Ax bi kedê berhemê dide

Şemsa Xelef di nav gundê Tenûriyê çandiniyê dike û wekî cotkareke zîrek tê nasîn ji berhevkirina zebzeyên ber bi şitilkirina cureyên din ên zebzeyên havînê dibeze û hemû roja xwe wisa derbas dike.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo- Herêma Cizîrê di Sûriyeyê de wekî seleya xwarinê, ji ber dewlemendî û bereketa axa wê ku bi keda jinan tê çandin, tê nasîn. Îsal li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baran xweş barî lê belê erênî û neyîniyên wê jî li ser cotkaran û zeviyan hebû. Şemsa Xelef a 48 salî, dayika keç û lawekî ye, zêdetirî 7 sal in tevî hevjînê xwe li gundê Tenûriyê ku 10 km. li rojhilatê bajarê Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, bi çandiniyê re mijûl dibin. Der barê çandiniya îsal de Şemsa Xelef axivî.

Rewşa çandiniya îsal

Şemsa Xelef di destpêka axaftina xwe de wiha behsa rewşa çandiniyê û buhabûnê kir: "Rewşa herêmê ferq dike, niha li vir em tovên gelek cureyên zebzeyan bi nirxê dolar dikirin lê firotina zebzeyan jî bi nirxê Sûriyeyê ye. Em carna dikevin xisarê, carna jî qezenc dikin. Lê îsal kurm û kêzik pir in ji ber li gundê me çandinî kêm e, ji lewre kurm û kêzikên heyî êrîşî baxçeyên zebzeyan dikin û wiha zirarê didin berheman. Em her dem wan derman dikin, ger niha em hesab jî bikin ên winda dikin em ê min."

'Avhewaya sar û germahî ji axê re nabe enerjiyeke pozîtîf'

Şemsa Xelef da payin ku barana îsal bi sûd bû lê ji ber derengiya wê, zebze zû şîn nabin û wiha pêl da gotinên xwe: "Her sal wekî niha em zebzeyan difroşin lê îsal rewş cuda ye. Niha hema hema em ji bo malê berhev dikin û difiroşin. Ji bo ku zebze zû çêbibin, germahî pêwîst e lê ji ber derengmayîna hatina baranê, wext jê re lazim e. Avhewaya germ bi roj û serma ya bi şev alîkarî nade, ji lewre germahiyeke zêde pêwîst dike ku niha hemû zebze baş çêbibin û werin berhevkirin. Avhewa sar e û demsala zivistanê xilas bû, germahî lazim e ku dibe piştî hefteyekê guhertin çêbibin. Cureyên ku me çandine jî kundir, îsot, becanê reş û sor, fûl û bamiya ne, me şitlên qitî jî anîne niha em wan dişitilînin. Da ku pêdiviyên gel li bazaran çi be, li gel me were peydakirin."

Ji berbangê ve xwêdana wê diherike nava axa zêrîn

Şemsa Xelef da zanîn ku çavkaniya debara wan a destpêkê û dawî çandinî ye û wiha domand: "Ez û hevjînê xwe, dibe 7 sal ku em bi çandiniyê re mijûl dibin û girîngî didin axa me ya bi bereket. Ji ber çavkaniya debara me ya destpêkê û dawî ye. Piştî kolandina bîra avê li ser erd, me dest bi çandiniyê kir û niha rojane em bi 9 donim erd ku hemû jî bi cureyên zebzeyan hatiye çandin û xemilandin, mijûl dibin. Niha em hemû radikin û em ê li şûna wê zebzeyên havînî zêde bikin, ji ber ku niha me çandî ye di mehekê de wê xilas bibe divê em li ser zêde bikin. Li aliyekî em berhev dikin, li aliyekî din jî erdê dişitilînin divê ku em nesekinin."

'Ji bo civakê bi sûd e ji bo cotkaran xisar e'

Şemsa Xelef got ku ruxmî xisarê ew pê razî ne û wiha anî ziman: "Ji bo civakê baş e ku zebze bi pereyên kêm werin kirîn lê ji bo cotkar xisar e. Ji ber em tovan û dermanan bi bihayê dolar dikirin, hesabê me û bazarê jî li hev nake û gelek caran em bi xisar derdikevin. Ji ber embêr, bîr, cotkar ewqasî diwestin û her bi demê re di nava pêşbirkekê de ne. Li bazarê zebze bi çi were firotin, em jî neçar in wiha bikin lê dîsa jî em pê razî ne. Jiyan wiha ye, em ê li xisarê derkevin û em ê qezenc jî bikin."

'Kêmbûna çandiniyê bû sedema êrîşa kurm û kêzikan ji baxçeyan re'

Şemsa Xelef bal kişand ser zirarên kêm çandiniyê û wiha bilêv kir: "Bêguman ger niha erdên vala hemû jî bihatana çandin, kurm û kêzikan êrîşî baxçeyên me nedikirin û ev kurm dernediketin. Hin kes hene erd û bîrên wan ên avê hene lê xwe nawestînin, ev jî şaş e. Em ji saet 06:00'ê sibehê ve di nav bexçeyan de ne, heya ku em berhevkirinê xilas dikin, dest bi şitilkirinê dikin. Hizrên me her dem li ser baxçe ye, em her dem şiyar in ji bo ku zarok zirarê nedin û pez nekeve navê."

'Rewşa me ji ya hundirê Sûriyeyê baştir e'

Şemsa Xelef rewşa herêma xwe û herêmên hundirê Sûriyeyê bi hev re qiyas kir û wiha anî ziman: "Ya ku herî zêde ji me re bû alîkar ew bû ku em koçber nebûn, ji cihê xwe derneketin. Yên ku koçber bûn, vegeriyan, dîtin ku mala wan hatiye talankirin. Ji lewre rewşa me ji rewşa bajarên din ên Sûriyeyê û hemû herêmên din, gelekî baştir e."

Ji Şaredariya Gel bi hêvî ne

Şemsa Xelef bi vê daxwazê dawî li axaftina xwe anî: "Em bi hêvî ne ku hîn bêtir Şaredariya Gel ji bo dayîna rûxsetên kolandina bîran, bi cotkaran re alîkar be. Ev yek bihêle çandinî bêtir bi pêş bikeve. Ez nikarim zextê li cîranên xwe bikim, fermanê bidim û bibêjim bila biçînin. Lê ger baxçeyên malan biçînin dê sûdeke mezin jê bigrin. Îro biçînin, ji bo ku hûn sibê jê bixwin û ji zivistanan re hilînin."