Jinên Misrê li himberî xêzanî û bihabûnê têkoşîna jiyanê didin

Li Misrê ji ber bilindbûna nirxê hin eşyayên xwarinê di sê mehên dawî de, ku barê malbatan zêde kiriye jin di rewşeke pir xirab a aborî de dijîn. Ji ber vê yekê hin jinan dest bi lêgerîna alternatîfan kirin da ku bi vê mijarê re mijûl bibin û nekevin nêçîra xizanî û hewcedariyê.

ASMAA FATHÎ
Qahîre – Li bazara Misrê ji ber bilindbûna bihayê kel û pelan feqîr di peyîdakirina nanê xwe yê rojane de zoriyê dibîne. Hinek jinên hefar ji bo debara zarokên xwe li nava bazarê tiştên kevin û bermahiyan berhev dikin û ji bo zarokên xwe dibin.
Wezîra Plandanîn û Geşedana Aborî ya Misrê Hala Al-Saeed di daxuyaniyeke fermî ya hikûmetê de behsa enflasyonê kir û tekez kir ku qeyîrana aboriya tê jiyîn cîhaniye.
Ajansa Navendî ya Seferberî û Amarên Misrê di rapora xwe ya Cotmeha borî de piştrast kir ku rêjeya enflasyonê li welatê wan bilind bûye û pêre jî bihayê kel û pelan jî zêde bûye.
Wezîra pilandananê ya Misirê Hala Al-Saeed piştrast kir ku rêjeya enflasyonê hîn di asta ewle de ye û Banka Navendî rêjeya xwe ya armanckirî li ser sînorê ji sedî 7 destnîşan kiriye, ku di sala 2022’an de dê ji sedî 2 zêde bibe yan jî kêm bibe.
Şorûq Ehmed a 30 salî û dayika du zarokane da zanîn ku ji ber bihabûna zêde ew di peyîdakirina derfetê xweîdkirin û xwendina zarokên xwe de zoriyê dibîne. Şorûq Ehmed bilêv kir ku ew tiştên weke petat, bacan û fasile li ser hev digire û bi xwe amade dike paşê jî ji bo demdirêj bide zarokên xwe radike û got: "Min dît ku gelek kes li sûkê bermayiyên zebze yên şikestî û îskeletên mirîşkan dikirin, da ku karibin di bin siya buhayan de bijîn.”