiha got: "Ez di dema ducaniyê de çûm betlaneya zarok anînê. Di dema betlaneyê de karê min dan mêrekî. Piştî ku ez vegeriyam, min dît  îşekî ku ez bikim tuneye û neçar mam ji nû ve dest bi her tiştî bikim. Min di zaroka xwe ya duyemîn de jî heman pirsgirêk jiyan kir û êdî min tiştek hatin jiyîn normal dît û îtîraz nekir. Piştî ez vegeriyam, ez di karekî îdarî de hatim bicihkirin. Ez fêrbûn ku cihêkarî, netakdîrkirin û windakirina hêrsên xwe li ber çavên xwe bibînim. Lê hebûna peymanên navneteweyî hêvî dide min. Ez bawer dikim ku dê rojek zayendiya civakî û edalet pêk were.”

Jinan bang kirin

Derûnînas Soha Abdel Nasser diyar kir ji bo rakirina tacîz û cudakariya li cihê kar Peymana ILO'yê ya bi hejmara 190'an ji bo jin di qadekî bi ewleya ya pişeyî de hebûna xwe misoger bikin gelek maf û azadiyan misoger dike. Soha Abdel Nasser bal kişand ser girîngiya beşdarbûna jinan di sendîkayên pîşeyî û kedkaran de û xwest cûrên cûdayên tundiya li ser jinan bê rakirin. Soha Abdel Nasser da zanîn jin li hemû cîhanê rastî binpêkirinan tên û destnîşan kir hîn jî yên ku bawer dikin jin nikarin pêşengiyê bikin an jî di cihên biryardanê de cih bigirin hene û vê mijarê ji biryargirtina mêran re dihêlin hene.

‘Li gorî berê tundî kêm bûye'

Soha Abdel Nasser da zanîn tacîz hîn jî mafên jinan binpê dike û nahêle ku gelek ji wan xwe di nava ewlehiyê de hîs bikin û diyar kir ji bilî belavbûna diyardeya cudakariya zayendî ya di mûçeyan de, bi kêmkirina asta berhem avakirinê ziyanên aborî û derûnî dide jinan. Soha Abdel Nasser da zanîn tundî heta niha jî di hawirdorên cuda yên kar de heye û wiha got: “Lê belê di demên dawî de xebatên hişmediye zêde bûn. Jinên ku rastî êrişa zayendî tên, tên piştgirî kirin û der barê mijarê de gelek kampanya tên meşandin. Em dikarin bibêjin xebatên hişmedî kirine yên tên meşandin, li gorî demên berê tundiya li ser jinan kêm kiriye.”

'Em cîhanek bi ewle ya kar dixwazin'

Soha Abdel Nasser a bandora Peymana Rakirina Tundî û Tacîzê ya Li Jiyana Kar a bi hejmara 190'an a li ser welatan vegot, wiha axivî: "Însiyatîf û saziyên femînîst ên ku li Misrê bi bandor in, ji bo bicihanîna peymanê hewildanên mezin didin. Lebelê li pêşiya xebatkarên ciwan hin astengî wek fon heye. Ji aliyê din vaxaftinên neyînî û gelek pirsgirêkên din jî dibe sedem ku jin baweriya xwe bi xwe winda bikin. Em cîhanekî kar a biewle, ji cudakatî û tundiyê dur, rêz li mafan digre û erkên wekhev dixwazin.”

'Divê saetên xebatê yên esnek bên pêkanîn’

Pispora Zayenda Civakî ya ji Walîtiya Aswanê Aya Mahmud Omer jî diyar kir ew ji bo dayikên karker çareseriyan digere û wiha got: “Jinên ku dayik in di jiyana kar de nayên qebûlkirin. Dayik nikarin hawirdorekê bibînin ku zarokên xwe li saziyên ku lê dixebitin bihêlin. Di serî de tundiya aborî divê jin serî tu curen tundiyê netewînin û tawîzan nedin. Li gelek saziyan polîtîkayên zelal ên jinan diparêzin nînin. Ev rewş dibe sedem ku jin dest ji mafê xwe yê gilîkirinê berdin û bêdeng bimînin. Ger peymanên navneteweyî bên pêkanîn, aborî jî di nav de pêşiya her cure tundiyê bê girtin. Divê jin di saziyên kar de polîtîkayên parastinê yên zelal ava bikin û ji bo têkoşîna cudakarî, tundî û tacîza li cihê kar tedbîrên bihêz bigrin. Divê ji bo dayikên karker jî saetên xebatê yên esnek bê pêkanîn.”