Jinên li Idlibê di karên çandiniyê de bi xetere û zehmetiyan re rû bi rû dimînin

Li Idlibê jinên ku bi karên çandiniyê re mijûl dibin dan zanîn ku di demên palehiyê de gelek xetere û zehmetiyan dijînin û ev yek jiyanê hem zehmet dike, hem jî dixe xeterê.

HADEEl Al-OMAR

Idlib – Jinên karker ên palehiyê dikin bi gelek zehmetî û xetereyan re rû bi rû dimînin. Karkerên jin dan zanîn ku ji ber maran û qezayên seyareyê, heya diçin ser karê xwe û tên malê, bi dehan xeteriyan re rû bi rû dimînin. Fatima Al-Rabee ya 38 salî ku ji bajarê xwe yê Maarat al-Numah hatiye koçberkirin û li kampên Sarmada ya li Idlibê dijî di dema palehiya ku her sal dike û êdî bûye pîşeyek ji bo wê, kêm mabû jiyana xwe ji dest bide.

Fatima Al-Rabee piştî mirina hevjîna xwe yê du sal berê ji ber coronayê, di bin şertên giran ên jiyanê û bêderfetiya aborî de ji bo xwedîkirina çar zarokên xwe di baxçeyên çandiniyê de kar dike. Fatima Al-Rabee destnîşan dike ku bi taybetî demsala palehiyê bi xeter e, berevajî ji ber sedemên li van bexçeyan derketina dûpişk û maran, dem bi dem bi xeteriyên mezin re rû bi rû dimînin. Fatima Al-Rabee da zanîn ku di dema palehiyê de li ser bedena xwe êşeke mezin hîs kiriye û êdî gihîştiye wê astê ku beşek ji bedena xwe hîs neke, diyar dike ku bi tesadufî mar dîtiye û wisa pê hesiyaye ku ji ber pêvedana mar wisa bûye. Her wiha dibêje ku ger nexweşxane nêz nebûya û di dema xwe neçûya dê jiyana xwe ji dest bida.

Ji ber qezayê ji mirinê filitî

Ramia Al- Dali ya 36 salî ku ji cih û warên xwe hatiye koçberkirin û li kampa Deir Hassan a li Idlibê dijî destnîşan kir ku sala borî tevî 10 karkerên palehiyê qezaya seyareyê derbas kirine û ji mirinê filitî ne.

Cisr Eş-Şugur jî da zanîn ku ji ber qezayê di hestiyên lingên wê de bi awayekê cidî zirar çêbûye û bûye sedema seqetiyê her wiha di mijara tevgerê de zehmetiyan dijî. Der barê kêliyên qezayê de jî wiha got: “Destpêkê min birîndariya xwe hîs nekir. Min tenê qîrîna jinan û birîndaran bihîst û dît. Yek ji karkerên ku em bi hev re bûn di wê qezayê de li gel min jiyana xwe ji dest da.” Her wiha da zanîn ku piştî vê hişê xwe winda kiriye dema li nexweşxaneyê çavên xwe vekiriye dîtiye ku êdî nikare weke berê bimeşe.

Sala berê li Idlibê du jinên ku ji bo çûyîna palehiyê derketibûn rê di encama qezayê de jiyana xwe ji dest dan û 8 jê jin 9 kes jî birîndar bûn.

Ji ber ku rêjeya xizaniyê ya li Idlibê gihîştiye asta ji sedî 90’î zêdetir, rûxmê xetere û zehmetiyên heyî jî gelek jin ji bo debara malê û xwedîkirina zarokên xwe, ji kampên ku lê dijîn neçar dimînin di van karên ku bi xeter in de kar bikin. Lewre rûxmê zor û zehmetiya ku pê re rû bi rû dimînin jî heqê keda xwe nagirin û pereyê ku digrin têra jiyana baş û bi tendurist nake.