Li Lubnanê krîza aborî bandorek nebaş li ser jinan dike

Krîza aborî ya ku li gelek welatên cîhanê zêde dibe li Lubnanê jî bandora neyînî li ser jiyanê dike. Bi taybetî jinên ku debara malbatê bi tena serê xwe dikin, ji ber bihabûn û mûçêya kêm zehmetiyên ku dikşînin anîn ziman.

UZAN EBU SAÎD

Beyrûd – Krîza aborî ya ku zêde dibe, bi xwe re xizanî û birçûbûnê tîne. Krîzê bandora xwe li Lubnanê jî kir enflasyonê ji sedî 200 derbas kir. Di sektora xizmeta derman û tendirustiyê, xwarin, vexwarin, cil, pêlav, kel û pelên malê de bihabûn hêza krînê zêhmet dike. Krîza aborî ji ber newekheviya zayendî ji bo jinan zêdetir bêkarî, tundî û xizaniyê bi xwe re tîne.

‘Ji bo li nexweşxaneyê bixebitim min dest bi perwerdeya hemşîretiyê kir’

Lillian Şahwan a 42 salî diyar kir ku ji ber keça xwe nikare bibe nexweşxaneyê, biryar daye li nexweşxaneyê bixebite da ku dema keça wê nexweş bikeve bikaribe wê derman bike û destnîşan kir ku  ji bo bibe hemşîre perwerdeyan dibîne û wiha gotinên xwe berdevam kir: “Ez hîn bûm mirov çawa bala xwe dide nexweş û xwarina wî-wê, çawa nîşaneyên girîng ên wekî germahî, zext, hêza dil, rêjeya oksîjenê. Her wiha hîn bûm çawa destwerdanê bikim. Ez ferî mijarên alîkariya destpêkê, derman û enjeksiyonê bûm. Min berê kar kiriye bes tecrubeyên min ên hemşîretiyê tunebûn piştî ku ez fêr bûm min serlêdana nexweşxaneyê kir.”

‘Hevjînê min nehişt ez kar bikim tundiyê li min kir’

Lillian Şahwan got ku hevjînê wê nehiştiye ew li nexweşxaneyê kar bike û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ji ber vê sedemê min tundiya fizîkî dît ew pir xerab nêzî min bû. Tirsiya ku ez ji aliyê aborî ve serbixwe bim.” Lillian Şahwan diyar kir ku ji ber tundiyê hevjînê xwe berdaye û welayeta keça xwe ya wê deme 4 salî bû girtiye niha jî li nexweşxaneyê wek hemşire kar dike û got: “Piştî min dev ji hevjînê xwe berda ez bi keça xwe re çûm gel dayika xwe. Ez neçar mam ku ji bo pêdiviyên mala ku 5 kes tê de dijîn dabîn bikim saetên dirêj kar bikim. Di hefteyê de nêzî çar rojan min kar kir. Şûna saetên siharê min serlêdana saetên şev kir. Ji ber ku dayika min bi temen mezin e û min bi xwişka xwe re bi navber li keça xwe mêze dikir.

‘Ji dermanxaneyan nikarim derman bikirim’

Lillian Şahwan amaje bi vê yekê kir ku ji ber krîza aborî bihabûn her diçe zêde dibe û wiha pê de çû: “Çongê dayika min diêşin û pêdiviya wê bi dermanan heye. Ji ber ku rewşa aboriya me nebaş e li şûna ku ez biçim dermanxaneyan dermanan bikirim ez serî li bankeya tendirustiyê didim. Lê bankeya tendirustiyê jî heya ku nexweş neyê muayenekirin û teşxîs lê neyê kirin derman nadin. Ji ber ku dayika min nikare bimeşe û li ser lingên xwe nikare bisekine karê min zehmet dike û ez neçar dibim ku li dermanxaneyan dermanên pir biha bikirim.”

Hewl dide debara malbata xwe bike

Lillian Şahwan, diyar kir ku beriya 4 salan li Şaredariya El-Şebek weke polîs kar kiriye û wiha got: Piştî wefata xwişka xwe ji bo debara malbatê di germahiya havînê de di sermaya zivistanê de min li kolanan kar kir. Xwişka min hem dixwend û hem jî ji bo alîkariya madî bike kar dikir pêdiviyên malê û fatûreyên elektrîkê dida. Ji ber ku ger me heqê elektrîkê nedabûya xwediyê jeneratorê digot ez ê elektirîkê qut bikim. Divê elektirîka malê hebûya ji ber dayika min bi şev bi cîhaza oksîjenê radiket. Keça min niha 11 salî ye û divê perwerdeyek baş bibîne lê ez nikarim. Tenê daxwaza min ew e ku jiyana xweş a keça min û keça xwişka min hebe.”

‘Krîz jinan neçar dike ku zêdetir hewl bidin bixebitin’

Aktîvîsta civakî Haîfa Bou Seîd diyar kir ku ew endama komeleyên jinan e û bi saya ezmûna ku di jiyana xwe ya xebatê de bi dest xistiye di nava qeyranan de derbas dibe. Heyfa Bou Seîd bal kişand ku şert û mercên qeyrana aborî bi taybetî li Lubnanê û bi giştî li cîhanê, jinan neçar dike ku di jiyana xebatê de zêdetir hewl bidin û wiha gotinên xwe berdevam kir:

“Ev çend sal in ez midûra navenda pîşeyê me. Ji ber vê yekê ez êşa xwendekar û malbatan ku dikşînin fem dikim. Bi taybetî jî dema ku jin ji debara malbatê berpirsiyar bin. Rewşa madî ya xirab perwerdeya xwendekaran bi bandor kir. Bihabûn bû sedem ku hinek kes ji navendê wekişin.”

Dest bi karekî din kir

Heyfa Bou Seîd got ku ew neçar maye atolyeyek hunera destan ava bike, ji ber ku ew nema dikare debara xwe bi heqdestê xwe bike û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Gelek jin hene ku xaniyan dixemilînin da ku debara malbatên ku em piştgiriya wan dikin, bikin. Em hêvî dikin ku rewş baş bibe û em bikaribin jiyanê li gorî pêdiviyên mirovî bijîn.”