Komîteya Aborî ya Jinan: Xebatên bi beşdariya hemû jinan didome
Komîteya Aborî ya Jinan bi projeyên xwe yên curbecur ji bo piştgirîkirina jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û civakê dixebite û bi sedan jinên ku çavkaniya debara malbata xwe û civaka xwe ne di nav xwe de dihewîne.
ŞÊRÎN MİHEMED
Qamişlo – Rêvebirên Komîteya Aborî ya Jinan a li Herêma Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirin ku projeyên komîteyê bûne yek ji alîgirên herî girîng ên jin û civakê.
Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a di sala 2014’an de hate ragihandin, karî aboriya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nû ve bi dest bixe û pêş bixe. Her wiha Komîteya Aborî di bin sîwana Rêveberiya Aborî de hate avakirin ku bikaribe hewcedarî û pêdiviyên bingehîn ên herêmê pêk bîne.
Bi ked û xebata jinan rêjeya bêkariyê kêm kirin
Komîteyê dest bi xebatên xwe bi projeyên çandiniyê yên biçûk kir ku bingeha aboriya bihêz a ku îro xuya dike, ava kir. Tevî dorpêç, şer, gefên berdewam ên dagirkeriya dewleta Tirk û kêmbûna îmkanan jî, Rêveberiya Xweser hewl dide ku rê li ber pêşketina hilberîna aborî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigre. Ev yek bi derxistina qanûnên ku pêşî li yekdestdariyê digire, bihayên hilberan kontrol dike û bandora qeyrana aborî ya ku li welat xistiye kêmbike. Li aliyê din aboriya jinan jî li herêmê roleke bibandor dilîze û yek ji çekên herî girîng ên piştgiriya aboriya giştî tê dîtin. Bi ked û xebata jinan rêjeya bêkariyê kêm kirin û piştgiriya aboriya herêmê dikin.
‘Keda jinan hat dizîn’
Rêvebera aboriya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gulî Mûrad, der barê mijarê de axivî û wiha got: “Bi destpêkirina şoreşa Rojava re, aboriya jinan ji projeyên biçûk ên çandiniyê ava bû û heta îro gihiştiye asta herî bilind. Beriya ku Aboriya Jin were avakirin, aborî tenê bi mêran re hatiye sînordar û ev feraset di destpêkê de rê li ber xebatên rêxistina me girt. Jin ji xwe bawer nedikirin ku ji mêran dûr aboriya xwe ava bikin. Di jiyana xwezayî ya destpêkê de aborî ya jinê bû, lê civaka mêr a li ser desthilatdariyê ava bû keda jinan ji wan dizî.”
‘Dema jin digihije asteke diyar a westandin û keda xwe paşve nakişîne’
Gulî Mûrad diyar kir di sala 2015'an de Aboriya Jinê ava bû û ew çend gavên biçûk avêtin û wiha got: “Lê bi encamên gelekî girîng, em heya roja me ya îro hewl didin jin di hemû qadan de bi taybet di warê aborî de cih bigrin. Dema jinek dest avêt encamên xebata xwe, bi xwe û şiyanên xwe bawer kir. Ji ber vê yekê em her tim bi projeyên biçûk hewl didin ku jin di warê aborî de baweriya xwe bi xwe zêde bikin, xwe bi xwe ve girêbidin û keda xwe wekhev qezenc bikin. Dema jin digihije asteke diyar a westandin û keda xwe paşve nakişîne, bi biryar û bi israr ber bi serkeftinê ve têdikoşe.”
‘Azadiya jinê û aboriya wê bi hev ve girêdayî ne’
Gulî Mûrad anî ziman ku aboriya jinan ji sifirê ve hatiye avakirin û wiha got: "Me ji tunebûnê destkeftiyên mezin ji bo jinan bi dest xist. Em hewl didin hemû jin di nava projeyên me de cih bigirin û li ser armanca xwe ya kêmkirina rêjeya bêkariyê û bilindkirina rêjeya betaliyê dixebitin. Xebata jinê û girêdayîbûna wê ya bi aboriya xwe, azadiya jinê û aboriya wê bi hev ve girêdayî ne, bêyî aboriya jinê azad nabe.”
Gulî Mûrad di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku şoreş ji bo pêşketina jinan çirûskek bû û wiha got: "Îro em dibînin ku jin di hemû qadên jiyanê de beşdar dibin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan projeyên me hene û em dixwazin projeyên xwe pêkbînin. Ji bo jinan bi taybetî ji bo jinên li gundan dijîn projeyan ava bikin”
‘Ji ber qeyran û êrîşan me dest bi avakirina bingeheke bihêz a aborî kir’
Rêvebira Aboriya Jinan a parêzgeha Qamişlo li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Galiya Necar behsa rewşa aborî ya herêmê ji destpêka şoreşê heta îro û bi destpêka şoreşê re asta pêşketina wê kir. Galiya Necar wiha got: “Qeyrana Sûriyê û berdewamiya rewşa aloziyê bi giştî û yasayên ku li ser hatine sepandin, di nav de qanûna Qeyser ku ji aliyê aborî ve bandoreke mezin li herêmê kir. Lê tevî vê yekê Aborî jî di nav de civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû aliyan de dest bi rêxistinkirina xwe kir. Ji ber qeyran û êrîşên berdewam ên li ser herêmê, me dest bi avakirina bingeheke bihêz a aborî li herêmê kir. Qanûna Qeyser ku li ser Sûriyê hat ferzkirin, bandoreke mezin li aboriya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye kir. Ji ber vê yekê pêwîst bû ku pêdiviyên bingehîn ên herêmê bên dabînkirin û xwe têra xwe pêk bînin. Lewma me dest bi avakirina projeyên biçûk ên çandiniyê kir. Ev ji bo avakirina aboriya dê gavên girîngbin.”
‘Dewleta Tirk hîn jî karxane û nexweşxaneyan dike hedef’
Galiya Necar di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser herêmê ji astengiyên herî girîng ên li pêşiya pêşketina aboriyê ne û wiha got: “Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo avakirina rêveberiyeke bi prensîb û nirxan, bi hezaran qurbanî dane. Lê belê dagirkeriya dewleta Tirk hîn jî binesaziyên weke karxane û nexweşxaneyan dike hedef. Navendên depokirina genim ku yek ji destkeftiyên herî diyar ên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û jinên ku di projeyên çandiniyê de dixebitin jî hedef digire. Ev hemû jî ji bo têkbirina îradeya gelên herêmê û fedekariyên ku ji bo pêşxistina herêmê di hemû aliyan de dane, têk bibe.”
Bi projeyan hewl didin aboriyê pêş bixin
Galiya Necar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku êrîşên vê dawiyê rê li ber serkeftin û berdewamiya gelek projeyên aborî li herêmê girtine û wiha got: “Ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirkiyê ku kompaniyên elektrîkê dike armanc, ava herêmê qut dibe. Her wiha hin projeyên li ser navçeyên sînorî jî ji tirsa wê rawestiyane. Asayîşa karkeran diyar kir ku tevî astengiyên li pêşiya wan jî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi aboriya xwe ve girêdayî ne û her tim bi avakirina kargehan û berfirehkirina projeyan hewl didin aboriya xwe pêş bixin.”