Li herêma Kurdistanê di nava 5 salan de 203 karkeran jiyan xwe ji dest dan

136 sal li ser diyarkirina roja 1’ê Gulanê Roja Karkeran re derbaz bû, lê her roja diçe rewşa karkeran xirabtir dibe. Herçendî ku karker rojê 8 saetan kardikin jî ziyanek mizin dibînin û muçeyê wan ne li gora asta karê wan yê zehmete.

LAVÎN MEHMÛD

Silêmanî - Ji hemû deman zêdetir sîstema sermayedar li tevayî cîhanê di nava qeyranek mezin deye, her ku diçe bê edaletî û cudahiya çînan zêdetir dibe, pêre jî rêjeya bêkarî û hejariyê zêde dibe. Di sala 1889’an de Kongreya Karkeran a Navneteweyî hat lidarxistin, di kongreya ku 400 delege beşdar bûyîn de biryara dema kar a 8 saetî di rêza yekem de cih girt. Kongreyê jî daxwaza nûnerê karkerên Bordeauxê Lavîgne erê kir û 1’ê Gulana sala 1890’î wek roja karberdan û pîrozkirina roja kedkaran a cîhanê hat pejirandin. Roja 1’ê Gulanê bû roja yekîtî, piştgirî û têkoşîna karkeran. Ji wê demê heta niha di vê rojê de li seran serî cîhanê karker dadikevin qadan û bi çalakiyan daxwaza mafên xwe dikin. Heta niha jî li gelek welatan li dijî karkeran êriş pêk tên. Li Iraq û herêma Kurdistanê ji ber gendelî û ne dadperweriya desthilatê li beramberî civakê û cûdahiya zayendê li beramberî karkeran gelek zêde bûye. Bi taybet heta niha li herêma Kurdistanê tu yasayek ji bo parastina mafê karkeran nîne.

Di nava 5 salan de 203 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Li gora daneyên Sendîkaya Karkerên Herêma Başûrê Kurdistanê, ji sala 2017’an heta 2022’an nêzî 203 karkeran jiyana xwe ji dest dane, ji ber sîstema heyî garantiya parastina jiyana wan nîne. Li gora daneyan sala 1017’an 16, sala 2018’an 25, sala 2019’an 38, sala 2020’an 35 û sala 2021’an jî 80 karkeran bi sedemên cûda jiyana xwe ji dest dane. Di 4 mehên despêka salê de jî 9 karkeran jiyana xwe ji dest dane, li gora van daneyan bi giştî nêzî 203 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

Li her welat û civakê çîna karker, hejar û feqir heye, karkerên jin ji dû aliyan ve zilm lê tê kirin û mafê wê tê binpê kirin hem wek karkerekê hem jî weke jinekê mafê wê tê binpêkirin. Rêjeyek berbiçav ya jinên karker li bajar û gundên cûda ya herêma Kurdistanê di germahiya hewayê û sermaya dijwar de li aliyekê karê malê dikin û li aliyê din jî her sibeh heta êvarê di baxçe, kargeh û navendên cûda yên bazirganiyê de kar dikin. Jinên kedkar bi bîr xistin ku di dema karkirinê de cûdahiya zayendî li wan tên kirin û xwediyê kar dibêjin ku ew karê dikin jin nikarin bikin muçeyê kêm didin û demek zêdetir kar bi wan didin kirin.