Koma ‘Xewnên Biçûk’ pêşî li jêhatî û hunerên jinan vedike

Koma ‘Xewnên Biçûk’ hewl dide jêhatiya jinên ku di şert û mercên taybet de derbas dibin hembêz bike.

EBÎR MUHMED

Qamişlo- Ji ber şert û mercên zehmet ên ku ev 11 sal in Sûriyê tê re derbas dibe, welatiyên wê û bi taybet jin neçar dimînin ku ji vî şerî rêyek jiyanê biafirînin da. Koma Xewnên Biçûk, komeke ku ji zikê alozî û şoreşa Sûriyê hat avakirin, hejmara jinên ku cihê xwe tê de digirin ji 60 zêdetir e. Her jinek ji wan xwedî huner û xebateke taybet û cuda ye ku pê beşdar dibe nava civakê de û ew in yên ku debara jiyana xwe û malbata xwe dikin ji ber rewşa xirab a ku tê re derbas dibin. Têkildarî avakirin, armanc, kar û xebatên koma Xewnên Biçûk, jinên ku cihê xwe di nava komê de digirin, nêrîna xwe parve kirin.

Di sala 2011’an de hat avakirin

Fatîma Xelîl yek ji damezrînerên koma Xewnên Biçûke, ji avakirina wê ya 2011’an heya niha di nav komê de cih digre. Fatma Xelîl a destnîşan kir ku ew bi 13 jinan dest bi kar kirine lê niha hejmara wan gihiştiye 60 jinan wiha qala xebatên xwe dike: “Ji xwe jinên ku cihê xwe di nava Koma Xewnên Biçûk de digirin; ji pêkhate û alanên cuda ne, em hemû bi hev re kar temam dikin û hîs dikin ku em hemû yek malbat in." Fatîma Xelîl bal kişand 6'emîn pêşangeha wan ku di navbera 28-29'ê Çileyê de li Hola Mêrîland a bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin, anî ziman ku pêşangeha wan rastî eleqeyek mezin ahtiye û wiha dom kir: "Cudahiya pêşengeha îsal ewe ku wênexêzên ciwan jî bi berhemên xwe tevlî me bûn û berhemên xwe pêşkêş dikin. Gelek jinên jêhatî û xwedî hunereke taybet hene ku derfeta pêşketinê bidest wan nakeve, di heman wextê de dixwazin debara jiyana xwe bikin. Avabûna Koma Xewnên Biçûk bû derfeteke pêşxistinê ji bo gelek jinan ku xwe îsbat bikin. Jin bi saya vê komê dikarîbûn li ser piyan bisekinin û gava xwe ya yekemîn bavêjin.”

‘Berhemên me tiştên kevnar in’

Fatîma Xelîl da zanîn ku hercûre huner û jêhatî di nava koma Xewnên Biçûk de tê dîtin, balê kişand li ser karektera mîras û kevnariya ku di berhemên wan de xwe dide pêş û di heman demê de daxwaz ji jinan kir ku bibin xwedî proje û got: “Li vir xebatê cur be cur hene wek dirûtina cil û bergan, veguherîna tiştên kevin û çêkirina tiştên nû ji wan, xêzkirin, çêkirina havan û şêraniyê, çêkirina findan, rêskirina hirî û hunera destan û gelek karên din ên taybet û xweşik hene ku jin wan çêdikin. Divê rewşa ku em têde derbas dibin de, pêwiste em jin xwedî kar û sermaliyeke xweser bin, her wiha em bikaribin piştgiriya hevdu bikin da ku em bikaribin bi hev re ser bikevin. Em niha şeşemîn pêşengeha xwe li dar dixin, rastî jî kêfxweşiyek mezin tê dîtin, hemû jinên li vir hev nas dikin û dibe derfet ku bêtir ser hev de biçin û jêhatîbûnan ji dest hev werbigirin. Ya herî balkêş jî ewe ku berhemên tên pêşkêşkirin; piraniya xwe tiştên kevnar in ên ku dayik û bavên me em hîn kirine. Ya herî girîng jî mîrateya ku me ji bav û karê xwe girtiye, em xwe naspêrin amûran, em bi keda destan ve girêdayî ne.”

Bi tabloyên xwe reng da koma Xewnên Biçûk

Wênexêza ciwan Hîlaz Umer a ku ev meheke tevî Koma Xewnên Biçûk bûye û niha jî bi berhem û tabloyên xwe beşdarî pêşengehê bûye, kêfxweşiya xwe wiha tîne ziman: “Ji heft saliya xwe ve wêneyan xêz dikim, dinivîsim û di heman demê de cihê xwe di şanoyê de digirim. Bêguman tevlîbûna nav koma Xewnên Biçûk ji bo min gaveke xweş e ku ez xwe pêş bixim. Di demên berê de kom an jî komên wiha tune bûn ku bibin alîkar bi jinê re, lê niha heye. Rêbazê ku ez pê wêneyan xêz dikim; rastiya ku em tê re derbas dibin û rewşa heyî ye, ev rêbaz jî xwe di berhemên min de dide pêş û xuya dike. Peyama min jî ji bo jinan heye ku xwedî îrade û îsrar bin da ku bighêjin armancên xwe.”

Çîkolatayan bi rengekî xwezayî çêdike

Ji aliyekî din ve Ranya Hesen ya ku çîkolata bi rengekî xwezayî û cuda çêdike, cara duyemîn e ku bi berhemên xwe tevî koma Xewnên Biçûk bûye teqez dike ku ev kom rêyeke ji bo pevguhertina ezmûn û jêhatiyan e û got: “Dema ez ji karê xwe teqawîz bûm, min xwest ez bê kar li malê rûnim. Ez hez dikim di warê çêkirina çîkolata de bixebitim, lewma min ev rê hilbijart, zarok û hevalên min pişgiriya min kirin. Karê min di malê de sînordar ma, derbasî nava vê komê bûm ji bo ku bêtir gel karê me nas bike. Ev kom derfeteke mezin e ji bo pevguhertina ezmûn û jêhatiyan di navbera jinan de. Rêjeya xelkê jî li ser berhemên me baş e. Armanca min a pêşerojê jî ewe ku ez dikaneke xwe vekim û alîkariya jinan bikim.”

Xemil dide qumaşan

Her wiha Sozdar Kenan ji bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku qumaşan dixemilîne bi awayên taybet û balkêş dibêje ku ew kêfxweşe ji ber ku bû beşek ji projeya Xewnên Biçûk ji bo ku derdor bêtir karê wê nas bike û wiha axivî: “Nêzî salekê ye ku min dest bi vê karê kiriye, ji zaroktiyê ve ev kar bala min dikişîne û hezkirinek di hundirê min de da avakirin. Çi ji min tê xwestin li gorî teleba siparîşan ez qumaşan dixemilînim, saetan çêdikin, wêneyên jî dixemilînim û gelek tiştên cuda û balkêş. Zehmetiyên ku dikişînim; di aliyê peydekirina amûran û nirxê wan ê buha de ye, ev yek dihêle ku buhaya berhem jî pir be. Westandina vî karî pir e, tevî vê yekê jî ez gelek ji karê xwe hezdikim. Di jiyana min de cara ewile ku ez başdarî gurubek wiha dibim ku ev gaveke baş e ji bo ku gel karê min jî nas bike û bibîne em çi pêşkêş dikin. Dema mirov xwedî jêhatî ango hunerek be, wê demê nirxê wê mirovê çêdibe û dizane ku tiştek baş dide.”