Li Êlihê jinên kedkar li dijî zehmetiyan têkoşîna hebûnê didin

Jinên kedkar ên li Êlihê ku diyar kirin ku ew li dijî zîhniyeta baviksalarî têdikoşin û diyar kirin ku ji ber qeyrana aborî ya dawî, karê wan rawestiya ye.

GULNUŞ ERGUL

Êlîh - Jinên ku bi sedsalan li axa Mezopotamyayê di rola hilberîneriyê de cih digrin, ji bo civakê û zarokên xwe bûne pişt û pal. Em dikarin bibêjin ku jinên ji bo di nava civakeke ku zîhniyeta baviksalarî serdest e têkoşîna hebûnê didin, di heman demê de bi gelek zehmetiyan re jî re rû bi rû dimînin. Jinên ku neçar dimînin li aliyekê bi zextên dewleta serdest a mêr û li aliyê din bi zextên civakî re têbikoşin, bêguman êşên vê yekê jî herî kûr dijîn. Jinên kedkar ên Êlihê ku heman êşan bi kûrahî dijîn, tevî hemû zehmetiyên jiyanê jî kêfxweşiya li mayîna li ser lingên xwe dijîn. Li aliyekî jî bi qeyrana aborî re rû bi rû dimînin. Jinên kedkar ên Êlihê zehmetiyên ku di têkoşîna xwe ya jiyanê de dijîn, ji ajansa me re vegotin.

“Li herêmê cara yekem e karê dirûtina kostûman em dikin”

Ayşe Aker a ku bi hevjînê xwe re atolyeya cilûbergan vekir û di beşa dirûtinê ya vê atolyeyê de terzîtiyê dike, diyar kir ku berê jî terzîtî wek hobî kiriye û wiha axivî: “Ez bi hevjînê xwe re ji bo rojên taybet kostûman didirûm. Hevjînê min bi karê bazariyê re mujil dibe, ez jî di beşa dirûtine de terzîtî dikim. Nêzî 12 sal in em kar dikin. Destpêke min vî karî wek hobî dikir lê piştre min xwe bi pêş xist û li Êlihê atolyeya xwe ava kir. Niha li Êlih û başûrê rojhilat yekane kesên dirûtina kostûman dikin em in. Ez her dem binûkirina xwe, hewl didim xizmeta gelê Êlihê û parêzgehên derdorê bikim.”

“Ez jineke bihez im dikarim li ser lingên xwe rawestim”

Dayika sê zarokan Ayşe Aker, dibêje ku bi zarokên xwe re mezin bûye û da zanîn ku lingek wê li atolyeyê, lingek wê ji li malê yan jî li dibistanê ye, wiha got: “ Ez gelek caran dereng ji kar derdikevim. Piştî diçim malê, neçar dimînim karê malê bikim. Dem heye ku ez nikarim xwe bigihîjînim hemû karan lê ji ber ku ji karê xwe hez dikim, ev kar ji min re pir zehmet nayê. Ez hem dayik im, hem jî jineke bi hêz im dikarim li ser lingên xwe rawestim.”

 “Em di hilberînê de pirsgirêkan dijîn”

Ayşe Aker dibêje ku piştî şewbê pir zehmetî jiyane, diyar kir ku piştî şewbê jî bihabûna jiyanê karsaziya wan rawestandiye û wiha bilêv kir: “Em niha jî ji ber qeyrana aborî zehmetiyan dijîn. Madeya xam gelek biha bûye, lewma em di hilberînê de pirsgirêkan dijîn. Dema ku ez li dikandarên derdora xwe dinêrim, dibînim ku karê wan pir xirab bûye lewre kes nikare tiştek bikire.”

 “Ez wek hemwelatiyek ji Behra Reş cil û bergên herêmî yên Kurdî didirûm”

Bahar Guven a 40 salî ku di heman atolyeyê de terzîtiyê dike, diyar kir ku nêzî 20 sal in di pîşesaziya tekstîlê de terzîtiyê dike û ev 3 sal in jî li vê atolyeyê dixebite û wiha axivî: “Ez dikarim bibêjim ku ez bi xebatê xwe baştir hîs dikim. Ez bi xebatê motîve dibim. Ez hemû stres û kêfxweşiya xwe derbasî qumaş dikim.” Bahar Guven destnîşan kir ew weke hemwelatiyeke ji Behra Reş cil û bergên herêmî yên Kurdî didirû û diyar kir ku ew bi dirûtina van cilan pir kêfxweş dibe.

 “Ez tenê ji bo xwe têr bikim dixebitim”

Seher Mehmetogullari ya 34 salî anî ziman wê li sûka Êlihê bi piştevaniya dotmama xwe, atolyeya sêwiranê ya taybet vekiriye, diyar kir ku ew li ser daxwaze dirûtina taybet a wek şal, aksesûar, bone û pûşî dixebitin.

