Kevokê bi keda destê xwe rê nade krîza aborî derbasî mala wê bibe

Yên ku herî zêde bi çandiniyê re mijûl dibin jin in, di bin germahiya tavê de li hemberî şert û mercên zehmet bexçe diçînin û debara mala xwe dikin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Jinan ji ber ku çandinî afrandine wê beşek bingehîn di jiyana xwe de dibînin. Her çiqas zehmet be jî lê bi eşq çandiniyê bi pêş dixin. Li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê çandinî pir zehmet bûye ji ber ku av kêm e, bi taybetî çemê Xabûrê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi despêka Şoreşa Rojava re hatiye qutkirin. Lê jinên gundan bi israr in çandiniyê bi pêş bixin û debara mala xwe bikin. Yek ji van jinan Kevokê Dahir ku li gundê Til Necma yê girêdayî navçeya Til Temir dijî ye bi temenê xwe yê 60 salî bexçeyê zebzeyan çandiye da ku mala xwe ji krîza aborî xelas bike her di nava bexçe de û di bin germahiya tavê de kar dike.

“Çandinî beşek ji jiyana min e”

Kevokê Dahir da zanîn ku ji zaroktiya xwe ve xwe di nava çandiniyê de dîtiye û bi wî rihê jiyana xwe domandiye û wiha got: “Ez ji zaroktiya xwe ve her dem di nava bexçeyan de bûm, wê demê her kes bi çandiniyê re mijûl dibû. Em fêrî çandiniya pembo, bexçeyên zebzeyan û çandina daran bûn. Ez nikarim ji şînahiyê qut bibim lewma bi hemû derfetan ez hewl didim çandiniyê bi pêş bixim û debara xwe pê bikim. Dema mirov di nava şînahiyê de be bêhna mirov fireh dibe. Çi dema ez aciz dibim berê xwe didim bexçeyên xwe û tê da kar dikim.”

“Jin tenê dikare di bin şert û mercên zehmet de çandiniyê bi pêş bixe”

Kevokê Dahir wiha axaftina xwe domand: “Tiştek bê ked tune ye, di çêkirina bexçeyên zebzeyan de jî kedek mezin divê. Dema ez diçînim erdê bi bêr û tefşo dikolim û li gorî pêwîstiya xwe çêdikim, erdê xwe dikim beş û di her beşekî de ez zebze diçînim wekî bacanê sor, reş , îsot, miloxiyê, xiyar, ecûr, garis, bamî û kûsa. Her tişt bi bizir lê bacanê sor, reş û îsot bi şitlan diçînim. Piştî çandiniya wê pêwîstî bi av û daran heye da ku kurm wan xera nekin. Bêguman avdaniya wê jî niha ji bo me pir zehmet tê. Ji despêka vê şoreşê de dewleta Tirk çemê Xabûrê li ser me qut kiriye, ev jî bû sedema ku cotkar îdî nema dikarin baş çandiniyê bikin wekî Pembol, genim û her wekî din..Ji wê demê çavê me Xabûr nedîtiye em neçar bûn ji xwere bîrekê bikolin da ku em bexçe biçînin û debara mala xwe jê bikin. Bi vê rêbazê em bexçeyê xwe av didin. Bêguman yê ku pê mijûl dibe jin e, ji ber ku jin ew ya ku herî zêde di bin şert û mercên zehmet tehemul dike, di havînê de germahiya tavê û di zivstanê de serma.Jin bi  keda destê xwe debara mala xwe dike.”

“Pêşxistina çandiniyê xelasiya ji kirîza aborî ye”

Kevokê bal kişand ser ked û girîngiya pêşxistina çandiniyê û wiha anî ziman: “Ji her kesî pêşxistina çandiniyê pir girîng  e bi taybet di vê qonaxa hesas de ku li derdora me giştî şer e û çember e. Niha kirîzek aborî heye ji bo ku em bikarin xwe ji vê krîzê xelas bikin pêwiste em xwedî li xwe derkevin û çavê me ne li tu kesî be. Eger em ji bo xwe nekin tu kes ji me xelasiya me nake. Îro ev bexçe debara mala min dike û jê sûd digrim. Niha xwrina xwe jê çêdikin û ji bo zivstanê ezê hişk bikim û hilînim. Pêwîste em di her tiştî de tedbîrê xwe bigrin da ku em jiyana xwe baş derbas bikin.Helbet ji bo min û bi vî temenê min pir zehmete ku ez bexçe biçînin lê ez nikarin ji dev berdim, Bexçeyê min wekî zarokên min in, dema min ked pê re da ez pir westiyam lê niha dema ez û malbata xwe jê sûd digrim wê kedê ji bîr dikim û bi eşq têm nav bexçeyê xwe. Niha jî ji bexçeyê xwe diforşim û bi vî rengî em debraa xwe dikim. Mirov çiqas ked bide erdê ewqasî jî wê bide me.”

“Qutkirina ava çemê Xabûrê sûcekî gerdûnî ye”

Kevokê Dah axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez bang li her kesî dikim ku yê ku derfetî wê hebe bexçe ji xwere biçîne bila biçîne, pêwiste niha em ked bidin ji bo ku di demê pêş de em rehet bin. Em dixwazin rêxistinên mirovî di aliyê çandiniyê de bi cotkaran re bibin alîkar û rê li ber kiryarên dewleta Tirk a qutkirina çemê Xabûr ku ev sûcekî li dijî mirov, xweza û gerdûnê bi tevahî ye bigrin.”