Jinên li Bazara Taxa Jiyan: Em keda xwe nadin mêran

"Bazara Taxa Jiyan" ku bi salan e kar dike û qada îstîhdamê ya bi sedan jinên bajêr e, ev salek e tê xwestin ji bazirganên mêr re bê veqetandin. Jinên bazar ên ku vê biryarê nas nakin û çalakiyan li dar dixin, dibêjin, "Em keda xwe nadin mêran."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Li navçeya Rêzan a Amedê ‘Bazara Taxa Jiyan’ a ku li Tirkiyê cara yekem bi destê jinan ava bûye ji aliyê mêran ve hatiye dagirkirin. Ev salek e bazarvanên zilam bi biryara şaredariyê ve dixwazin dest deynin cihê bazara jinan. Jinên bazarvan yên ku li vê semtê dimînin û roja dûşemê kar dikin, diyar kirin ku şaredarîya Rêzanê dixwaze di nav eynî hefteyê de cîhê wan bide bazarvanên mêr û pêyam dan ku ew vê biryarê nas nakin û dê ji bo qada xwe heya dawiyê têbikoşin.

Bazar 2013’an hat avakirin

Şaredariya Rêzanê ya beriya qeyûm bê avêtin piraniya serok û alîkarê serokên wê ji jinan pêk dihat, ji bo pêkanîna beşdarbûna jiyana aborî û civakî ya jinan projeyên xwe yên pîlot jiyanî kiribû. Di vê çarçoveyê de bazara  yekem a jinan a li Tirkiyeyê “Bazara Taxa Jiyan” di sala 2013’an de li Taxa Bagcilarê ava bû. Dema ku 2015’an de jinan ji ber lawazîya kar gilî kirin û yek bi yek bazarvaniyê hêlan, Şaredarîya Rêzanê jî der barê derketina wan ya bazara gerok de alîkarî kir. Jinên ku roja Şemiyê li Bazara Taxa Jiyan dezgehên xwe datînin, pênç rojên din ên hefteyê jî, li noqtayên cudayên taxa Bagcilarê bazar datînin.

Tê xwestin ‘bazara jinan’ ji mêran re bê hiştîn!

Salek e bi biryara şaredariyê zêdetirê 400 bazarvanên mêr hatin girtina bazara ku jinan dixebitin, şaredarî bi biryarekê nû ya girt re xwest noqteyê ku jin bazar datînin bide mêran. Jinên bazarvan ên ku vê biryarê nasnakin, berî du rojan li cîhê bazarê nobet girtin û tezgah danîna mêran asteng kirin. Jinên ku gotin der barê mijarê de hevdîtinên wan yên bi şaredariyê re didome, diyar kirin ku mêr dixwazin wan ji qada bazarê derbixin û hewil didin xebat meşandina wan asteng bikin.

‘Ger çareserî neye dîtin em ê çalakiyên xwe berdewam bikin’

Bazarvanên jin yên ku me der barê mijarê de pêyamên wan girt, diyar kirin ku ew e xwedî li keda xwe ya ku bi salan didome dervikevin. Bazarvanên jin diyar kirin ew biryar nasnakin û bertekên xwe jî bi anîn ser ziman:

Nurdan Sarkik: ‘’Ev nêzî 10 sal in jinan li vir kar dikir. Zedêtirî salek e meran bi biryara meclîsê, ketin nav me. Niha li bazarê, ji jinan zêdetir mêr hene. Ji me gotin biryara meclîsê ye, me jî qebûl kir. Lê niha jî Şaredariya Rêzanê rojek cuda ye em bazar datînin ango roja dûşemê bi biryara komîsyonê destûr dide mêran ku ji bo roja pencşemê bazar deynîn. Li cîhekî du bazar nabe û li ser hejmar, hejmar nabe.  Me duh li dijî vê berxwe da û çalakî pêk anî. Di encama vê çalakiyê de Serokê Şaredarîyê gazî me kir û got ev biryar ji bo demek e, em ê biryar paş ve bikişînin û ji bo çareseriyê em di nav hewldanan de ne. Lê hîn jî çareseriyek nehatîyê pêşxistin, ger ev pirskirêk çareser nebe, em wek bazarvanên jin bi malbatên xwe re det bi çalakiyan bikin. Pewîst bike em ê biçin Şaredariyê û bimeşin Enqerê ye. Doza me nanê meye, em destur nedin ku kes nanê me ji destên me bigre.’

‘Em vê biryarê qebûl nakin’

Necla Aydin: ‘’Dixwazin bazara me ji destên me bigirin. Em cîhê xwe nadin mêran. 10 salên me livir xelas bû.  Berê li van dera zift jî nîn bû, di nav ax û heriyê de me kar kir. Wekî jin bi salan, em di nav berf û baranê xebat dikin. em kedkarin, keda xwe, karê xwe ji mêran re nahêlin. Ger em ê bizanibin bimrin jî cîhê xwe nadin mêran. Bila ew mêran baş bizanibin, em vê biryarê qebûl nakin. Me wan di nav xwe de qebûl kir lê em nahêlin ku cîhê me ji destê me bigirin. Ev du sale dev ji me bernadin, dixwazin karê me ji destê me bigirin lê bi îzna xwudê nikarin bigirin.’’

‘Bêyi ku em qezenç bi dest bixin diçin mala xwe’

Muslime Kelekçîer: “Beriya salekî  gefan li me xwarin û gotin ‘em ê cîh bidin mêran, ya hunê bi wan re kar bikin an jî emê mêra bi ser ve bînin.’ Bazarek mêran hat du bazarê me kuşt. Derfetên wan û yê me ne wek hevdu ye, erebeyên wan hene, derfetên wan ji ya me baştire. Mêran li ser navê jinan cîhê bazarê kirîn û ketin nav me. Ji xwe qezencên me pir xerabin em nikarin nan bibin mala xwe. Carna hinek şevan bêyî ku em qezenç bi dest bixin, zerar dikin diçin mala xwe.

Ji bo jinan banga piştgiriyê

Ev ne bes bû niha jî Şaredarî cîhê me difroşe mêran. Me berî du roja vê agahîyê girt. Di semtekî de nav hefteyek du bazar nabe ku were saz kirin. Ji xwe kes nikare tiştekî bikire hertişt pir biha bûye. Di  nav hefteyek du bazar çiye. Dibêjin roja pênçşemê mêr, roja dûşemê jî hûn saz bikin. Em wê qebûl nakin. Ez ji vir banga Şaredarî, Walî û tevahî jinan dikim bila piştgirî bidin me.’’