Kargeha Gazê ya Siwêd ji bo endezyarên jin derfetek e

Endezyara Petrokîmyayê û di heman demê de Karmenda Beşa Kontrolê ya Kargeha Gazê ya Siwêd Narîman Ehmed destnîşan kir ku di hemu beşên kargehê de jin bi awayek çalak cihê xwe digrin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Di çarçoveya kar û xebatên Kargeha Gazê ya Siwêd a li bajaroka Rimêlana Qamişlo- Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ku pêdiviya gelê herêmê ya sinderên gazê pêk tîne, Endezyara Petrokîmyayê Narîman Ehmed a di beşê Kontrolkirinê ya Kargeha Gazê ya Siwêd de kar dike, ji ajansa me re axivî.

Kargeha Gazê ya Siwêd Kengê hat avakirin, armanc û girîngiya wê çi ye?

Xebatên li ser avakirina Kargeha Gazê ya Siwêd di sala 1983’an de dest pê kirin û di sala 1985’an de bi dawî bûn. Armanca wê ew e ku karûbarên gaza navxweyî ji alavên niftê yên li Rimêlanê ewle bike, ango îstîsmarkirina mîqdarên gaza ku li ser meşaleyê dişewite û vediguherîne gaza malê û gaza paqij. Rojane 500 hezar m3 gaza paqij dabîn dike ji bo xebitandina turbînên elektrîkê yên girêdayî Fabrîkeya Petrolê ya Rimêlanê.

Kargeh ji pênc beşan pêk tê û jin jî di nav de di hemu beşan de gelek karmend kar dikin.

Kontrolkirina giştî ya Kargeha Gazê ya Siwêd

Narîman Ehmed da zanîn ku ew di beşa herî hesas de kar dike ku kontrolkirina giştî ya kargehê ye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ez di odeya kontrolkirina giştî ya kargehê de dixebitim. Gaza ku derbasî Kargeha Gazê ya Siwêd dibe, li ser 7 cureyan dabeş dibe. Cureyek ji gaza enerjiyê diafirîne û cureya duyem jî gaza LPG a ku di hundirê malan de tê bikaranîn, tê berhemkirin. Her wiha hin cureyên din hene ku ji bo tiştên din tên bikaranîn. Di vî beşê ku em tê de kar dikin gelek hesas e, kesê ku li vir dixebite pêwîst e her dem şiyar be û baldar be, ji ber ku dibe di çi kêliyê de pirsgirêkeke awarte derkeve holê. Li ser vê bingehê, pirsgirêkên ku çêdibin, ji vê odeyê çareserî derdikeve.”

“Bi hatina şoreşê re yekem car jinan cihê xwe di kargeha gazê de girt”

Narîman Ehmed bal kişand ser Şoreşa Rojava ya ku bandora xwe li tevahî sîstemên xebatê kiriye û bi saya wê yekem car jinan di vê kargehê de kar kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berî Şoreşa Rojava, di dema Rejîma Sûriyeyê de tu jin nikaribû di Kargeha Gazê de bixebite. Yekemîn car jinan di van beşên kontrolkirinê de kar kir bi hatina Rêveberiya Xweser re bû. Bêguman tîma jinan a ku ji 15 jinan pêk tê ji Zanîngeha Rojava der çûne. Di destpêkê de me zehmetî dikişand, ji ber ku yekem car jin cihê xwe di cihekî wiha digirin di nav hejmareke mezin a mêran de, pirsgirêk derdiketin holê ji aliyê neqebûlkirina mêran ji me re û bi çavekî biçûk li me mêze dikirin. Paşê û bi demê re, jinan dikaribûn bi erk û xebatê xwe îsbat bikin ku ew jî dikarin vê kargehê bi ser bixin êdî qebûlkirin jî çêbû. Ne tenê di beşa kontrolê de jin cihê xwe digrin, di beşa rêvebirin û laboratoarê de jî dixebitin.”

“Rojane derdora 14 hezar sînderên gazê tên dagirtin û belavkirin”

Narîman Ehmed diyar kir ku rojane derdora 13 hezar sînderên xazê tên dagirtin tevî elektrîka ku çêdibe û wiha berdewam kir: “Ji bo hilberîna Kargeha Gazê hejmareke diyar tune ye, rojana derdora 14 hezar sînderên gazê yên ku ji bo malan tên şuxlandin, tên dagirtin û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên belavkirin. Pêwîstiya gelê herêmê ya mezin bi enerjî û gazê heye, lewma girîngiyeke vê karegehê ya mezin heye ku bi riya petrolê ev cure derdikevin.”

“Kargeha Gazê cihekî hesas e, bandoreke neyînî ya van cureyên gazê li ser tenduristiyê heye”

Narîman Ehmed der barê metirsî û xeteriyên ku rastî wan tê di Kargeha Gazê de û bandora gazên wê li ser tendirstiya wan de got: “Li kêleka karê ku tê kirin ji bo dabînkirina pêwîstiyên gel zehmetî û xeterî hene ku her kes wan nabîne. Gelek made yan jî amûr carna kêm dibin û bi zehmetî tên peydakirin û ji vê sedemê hin rojan kargeh jî tê sekinandin, an jî bi derfetên herî kêm em kar didin meşandin, yanî em hewl didin planên din ên alternatîf pêk bînin. Di heman demê de, Kargeha Gazê cihekî pir hesas e û bandoreke neyînî ya van cureyên gazê heye li ser me tevan ku weke jehremarê jî tên pênaskekirin wekî gaza HOS, ji ber vê yekê jî karkerên ku di vir de dixebitin gelek caran bi zekem û grîba zor dikevin.”

Narîman Ehmed bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo parastin û ewlehiya karkerên li vê derê divê ewlehiya pîşesaziyê were peydakirin, kargehên bi vî rengî gelek pêdivî bi amûrên parastinê hene, her çiqas hebin jî derfetên me yên wekî kargehên cîhanî tune ye ku em wan bi kar bînin û kêm peyda dibin.”