Li Afganistanê rewşa jinên esnafên biçûk her ku diçe xirab dibe

Li Afganistanê rewşa jinan di qada aborî de her ku diçe xirab dibe. Jinên ku esnafên biçûk in, rûxmê zext û qedexeyên Talîban hemû firsendan bikar tînin û hewil didin xwe finanse bikin.

Kabul – Li minteqeya Tirbeya Timurşah ya li paytexta Afganistanê Kabilê, jin ev 10 roj e berhemên karê dest, xwarin, cil û aksesurê ku bi destê xwe çêkirina di pêşangehê de nîşan didin û peşkeşî firotinê kirin.

Li Afganistinê jinên ku esnafên biçûk in ji aliyê qedexeyên Talîban ve nikarin berdewam bikin. Jin ji bo debara xwe bikin di bin zextên giran de hewil didin hemû valatiyan binirxînin. Jin hemû berhemên ku çêkirine di vê pêşangehê de bi nirxek erzan difiroşin.

Jin ruxmê hemû zextan hewil didin debara xwe bikin

Ev pêşangeha ku hatî vekirin her gav dibe ku ji aliyê Talîban ve ser de bigre û bide rawestandin. Jin herçendî ji ber zextan nikarin rewşa ku jiyan dikin îfade bikin, piştî hinek çavdêriyan hemû wê fam bike ku rewşa wan nebaş e. Sedemê vê yê bingehîn zextên Talîban yên weke siyekê ku wan di şopînin. Sedemek din jî dibin ven zextan de rewşa aboriyê ya ku her ku diçe xirab dibe û ketine wê halê ku nikarin êdî xwe finanse bikin.

Aqila Haqdoost yek ji wan jinên karker e ku di pêşangehê de bi xwarinê beşdar bûye, diyar kir ku bi 6 jinên din ên ku pirsgirêka aborî jiyan dike re destpê kiriye.

Seroka kampanya  ‘Afghan Mehr Women's Company’ Aqila Roya Mohammadi cilên jinan û amurên ciwaniya malan difiroşe. Aqila Roya Mohammadi bibîrxist ku bi 30 jinan re raste rast û bi 50 jinan re jî ne raste rast li atolyeyek dirûtinê dixebitin û got: “Em ê her meh van pêşangehan vekin, armanca me ya sereke ew e ku em çand û kevneşopiyên welatê xwe pêşkeş bikin û bidin nasîn.”