Li Kirmaşanê ji ber şer û enflasyonê krîza xurekê zêde dibe

Ji ber zêdebûna bihayê xwarinê gelek malbatên li Kirmaşanê nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn jî bikirin. Krîza ku ji ber şer û enflasyonê çêbûye, zêdetir zirarê dide zarokan û wan ji hemû mercên jiyana zarokatiyê bêpar dihêle.

SARA POURXEZARÎ

Kirmaşan – Di cîhana zarokên  biçûk û xeyalperest de, reng her dem di rêza yekem de ne. Rengên ku di wêneyên wan de dibiriqin û di xewnên wan de zindî dibin lê ji her tiştî girîngtir, cîhana rengîn a xwarin û şîraniyan e ku hişê wan tijî dike; cîhaneke tijî çêj, bêhn û kêfên sade ku ji bo zarokek tê wateya jiyanê. Lê gelek zarok demek dirêj e ji vê cihana rengîn bêpar in.

Krîza aborî û zêdebûna bihayê xwarinê

Ji bo wan zarokan, sifreya xwarinê êdî ne rengîn, ne jî curbecur e, tenê reng reş û gewr e. Çîroka jiyana zarokên ku her roj li derdora bajarê Kirmaşanê, di nava xizanî, nebûna xwarinê û îhmalkirinê de, ji bo jiyanê têdikoşin ev e. Ji destpêka şerê li Îranê ve û di heman demê de ku guherînên aborî yên rejîmê zêde bûne, bihayê xwarinê her diçe zêdetir dibe.

Zarok ji ber xureka kêm zoriyan dikşînin

Hilweşîna pergala aborî ya neteweyî ya Komara Îslamî hêza kirîna mirovan daxistiye asta herî nizm û lawaz. Gelek malbat êdî nikarin pêdiviyên xwe yên herî bingehîn ên jiyanê jî peyda bikin. Di rewşên wiha de, yek ji pirsgirêkên sereke yên rojane yên mirovan ne hilbijartina kalîteya xwarinê ye,  peydakirina xurekê bi xwe ye. Mijareke ku di sedsala 21’ê de û li welatekî bi çavkaniyên xwezayî dewlemend û bi krîzeke wiha re rû bi rû ye; bi serê xwe wekî karesatek tê hesibandin lê di nava hemû kesên ku ji ber vê birçîbûnê zoriyê dikşînin de zêdetir zarok hene.

Ne hêza wan a hilbijartinê heye, ne jî şiyana wan li hemberî encamên kêmbûna xwarinê ku hikûmetê bi biryarên xwe li ser wan ferz kiriye, maye û nikarin li ber xwe didin.

Her roj, bi zêdebûna zextên aborî, maseyên malbatan biçûktir dibin û yekem tişta ji ser wan kêm dibe kêmkirina xwarina ku ji bo mezinbûna zarokan şert e. Zarokên ku divê di temenê xwe yê mezinbûnê de proteîn, şîr, fêkî û xwarinê baş bixwin, niha neçar in bi porsiyonên biçûk, xwarinên bê kalîte yan jî xwarinên ku nayên dayîn, têr bibin.

Sifreyên ku her roj biçûktir dibin

Bedriye L. jinek li taxa Şahyad a Kirmaşanê dijî, ji ber rewşa aborî ya heyî û xwarina zarokên xwe bi fikar e. Bedriye diyar kir ku kîloyek mirîşk 400 hezar tûmen e û wiha got: “Ez çawa dikarim bi vê bihayê pir zêde bikirim? Her tişt zêde bûye û ez êdî nikarim bikirim. Ez dikarim xwe bi perçeyek nan têr bikim û birçîbûnê tehemûl bikim lê zarokên min? Ew biçûk in, bêguneh in. Ez heta çend rojan dikarim wan bi xwarineke xweş razî bikim û bixapînim? Her roj divê ez wan bi nan û tiştên hêsan têr bikim lê dixwazim mîna her dayikekê xwarinê çêbikim ji bo wan mixabin tune ye. Bila Xwedê bela kesên bûne sedema vê rewşê bide.”

Enflaysyona xwarinê

Bedriye yek ji hezaran jinan e ku di mehên dawî de ji ber zexta enflasyonê ya zêde nikare pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê ji zarokên xwe re peyda bike. Li gorî daneyên ku ji aliyê Navenda Îstatîstîkê ya Îranê ve hatine weşandin, enflasyona xwarinê ji destpêka şer ve gihîştiye ji sedî 115, bi gotineke hêsan, bihayê piraniya tiştên xwarinê ji du qatan zêdetir bûye. Ev zêdebûn, maseyên malbatên mîna Bedriye biçûktir kiriye. Zêdebûna biha di heman demê de, ji hêla din ve, nirxê diravê neteweyî yê Îranê hema hema nîvî bûye û nêzî ji sedî 100 daketiye. Bi gotineke din, di heman demê de bihayê tiştên xwarinê pir zêde bûye, hêza kirîna mirovan pir daketiye û valahiya di navbera dahat û xercê de bûye krîzeke kûr. Ji bo jinên mîna Bedriye, ev herdu meylên hevdem, enflasyona nedîtî û hilweşîna nirxê dirav, tê vê wateyê ku tewra pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê jî ji dest dane.

