Jinên Sûdanê ji ber şerê ku didome bêkar man

Li Sûdanê jin ji ber pevçûnên ku demek dirêj e didomîn, ji bo jiyana xwe bidomînin, ji derveyî pîşeyên xwe hemû karan dikin.

AYA ÎBRAHÎM

Sûdan- Li Sûdanê pevçûnên ku di 15’ê Nîsanê de di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de dest pê kiribûn, zêdetirê salek e didomin. Vê rewşê bandor li jiyana gelek jinan kir. Beriya şer gelek jinên Sûdanê, di karên cuda yên şîrketan de dixebitîn û jiyana xwe didomandin lê piştî derketina şer bi taybetî bi hilweşandina saziyên li paytext Xartûmê re, jin karê xwe bûn. Niha gelek jin an bêkar in an jî ji bo jiyana xwe bidomînin di karên cuda de dixebitin.

'Hişmendinya ji bo jinên kedkar cuda ye'

Hadeel Abdel Rahman, navenda bedewiyê ya ku li bajarê Kalakla Al-Qubba ya li başûrê Xartûmê ava kir, ji ber pevçûnan, koçî eyaleta bakur ku lê ji dayik bû, mezin bû kir. Niha li mala xwe boza çêdike û difoşe.

Roaa Mustafa ya li Xertûmê di şirketek şêwirmendiya endezyariyê de dixebite, da zanîn ku piştî ji karê xwe bûye, koçberî bajarê Port Sûdanê kiriye û li wê derê li kar geriyaye. Roaa Mustafa, wiha got: “Dema ez di hewldanên ji bo peydakirina kar de serkeftî nebûm, min dikanek biçûk dît û sandwîç û vexwarinên sar û germ difiroşim. Min hewl da li vê derê karekî taybet ava bikim. Ez rastî gelek zehmetiyan hatim. Bi taybetî civaka Sûdanê qebûl nake ku jin di bazarên giştî de bixebitin, ji ber vê yekê hişmendiya wan a ji bo min gelek cuda ye.” Roaa Mustafa, da zanîn ku di meha ewil de karê wê baş nebûye lê projeya xwe bi pêş xistiye û niha ji berê zêdetir pere qezenc dike.

Bijîşk nan difiroşe

Rewşa bijîşka pispora anesteziyê Aliya Mohamed Ehmed a di nexweşxaneyeke dewletê de dixebite jî weka ya jinên din e. Aliya Mohamed Ehmed a ji Xertûmê koçî eyaleta bakur bû, di lêgerîna kar de ye. Ji ber şert û mercên welat û qerebalixbûna tesîsên tenduristiyê, kar nabîne. Bijîşk Aliya Mohamed Ehmed, da zanîn ku ji ber neçar e debara malbata xwe bike, biryar daye di karekî ku bikaribe pêdiviyên xwe yên rojane misoger bike de bixebite û wiha got: “Beriya demek min di mala xwe de nan çêkir û firot dikanan. Hinek pere bû alîkarî ku pêdiviyên jiyanê pêk bînim.” Bijîşk Aliya Mohamed Ehmed, diyar kir ku ne diyar e ka dê careke din vegere karê xwe yan na û wiha axivî: "Ji ber şert û mercên welat û kêmbûna derfetên tenduristiyê êdî bawer nakim bikaribim vegerim pîşeya xwe.”

‘Ji bo jinên Sûdanê tiştekî ne mimkun nîn e’

Asmaa Osman Al-Amîn li saziyek taybet a li Xertûmê di muhasebeyê de dixebite jî piştî ji karê xwe bû, derbasî Port Sûdana li eyaleta Behra Sor bû, navendeke perwerdeyê ku mirov bikaribîn jêhatîbûna xwe ya pîşeyî bi pêş bixin vekir. Asmaa Osman Al-Amîn, da zanîn ku meha Tîrmehê ya sala borî kursa xwe ya ewil dîtiye û diyar kir ku tevî hemû şert û mercên xerab jî şer, xebata jinan asteng nekir. Asmaa Osman Al-Amîn a di aliyê înternet û cereyanê de zehmetiyan dikşîne, wiha got: “Şer nebû sedem ku jin li malên xwe rûnin lê her tim ceyran qut dibe û em rastî zehmetiyan bi vî awayî tên. Min jeneratorek stant lê ez di peydakirina sotemeniyê de zehmetiyan dikşînim. Em bi awayekî van zehmetiyan derbas dikin. Ji bo jinên Sûdanê tiştekî ne mimkun nîn e, tevî hemû zehmetiyan jî em dikarin her tiştî bikin.”