Li dijî tundiya aborî jin xwe birêxistin dikin

Xedîca Mehmûd a li navçeya Til Temir bi hûnera çêkirina nanê tenûrê tê naskirin û hezkirin, behsa tundiya aborî ya li dijî jinan kir û wiha got: "Ger derfet bê dayîn wê jin serkeftinên pir bi nirx bidest dixin.”

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Nehevsengiya darayî ya ku kes û malbat pê re rû bi rû dimînin û enflasyona aborî ya ku di asta jiyana kesan û komê de derdikeve hole, peydakirina debara jiyanê dijwar dike û pirsgirêkên aborî derdixe hole. Ji ber qeyrana li Sûriyê, ambargoya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye danîn û girtina derîyên sînorî yên mirovî û bazirganî wekî Til Koçber, her wiha êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtin sazîyên xizmetguzariyê, gelek pirsgirêkên aborî qewîmin. Beşek jin jî di nav qeyrana aborî û hişmendiya baviksalarî de dikarîbû rêyekê bigre û bikaribe bi xwe bibe piştgiriya kêmkirina bandorên vê qeyrana li ser malbat û civakê.

Neçarî koçberkirinê dibe

Xedîcê Mehmûd a ji netewê Ereb û şêniyên resen ê bajarê Hesekê a Herêma Cizîrê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, bi destpêkirina şoreşê ango Bihara Gelan li Deraayê ku piştre veguherî şerê çekdarî û gihiştina çirûskên wê ber bi Sûriyê ve ji Hesekê koçî navçeya Til Temirê dibe û bi 4 zarokên keç û 2 kurên xwe bicih dibe. Kurê wê ya 25 salî ango zaroka herî mezin a malbatê, li bajarê Hesekê dema ku bi bavê xwe re di firinê de kar dike di encama berdana fîşekên bê ser û ber a di navbera rejîma Baas û çeteyên Artêşa Azad de, tê qetilkirin.

Xedîcê Mehmûd jî wekî her jineke Ereb ji ber urf û adetên civakî gelek êş kişandiye, lê nehiştiye ew êş bandorê li giştî jiyana wê bike. Bi destpêkirina Şoreşa Jinê re li Rojava û bi armanca piştgiriya hevjînê xwe, xwest rengê xwe jî bavêje ser bazarê û bi hevjinê re xwe firina çêkirina nanê tenure birêve dibin. Her berbang jin û mêr û zarok ber bi bêhna nanê tenûrê a ku bi ser kolanê dikeve û difûre tên. Nanê ku bi hezkirin çêdike, ji aliyê jinan ve tê hezkirin û hemû kes wê ji ber nanê çêdike nasdikin.   

Xedîcê derbarê tundiya ku jin di warê aborî de rû bi rû dimînin û tecrûbeya xwe wiha bi me re parve kir.

Pêşinyar kir pejirand û bihevre rêvebirin

Xedîcê Mehmûd wiha behsa destpêka ketina bazarê cîhana aboriyê kir: "Bi destpêkirina qeyrana Sûriyê re, herêma me jî bandor bû êdî karker kêm bûn û ev bandor li firinxaneya ku hevjînê min rêvedibir, kir. Min ji hevjînê xwe re pêşinyar kir ku em bihevre di firinê de bixebitin, hevjinê min qebûl kir û wiha tecrûbeya min a yekem bû di warê aborî de ez jî dikarim firinê nanan birêve bibim û bixebitim. Ji bo me nêrîna civakê ne girîng bû, ji ber bi wê xwêdana ji eniya me dihat me hewlda ku bi helalî zarokên xwe mezin bikin. Û em bibin yê xwe, ne yê civakê."

Di civakê de tundiya aborî ya li ser jinê

Xedîcê Mehmûd da zanîn ku civak û hişmendiya baviksalarî dihêlin ku jin ber bi rêyên ne layiqî wê ne ve biçin û wiha axivî: "Ji bo min, ez di firinê de bixebitim baştire ku ez biçim parsekiyê bikim. A ku dihêle jin ber bi parsekiyê ve biçin jî nêrîna çewt a civakê ye. Herwiha nebûna hawirdoreke ewle û piştgir ji bo wê sedema herî bingehîn e. Lê dema jin bibîne ku kargeh ji bo wê tên vekirin û civak pêre alîkar dibe wê hêzek çêbibe û li şûna parsekiyê bike, wê berê xwe bide karê bi ked û xwêdan. Jin di civaka me de pêwîstiya wê bi hêz û piştgiriyê heye ku bikaribe piştre projeyan avabike û ev bi destekî tenê jî nabe. Ji wî re dibêjin tundiya aborî a ku li ser jinan. Hişmendiya jin û mêr hatiye guhertin, lewra divê ku civak jî alîkar be ku em bikaribin bihevre vê pêvajoyê derbas bikin."

'Dozên civakî bêtir sedemên aborî ne'

Xedîcê Mehmûd balkişand ser girîngiya aboriyeke xweser a jinan û wiha axivî: "Girîng e ku jin bi xwe xwedî aboriyeke serbixwe be û bibe faktorek sereke di avakirina projeyan de. Jin bibe xwedî aboriyeke taybet, dikare gelek projeyên bikeve xizmeta civakê de veke. Lê ji ber hemû jin ne xwedî aboriyên taybet in, pirsgirêkên ku di malbatan de çêdibin sedemên wê aborî ne. Pêwîste jin xwedî li mafê xwe di qada aborî de derkeve û di wir de rol bilîze."

'Li gorî berê jinên Ereb îro di qada aboriyê de gaveke berbiçav avêtin'

Xedîcê Mehmûd ji jinan daxwaz kir ku bêrûmetiya li mafê wan dibe nepejirînin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Jin xwedî kesayetek xurt e, tişta bixwaze dikare bike û lazime piçek bawerî bi hêza xwe bîne. Em ji Aboriya Jin a li Rojava hêvî dikin ku destê hemû jinan bigrin û alîkariya wan bikin ku ew jin ji derve nemîne û tevlî xebatên pêşxistina aboriya herêmê bibin. Ji ber pêvajoya ku îro em têre derbas dibin pêdiviya wê bi wekheviya di navbera jin û mêr de heye. Li gorî salên borî, îro jinên Ereb di qada aboriyê de gavekî berbiçav avêtiye. Dema derfet bê dayîn jin serkeftinên pir bi nirx bidest dixin."