Li Idlibê zarok di karên şewitandina petrolê de tên xebitandin

Di şert û mercên dijwar ên gelê Idlibê diijî de, bi hezaran zarok di karên şewitandina petrolê de tên xebitandin. Zarokan dan zanîn ku tevî nexweşî û metirsiyên jiyanê jî ji ber ku mûçeyên kêm û saetên dirêj ên xebatê qebûl kirine tên xebitandin.

LÎHA XETÎB

Idlib – Li bajarê Idlibê yê bakurê Sûriyeyê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û Heyet Tehrîr El Şamê de ye, hejmarek zêde zarok di şewateyên petrolê yên ji bo peydakirina sotemeniyê tên bikaranîn de dixebitin. Zarok di karê danhevdana don de berhevkirina bermahiyan, paqijkirina hundirê depoyên sotemeniyê û derxistina qirêjin asê mane dikin.

12 salî ye 3 sal in di refîneriya petrolê de dixebite

Xalid El-Ebbas ku ji bajarê Seraqibê hat koçkirin, hê 12 salî ye. Xalid El-Ebbas ku ji bo debara malbata xwe pêk bîne li depoyeke sotemeniyê ya li bajarokê Termanîn li bakurê Idlibê dixebite, wiha got: “3 salan di refîneriya petrolê de dixebitîm. Piştî ku bavê min wefat kir, min dev ji dibistanê berda û ji bo piştgirî bidim malbata xwe dest bi xebatê kir. Ez tevî bi rîsk û nexweşiyên re rû bi rû me jî di vî pîşeya xeternak de dixebitim. Tevî hemû metirsiyan jî karên di vî warî de bi saetên dirêj berdewam dikin û carna ne tenê ez, hemû kedkarên vî pîşeyî tûşî tengbûna bêhnê û hin nexweşiyên çerm dibin.

'Ji karê bi xeter mûçeya kêm distîne'

Kamel El-Razuq ê 14 salî ku ji bajarokê Kafruma yê bakurê Idlibê koçberî kampa Ataayê bû jî, di madeneke sotemeniyê d dixebite. Kamel El-Razûq, diyar kir ji ber ku mûçeyên kêm û saetên xebatê yên dirêj qebûl kirine, tên xebitandin û der barê karê dikin de wiha axivî:

“Karê herî dijwar paqijkirina tankan e. Bêhnek wî ya tûj heye û dibe sedema xurîna çav. Dibe sedema bronşîtê ku bi hêsanî baş nabe. Em ji bo vî karê xeternak mûçeyek kêm distînin. Em di saetên sibê zû yên siharê de dest bi kar dikin û heta êvarê berdewam dike. Her wiha em parçeyên komirê yên ku di encama şewatê de çêdibin, ji bo zivistanê wek malzemeya germkirinê were firotin, dixin torbeyan.”

'Bû nexweşê astima alerjîk'

Ji bajaroka Tarhîn Hesen Şeyh Îsmaîl jî hê 13 salî ye. Hesen Şeyh Îsmaîl ji ber karê ku dike bû nexweşê astima alerjîk. Dayika wî Samîha Şeyh Îsmaîl (49), bi van gotinan zehmetiyên debarê ya dijîn vegot: "Ji ber ku hevjînê min nexweşê penceşêrê ye, kurê min dest bi lêgerîna kar kir. Kurê min neçar ma li bajêr di şewateyên neftê de bixebite lê di demeke kurt de ji ber gazên ji firinên şewitandina çopan derdikeve bi bandor bû, bêhna wî teng dibû û her dem dikuxiya Dema ku çû bijîşk derket holê ku nexweşiya astimê pê re heye. Tevî hemû neyîniyên nexweşiyê jî kurê min neçar dimîne bixebite."

‘Zarok tevî hemû xetereyan jî di vê qadê de tên xebitandin'

Aktîvîst û pispora karên zarokan Faiza El-Aslan (36) a ji Sarmeda jî têkildarî metirsiyên kedkariya zarokan a di pîşeyên dijwar de axivî. Feiza El-Eslan destnîşan kir ku dezgehên şewitandina petrolê ji bo bi dehan kesan derfetên kar peyda dike lê zirareke mezin didin tenduristiyê û wiha got: “Zarok tevî hemû metirsiyan jî di vê qadê de tên xebitandin. Li herêmên ku petrol lê tê şewitandin, gazên jehrî tên hilberandin û bêhna nexweş belav dibe. Ji ber vê rewşê di karkeran de nexweşî çêdibin. Kesên temenê wan mezin, dizanin di rewşa awarte de çi bikin lê zarok di van mijaran de bê agahdar in.”

Faiza El-Aslan da zanîn ku zarokên di tesîsên petrolê de dixebitin hem nikarin zarokatiya xwe bijîn, hem nikarin biçin dibistanê û hem jî di aliyê derûnî û bedenî de gelek bandorên neyînî dijîn û wiha axivî: "Ev hemû tê wateya kedxwarîkirina zarokan."

'Tesîsên daneheva petrolê ji bo tenduristiya mirov û xwezayê bi zirar in'

Ji bajarê Idlibê Dr. Rawa El-Bakûr jî dibêje ku kargehên danheva petrolê ji bo tenduristiya mirov û xwezayê bi zerar in. Dr. Rawa El-Bakûr diyar kir ku ji ber rafînekirina madeyên petrolê zarok rastî bandorên cidî tên û destnîşan dike ku dûmana ji bruloran derdikeve bandoreke neyênî li ser tenduristiya pergaşa bêhngirtinê dike û dibe sedema xeniqîn, gêjbûn û nexweşiyên kornîk ên çerm û sedema nexweşiyên penceşêrê û hin caran jî dibe sedema mirinê.

'Dibe ku xetereya jiyanê ava bike’

Dr. Rawa El-Bakûr, diyar kir ku metirsî tenê bi xerabûna tenduristiyê re sînordar e û anî ziman ku teqîna van broloran a ji ber zexta bilind a di hundirê tanka ku di rafinajê de tên bikaranîn, dikare xeteriya jiyanê ava bike. Dr. Rawa El-Bakûr da zanîn ku di pitikên nû ji dayik dibin de dibe sedema xirabûna şekil, jinên ducanî fetûsên xwe winda dikin an jî dibe sedem ku fetûs di zikê dayikê de jiyana xwe ji dest bide.”