Zarokên li Kirmaşanê ji hemû pêdiviyên bingehîn ên jiyanê bêpar dijîn

Lê ev herdu faktor ango kêmbûna kelûpelan û zêdebûna bihayan, ji bo zarokên li derdora Kirmaşanê dijîn pir berbiçavtir û bi êştir in. Ne tenê ji bo zarokan planeke xwarinê ya taybet û sabît tune ye lê di heman demê de piraniya xwarina wan a rojane ji xwarinên erzan û têrker pêk tê. Gelek ji van zarokan bi rojan bêyî xwarin bi goşt, proteîn an xurekên ji bo mezinbûnê girîng in derbas dikin . Niha bi tevahî bêçare ne li hemberî biha û kêmasiyên pir zêde. 

Bi salan li ser sifreya gelek malbatan jixwe goşt tunebû. Malbatên ku berê herî kêm mehê carekê goştê mirîşkê dikirin, niha neçar in ji bo dabînkirina hewcedariyên xwe yên herî bingehîn ên xurekî tene baskên mirîşkan, stû, yan lingên wan bikirin. Em dizanin ku bask û stuyên mirîşkan ji bo xwarina heywanan bûn. Gelek dayîk dibêjin ku tenê sedema kirîna baskên mirîşkan û stûyê wan ew e tama goşt ji xwarinê were.

Elî N. firoşkarekî mirîşkan e li Kernaçiya Kirmaşanê, wiha dibêje: “Ez çend sal in mirîşkan difiroşim. Niha bihayê her tiştî zêde bûye, mirov êdî nikarin mirîşkan bikirin. Jineke ku hevjînê wê miriye û du zarokên wê hene, ji çend rojan carekê tê ba min û min dide sondê ku ez ling û baskên mirîşkan ji bo wê hilînim da ku bikaribe ji bo zarokên xwe xwarinê çêbike. Ev rewşeke pir giran e lewre divê zarokên xwe têr bike. Mirov nizane çi bibêje. Rewş her diçe xirabtir dibe.”

Rûyê birçîbûnê li kolanên Kirmaşanê

Lê ji bo têgihîştina kûrahiya krîza xwarinê ya di nava zarokên Kirmaşanê de, ne hewce ye em li quncikên xaniyên hilweşiyayî û kevin ên bajêr binêrin an jî di tariya taxan de li zarokên birçî bigerin. Şiyana van malbatan a gihîştina xwarinê gihîştiye asta herî nizm û gelek ji van zarokan roj û şevên xwe birçî derbas dikin. Li gorî daneyên berê û analîzan, dikare were gotin ku şert û mercên jiyana zarokan li Kirmaşanê ku parêzgehek li gorî îstatîstîkên fermî di rêza duyemîn a welat de ye, ji ber encamên rasterast û nerasterast ên şer rewş xirabtir bûye. Zextên hevdem ên enflasyonê, bêkariya berbelav û bihayê zêde yê xwarinê malbatan xistine rewşeke ku nikarin pêdiviyên herî bingehîn ên zarokên xwe peyda bikin. 

Di rewşeke wiha de, her şokeke aborî yan civakî ya ji ber şer ne tenê rewşa heyî xirabtir kiriye, di heman demê de pêşeroja zarokan xistiye ber gefên cidîtir, wan xistiye nava çerxa xizaniyê û neçar hiştiye.

Bi awayekî giştî dikare were gotin ku rewşa aborî ya civakê, di bin siya biryarên hikûmetê de maye.

Hikumet bi lêdana naqosên şer welat bi hilweşînê re rûbirû dihêle

Hikumeta ku her dem naqosên şer lêdide, welat bi hilweşîna herî xirab re rûbirû hiştiye. Hilweşînê ne tenê di hejmar û nexşeyan de tê kurtkirin; rasterast bandorê li jiyana rojane ya mirovan kiriye û ji her tiştî bêhtir zarokan bi zirarên mezin re rû bi rû hiştiye. Zarokên ku dikaribûn pêşerojeke baştir, derfetên wekhevtir, jiyana mirovîtir bijiyana îro di encama biryarên ji derveyî wan hatine girtin de di mercên gelek xirab de ne. Zarok ji ber kiryaren rejîma Îranê bedelên herî giran didin û nikarin dengê xwe derbixin. Di cîhaneke normal de, zarokatî divê pêvajoya mezinbûn, lîstin, perwerde û ewlehiyê be; lê di van şert û mercan de, berî ku ew derfeta jiyana zaroktiyê bibînin, bi barê pirsgirêkên aborî û civakî re rû bi rû mane û bê pêşeroj in. Her roj di bin zexta debara jiyanê û bêîstîqrariyê de ev rewş dijwartir dibe. Zarokên ku mafê wan jiyana baştir e, niha tenê hewl didin bi nanê zuha xwe têr bikin.