Kotên kevin bi destê Çigdem vediguherê çenteyên nû

Eleqeyek mezin ji bo çenteyên ku hunermenda hunera destan Çîgdem Kaya ku serxwebûna xwe ya aborî bi firotina çenteyên ku ji vezîvirandinê bi dest xistibû, bi dest xist. Çîgdem Kaya bang li jinan kir ku li dijî krîzê hilberînê bikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Çîgdem Kaya ku pantorên qetiyayî û kevinbûyî navêje û veduherîne, ji vê vezîvirandinê çenteyan bi dest dixe. Sedema sereke ya ku Çîgdem Kaya ya çenteyên bi şiklên cuda û afirîner ên ku dihilberîne difiroşe, dest bi vî karî kir qeyrana aborî ye. Çîgdem Kaya ya ku armanc dike hilberîna xwe li ser alternatîfên cuda jî çêbike, bang li jinan kir li şûna ku pantolên xwe yên kevin bavêjin, bila ji wê re bînin.

Çenteyên ku ji vezîvirandinê çêdike difiroşe

Çîgdem Kaya ya ku li ser hunera destan 4 salan perwerde girt, da zanîn ku fikra çêkirina çenteyan ya ji vezîvirandinê jî ji nişka ve derket. Çîgdem Kaya der barê hilberîna xwe de wiha axivî: “Min hewl da kotên kevin yên li malê kom bûne bikar bînim. Pêşî ez li ser paçeyan xebitîm, min cil û berg çêkir. Piştre fikrên piçûk hatin bîra min û min dest bi çêkirina çente kir. Min çenteyê pişt û milê çêkir. Piştî ku min van li mal kom kir, min xwest wan bidim cihekî û bifiroşim. Bi vî awayî min hemû çenteyên xwe anî dikaneke li Sûrê û li vir dest bi firotina wan kir.”

'Qeyrana aborî bû sedemek mezin’

Çîgdem Kaya diyar kir ku piştî qeyrana aborî kûrtir bûye dest bi hilberînê kiriye, çenteyên ku çêdike di dikaneke biçûk ya li Sûrê cih digre de difiroşe. Çîgdem Kaya destnîşan kir ku piştî ecibandina karê dike,  modelên cuda jî afirandiye û wiha got: “Her çiqas meraqa min a hilberînê hebû jî, qeyran bû sedema yekem a destpêkirina min ya vî karî. Min ji bo serxwebûna xwe ya aborî dest bi zêde çêkirin û firotina çenteyan kir. Her ku eleqeya ji bo çenteyên ku min çêkirin zêde bû, min hilberîna xwe berdewam kir. Her ku min hilberand, ez kêfxweş bûm. Ez êdî hewl didim modelên cuda derxim holê.”

'Bila jin dest ji hilberînê bernedin'

Çîgdem Kaya destnîşan kir ku pêwîst e jin di qada hilberînê de wêrek bin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bi rûnişta li malê tiştek pêk nayê. Bila fikrên xwe pêşkêş bikin û bikarin çêbikin. Ez dixwazim bibim rêhevala jinên ku dixwazin hilberînê bikin. Jin bila bixwazin û dest bi xebatê bikin. Min tevî her tiştî jî dev ji hilberîne berneda. Civak difikire ku jin nikarin pir tiştan bikin, lê tiştên ku jin dikarin bikin hemû cîhan dibîne. Ez ji hilberînê hez dikim û ji ber ku ez jê hez dikim min tu carî dev jê berneda."