Jinên Xezayê ji bo debara xwe bikin hînê karê necariyê dibin

Ji ber krîza aborî ya li herêmên başguhxistî, li Xezayê gelek jinan dest bi pîşeya necariyê kirine. Tevî nêrîna civakê ya ku wan nebes dibîne, ew helw didin karê necariyê bi pêş bixin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Kêmbûna xizmetên jiyanî û xirabûna rewşa aborî bû sedem ku gelek jin li Xezayê li pîşeyên ku ji bo debara xwe ya rojane pê bikin bigerin.

Xedîr Tayêh a 30 salî dibêje ku wê di sala 2015’an de dest bi karê necariyê kir, wê demê şaredariya gundê Um El-Nesir perwerdeyek ji bo necariyê dida û komek hilbijartin ji bo perwerdeyê.

Şeş meh perwerde dîtin

Xedîr Tayêh dibêje: “Ez bi 40 jinan re çûm hevdîtina ji bo perwerdeya necariyê. Tevî 10 jinan hatim hilbijartin, me perwerdeya 6 mehan dît bi awayekî cidî em fêr bûn, ji ber serkeftina me aliyên fonê cihekî necariyê ji me re di Mijdara 2015’an de vekir û bi alavên pêwîst amade kir. Me biryar da em cihê necariyê veguherînin saziyeke ji bo hevbeşiya kar ji bo fon û rêdana karê me bi leztir bibe û gelek jin tê de kar bikin, destpêkê min komek jin der barê çawaniya kar û bikaranîna alavan û amadekirina berheman de perwerde kir.”

Piştî perwerde dît niha ew bi xwe perwerde dide

Der barê karê xwe de jî dibêje ku destpêkê wê tenê perwerde dîtibû lê niha bûye perwerdekar û koordînatora komeleya Zêne ya hevbeşiya kar û seroka komîteya çavdêriyê di desteyê de. Her wiha ew serkirdeya sendîqayê ye, di hilbijartinan de jî bi ser ket û bû seroka meclisa rêveberiya komeleyê her wiha cihê necariyê jî fireh kir û alav jî tê de zêde kirin.

Derdorê hewl dida pêşî li xebata wê bigrin

Xedîr Tayêh balê dikşîne ku derdorê hewl dida hevjînê wê li dijî wê bi kar bîne û wê rexne bikin ji hevjînê wê re digotin: “Çawa tu dihêlî hevjîna te karê mêran bike bila dernekeve derve û kar neke, li malê zarokan xwedî bike baştir e.” Xedîr Tayêh dibêje:  “Ez li pêş van astengiyan sekinîm û min  îsbat kir ku ew bi hêz e xwedî vîn û karîn e. Piştre kesên ez rexne dikirim û gotinên nebaş ji bo min digotin niha tên komeleyê ji bo keçên xwe perwerde bikin.”

Xedîr Tayêh hewl dide xeta berhemkariyê berfireh bike ji bo hejmarek zêde ji jinan pêşwazî bike xwe bispêrin xwe û li dijî nêrîna baviksalarî ku nahêle jin derkevin derve û kar bikin, şer bikin.

Ji ber ku kar di beşa ku xwendibû de nedît dest bi karê necariyê kir

Her wiha Muna El-Nehal ya 37 salî, hewl da rêgeha pisporiya xwe biguherîne, ew ji koleja perwerdeyê der çûye lê kar di beşa xwe de nedîtiye, tenê carekê piştî gelek salan dest bi kar kiriye dibêje: “Min gelekî hewl da derfetek kar di warê xwe de bibînim lê min nedidît, min biryar de ez di pîşeya necariyê de kar bikim û çûm komeleya Zêne ya hevbeşiya kar.”

Muna El-Nehal diyar dike ku fikire bi xwe destpêkê de dijware, ji ber ku ew ji mamostatiyê çûye necariyê ku pîşeyekî dijware: Piştî gelek mehan ji perwerdê û tirsa min pêş alavên necariyê, niha em bûn pispor têde ji mêran jî baştir bûne, em berheman bi tiliyên modern afrîner çêdikin.