Jinên Semsûrê bi ava hinaran debara xwe dikin

Jinên ku li Semsûrê hinaran diçînin debara xwe bi firotina ava wan dikin. Jinên karker diyar dikin ku ji ber ziwabûnê berhemadarî îsal kêm bûye loma jî bi qasî ku difikirîn bi dest nexistine û diyar kirin ku dahata wan a îsal pir kêm bûye.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Semsur – Bi nêzikbûna dawiya demsala payîzê re, jinên li Semsûrê hinarên ku sor dibin ji daran jêdikin û ji bo çêkirina ava hinaran dest bi xebatê kirin. Jin destpêkê bi sedan hinaran ji daran berhev dikin û dûre jî dikelînin. Vê pêvajoya ku kedeke mezin dixwaze du rojan berdewam dike. Jin bi ava hinaran a ku ew bi xwe çêdikin debara xwe dikin lê îsal ji ber kêmbûna baranê ji bêavbûna hinaran gazinan dikin.
“Em hinaran dikelînin û şerbeta ji wan çêdikin” 
Ferîde Çetîn a ku li gel malbata xwe bi baldarî hinarên kom kirine bi lepikan berhev dike, diyar kir ku hinaran ji bilî tirşiyê hem di şerbetê de hem jî di nava seleteyan de bi kar tînin. Ferîde Çetîn bi van gotinan gav bi gav behsa hilberîna ava hinaran kir: “Em pêşî hinaran berhev dikin. Piştî berhevkirinê bi alîkariya text û lepikan di nav selikan de berhev dikin. Hinarên ku me berhev kirine, wekî tirî dikin nava torbe û diperçiqînin. Piştî perçiqandinê ava ku derdikeve ji bo paqijkirinê baş dikelînin û dixin şûşeyan. Dema ku dikele ji bo paqij bibe her tim em kefa li ser digrin. 
"Pereyê ku em distînin heqê keda me dernaxe" 
Ferîde Çetîn, diyar kir ku heqdesta karê ku bi kedek mezin dikin ngirin û anî ziman ku ji ber giraniya kîloya hinaran zêde nayê firotin. Ferîde Çetîn, da zanîn ku ew tenê bi karê titûn û hinaran debara xwe dikin û wiha got: “Ev kar pir zehmet e lê tu dahata wê tune ye. Her çiqas em pir dixebitin jî pere nake. Kîloya ava hinaran bi 30 an jî 35 lîreyan tê firotin. Daxwaza ava hinarên ku em hildiberînin jî zêde ye lê pereyê ku tê heqdestê me nade. Ji ber ku biha ye mirov nikarin bistînin. Li mala me xebatkarekî meaş nîn e. Tenê debara me ax û xweza ye. Ji ber vê yekê em di her demsalê de ji bo nanê xwe dixebitin."
“Bêaviyê hinaran zuwa kir” 
Ferîde Çetîn, diyar kir ku ji hinarên berhev kirine û perçiqandine 10 an jî 20 kîlo av derdikeve û destnîşan kir ku ji ber îsal baran nebariye wê ava ku derdikeve kêmtir e. Ferîde Çetîn, anî ziman ku hinar ji bo hemû nexweşiyan pir baş in û wiha berdewam kir: “Hinar ji bo tansiyonê pir baş in. Fêkiyek pir xwezayî û pir bikêr e, em şerbeta wê bi awayekî herî paqij çêdikin. Lê îsal baran nebarî, ji ber wê jî hinar bi şaxên xwe ve zuha bûn. Ji ber ku hinar xera bûne dê îsal dahata me kêmtir bibe.”