Li heremê pirsgirêka herî mezin a jinên hilberîner nebûna qada bazarê ye

Hejmara kooperatîfên jinan ên li herêmê ku jin bi firotina berhemên xwe dest bi debara xwe dikin roj bi roj zêde dibin. Pirsgirêka herî mezin a kooperatîfan ku jin bi taybetî li gundan di asteke cidî ya hilberînê de ne, nebûna qada bazarê ye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Dêrsim - Di pêvajoyên dawî de bi taybetî li gundewaran bi beşdarbûna jinan re li parêzgehan hejmara kooperatîfan zêde bû. Pirsgirêka hevpar a van kooperatîfan ku jin li gorî parêzgehan berhemên cuda çêdikin û ji Tirkiyeyê re difiroşin, nebûna qada bazarê ye. Ev pirsgirêka ku bi taybetî derdikeve pêşberî kooperatîfên biçûk an jî karsazên ji jinan pêk tên, li pêşberî jinan astengî ava dike. Hilberînerên jin ên ku em bi wan re li ser mijarê axivîn, diyar kirin ku divê şaredarî piştgiriyê bide hilberînên jin û di warê vekirina qadeke bazarê de pişgiriyê bide wan.

Ji ber qada bazarê nîne, berhemên xwe li ser medyaya dijîtal difiroşin

Gunay Akça ya ku di Kooperatîfa Kar û Hilberînên Jin a Meletê de cih digre, got ku serpêhatiya kooperatîfê ya di sala 2019'an de bi 8 jinan dest pê kir, niha bi 70 jinan dewam dike. Gunay Akça da zanîn ew bi firotina berhemên ku ji tovên atalikê çêdikin kooperatîfên xwe didomînin û diyar kir ku van berheman jî  ji sê çewlikan bi riyên tamî bi xwezayî dest dixin. Gunay Akça diyar kir ku ew berhemên ku hildiberînin jî li ser medyaya dijîtal difroşin.

“Divê ji bo jinên ku li qadên gundewarî hilberînê dikin piştgirî bê dayîn”

Gunay Akça, diyar kir ku ji ber qeyrana aborî zêde bûye li gorî berê firotin kêm bûye, pirsgirêka bazarê jî di vê yekê de bi bandor bûye û jinên ku li gundewaran hilberînê dikin neçar in ku berhemên xwe bi rêyekî xwezayî bifiroşin. Gunay Akça bang li hikûmet û şaredariyan kir ku piştgiriyê bidin jinan ku hilberînerên jin zêdetir bi pirsgirêkan re rû bi rû nemînin û wiha axivî: “Li gorî min divê li her bajarên Tirkiyeyê kooperatîf hebin. Ji bo ku nifşên saxlem bên mezin kirin û berhemên xwezayî zêdetir bên hilberandin, divê destên jinan li her derê hebe. Bi taybetî cotkarên me yên jin ên li gundewaran di avakirina kooperatîfan de xwedî roleke zêdetir in. Divê hikûmet di vî warî de rê li ber kooperatîfan veke. Divê di projeyan de zêdetir piştgirî ji jinan re bê dayîn.”

"Weke jin me bi beşdarbûna hundirê hilberînê baweriyê bi dest xist"

Nermin Akbalik a ku li gundê Turktaner a navçeya Hozat a Dêrsimê bi 10 jinan re rîçalê çêdike û dixwaze kargehên xwe bikin koperatîf, diyar kir ku nebûna qada sûkê pirsgirêka wan a herî mezin. Nermin Akbalik, diyar kir ji ber ku qada sûkê tune ye berhemên jinan ku li gundewaran hilberînin mêr difiroşin û jin nikarin qezenca aborî bi dest bixin û wiha got: “Me bi beşdarbûna di hundirê hilberînê bawerî bi dest xist. Serxwebûna me ya aborî hebû, me ji bo wê têkoşînek mezin da û em bi ser ketin. Niha bê guman her tişt hin zêdetir baştir e. Qada sûkê me pir kêm e, lê me bi teşwîqkirina berhemên xwezayî yên Ovacikê dest bi hilberînê kir. Reçeyên ku em bi vî awayî dihilberînin, diçin gelek deverên Tirkiyeyê. Em di vî warî de pir bi şans in. Em weke jin ber bi kooperatîfan ve diçin. Bi vî awayî dê berhemên me hîn biqîmettir bibin.”

"Ya dihilberîne jin e, lê yê qezenc dike mêr e”

Nermîn Akbalîk a diyar kir piştî ku qada sûkê hat avakirin, piştre dixwazin bi berfirehkirina kar û barên xwe li gund kooperatîfekê vekin û wiha berdewam kir: “Divê ji bo jinan proje hebin û jin bên piştgirî kirin. Gelek jin niha li destên mêran dinêrin. Ya ku dixebite dihilberînê jin e, lê yê bazirganiyê dike mêr e, yê ku pereyan dixe berîka xwe mêr e. Yek ji pirsgirêkên me yên niha herî mezin ew e ku qada me ya sûke tune ye. Helbet em di vî warî de hem ji dewlet hem jî ji şaredariyan piştgiriyê dixwazin. Em weke jin di vê mijarê de jî têkoşînek cidî didin. Em yekemîn şîrket in ku li herêmê reçelê çêdikin. Em ji bo li gund avakirina kooperatîfekê têdikoşin.”