Seher Mehmetogullari diyar kir ku ji ber qeyrana aborî ya tê jiyîn nikarin deynê xwe bidin, bi van gotinên xwe asta qeyrana tê jiyîn raxist ber çavan: “Ji ber ku mişterî nîn in, heta êvarê em rûdinên. Em ji şewbê jî pir bi bandor bûn lê herî zêde qeyrana aborî bandorê li me kir. Ez ji ber qeyranê nikarim madeyên xam bikirim. Dema ku dolar bilind dibe, em jî xirab bi bandor dibin. Ez tenê ji bo xwe têr bikim dixebitim. Ger niha tenê çavkaniya min a debarê ev atolye bûya, min ê nikaribûya debara mala xwe bikira û vê derê bigirta. Kiraya mal, kiraya atolyeyê, mesrefên dikanê, gelek caran em dikarin mesrefan derbixin. Tevî ku cejn nêzîk dibe jî kes nikare pêwîstiyên xwe dabîn bike.”

“Êdî kirîna cil û berg û aksesuaran bûye luks”

Meral Mehmetogullari ku bi dotmama xwe re di heman atolyeyê de dixebite, diyar kir ku bi hevkariya du dotmamên jin, gelek zehmetiyan bi hev re derbas kirine û ji kirê heta nûkirina atolyeyê hemû xebatê bi hev re dikin û gotinên xwe wiha domand: “Em karê xwe bi hezkirin dikin. Em têkoşînek xweş didomînin. Ji ber ku em weke jin hewl didin hebûna xwe nîşan bidin, ev têkoşîn ji me re pir bi zewq tê. Em ji derdorê gelek rexneyên neyînî yên ku dibêjin jin nikarin bi ser bikevin digrin lê em bi hevgirtinê mînakeke mezin a têkoşînê nîşan didin. Em wek jin serhişk û bi hêrs in. Bêyî ku qeyrana şewbê xilas bibe, vê carê bi qeyrana aborî re em têdikoşîn. Ez dikarim bibêjim her kes di xema têrkirina zikê xwe de ye. Êdî kirîna cil û berg û aksesuaran bûye luks.”

 “Ez hem dibistanê dixwînim hem jî dixebitim”

Beyza Ruzgar a 19 salî ku di mexazekî de wek erkdara reyonê dixebite, diyar kir ku beşa kîmyayê dixwîne û ji ber ku zehmetiya aborî dijî, ji bilî dibistanê di mexazê de dixebite. Beyza Ruzgar wiha got: “Ez niha ji ber ku dibistan di betlaneyê de ye sibehê saet ji 09.00 heta 19.00-20.00 dixebitim. Ez nikarim mûçeya asgerî jî bigrim. Êdî debar jî pir zehmet bûye. Dema bavê min tenê dixebite em nikarin debara mala xwe bikin, ji ber vê neçar dimînim alîkariya wî bikim.

 “Krîza heyî herî zêde bandorê li karê me kir”

Dikandara ku nexwest navê xwe bide destnîşan kir ku ew 11 sal in vî karê dimeşîne hem weke dayik  hem jî weke karker gelek caran bi pirsgirêkan re rû bi rû dimîne û wiha got: “Ez weke jin hem dayik im, carna bav im û carna jî jinek e ku li ser lingên xwe disekine me. Ruxmê hemû zehmetiyan hewl didim karê xwe baş bikim. Îsal em ji krîzê pir bi bandor bûn. Hêza me ya sitendina tiştan a beriya 5-6 salan û hêza me ya niha mirov nikare bi hev re muqayese jî bike. Kara me pir zêde daket. Di warê pêdiviyên zarokan û debara malê de em gelek zehmetiyan dijîn. Krîza aborî herî zêde bandorê li ser karê me kir. Di van şertan de mayîna li ser lingan gelek zehmet e.”

“Min tu piştgiriyê ji dewletê negirt”

Nîlufer Mikyas a 41 salî jî da zanîn ku ew 20 sal e di vê sektorê de kar dike û wiha pêl da axaftinên xwe: “Ez bi tena xwe 3 zarokên xwe xwedî dikim. Li dikana xwe cilên bûkanî û yên dawetan bi kirê didim. Bi taybetî piştî pandemiyê me gelek pirsgirêkan jiya û me tu piştgirî ji dewletê negirt. Ez neçar mam ku 3-4 mehan dikana xwe bigrim. Niha bihayê tiştan 4 qat zêdetir bûye. Ji ber ku hêza sitendinê daketiye em niha bi awayekê di zirarê de kar dikin. Ruxmê ku sezona dawetan e û beriya cejnê ye kesên ku tiştan distînin nîn in. Du zarokên min dixwazin bizewicin lê ji ber hêza me ya aborî nîn e ez nikarim wan bizewicînim. Ruxmê ku pêwîst e ez 3-4 kesan bigrim kar jî ez nikarim vê bikim. Ji ber nikarim mûçeyên wan bidim.”

“Ez hem dayik im hem jî bavê zarokên xwe me”

Nilufer Mikyas her wiha destnîşan kir ku ew weke jin têkoşînek mezin ji bo zarokên xwe dide wiha bilêv kir: “Ez hem dayik hem jî bavê zarokên xwe me. Di nava rojê de kar dikim û dema ku êvarê diçim malê tempoyek pir cuda li benda min e. Li vê erdnîgariyê ez weke jin têkoşîna hebûnê dimeşînim. Ev jî ne hêsan e.”