Komîteya Aborî ya Kongra Star ji bo jinan derfetên kar ava dike

Bi armanca xurtkirina aboriya jin komîteya aborî ya girêdayî Kongra Star li kantona Kobanê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hewil dide projeyên aborî û çandiniyê ên cuda pêşekeşî jinan bike.

NORŞAN ABDÎ

Kobanê – Bi destpêka şoreşa 19ê Tîrmeha 2012’an de, tevlî ku pisporî û ezmûnên wan zêde jî nîn bû  jinan beşdarî hemû qadên şoreşê  bûn û rola wan di pêşxistina aboriya herêmê de zêde bû, bi însyatîfa Kongra Star bi riya komîteya aborî ji bo sîstema aboriya serbixwe li  herêmên Bakûr û Rojhilatî Sûriyê jinan rêxistin dike.

 ‘Armanca me xurtkirina aboriya jin e’

Rêvebera Komîteya Aborî ya Kongra Star Hêvîn Mustefa derbarê kar û xebatên komîteyê de wiha got: “Bi destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê hişyariya fikrî li gel jinan zêdebû. ji bo bikar bin hevjiyaneke hevpar ava bikin û wekheviya navbera herdu aliyan de pêkbînin êdî  dikarîn mafên xwe bixwazin û tevlî hemû qadan bibin.”

Hêvîn Mustefa di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo jinên şerê hişmendiya mêrsalarî û kevneşopên civakî dikin aborî warekî gelekî girîng e û wiha pê de çû: “Jin di warê aborî, fikrî û siyasî dikare şerê hişmendiya mêr bike. Beriya hezar salan jin aborî keşif kiriye lê bi derketina hişmendiya mêrsalarî û pêşketina sîstema kapîtalîst rola jinê hate paşguhxistin kirin.”

‘Bi projeyan gelek derfetên kar zêde bû’

Hêvîn Mustefa amaje bi vê yekê kir ku jinên herêma Firatê  di nava kar û xebatan de gelek astengiyên civakê hatine û gotinê xwe domand: “Berê jin di malan de dihiştin û erkên wê tenê parastina zarokan bû, lê îroj em dibînin jin di gelek saziyan û pîşeyan de kar dikin û civakê birêve dibin. Bi wan pêşketinan Kongra Star gelek komîte avakirin û komîteya aborî rola xwe di proje û xurtkirina aboriya jin de lîst.

Li gor sala berê vê salê de pêşketineke diyar di projeyên taybet li herêmên Bakûr û Rojhilatî Sûriyê de pêkhatin. Gelek projeyên piştgiriya aboriya jinê hatin pêşkêşkirin û pêkanîn, ku derfetên kar zêde bûn. Ji çend projeyên ku di sala 2023’an hate kirin em dikarin wiha bi rêz bikin; Tevî vekirina werşeyên dirûnê, firna nan, xwaringeh, navendên xemilandinê û projeyên çandiniyê jî hatin pêşkeşkirin. Piraniya projeyên hatine pêşkêş kirin li gor pêdiviyê jinên di nav civakê de hatin lîkolînkirin. Zêdetirî 150 jin di projeyên komîteya aborî de kar dikin, em hewil didin derfetên kar ji bo jinên derveyî mal jî peyda bikin.             

‘Em hewil didin hejmara tevlîbûna komîteyê zêde bikin’

Endama Komîteya Aborî ya Kongra Star Hêza Şêx Bozan jî armanca komîteyê anî ser ziman û got: “Ev proje serxwebûna jinan ava dike, armanca me piştgiriya jinane û peydakirina derfetên kar e, komîte deriyên xwe ji bo pêşketina fikrî û pratîkî re vedike. Tevlîbûna jinan a di nav projeyê de hişyariya wan derdixwe pêş. Em hewil didin hejmarek jinan tevlî komîteyê bikin.”

‘Bi saya komîteya aborî edî ez ne hewcedarî tu kesî me’

Karmenda salona xemilandina jinan ya girêdayî komîteya aborî ya Kongra Star Zêneb Welîd got: “Ji nêzî 8 mehan ve min dest bi karê salona xemlandina jinan û werşeya dirûnê kir, em jinan perwerde dikin fêrî pîşeyê dikin. her du mehan komek jin tên perwerde kirin, di rojên bê de 4 ji beşa dirûnê 13 perwerdekar ji beşa xemilandina jinan de derdiçin. Piştî derçûnê komîteya aborî derfetên kar ji ji mere avakir Ez bi karê xwe kêfxweşim, ji ber ku êdî ez ne hewcedarî tu kesî me.”