Jinên ku pêşengiya şoreşê kirin di gelek xebatan de têkoşînê didomînin

Jinên bajarê Hesekê ên ku di pîşeyên cuda de kar dikin behsa zehmetî û tekoşîna jinan ên di kar de kirin û destnîşan kirin ku jin roleke mezin di pêşxistina civakê dilîze û tevî hemû zehmetiyan jî gavek paş de navêjin.

DELAL REMEDAN

Hesekê – Bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê ve jinên herama Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di her qadên jiyanî û civakî bi pêşengiyê rabûn. Jinên ji bajarê Hesekê ên ku di pişeyên cuda de kar û xebat dinin meşandin derbarê rola jinan û zehmetiyên ku rûbirû dimînin ji ajansa me re axivin. Jinan diyarkirin ku piştî şoreşê di rewşa jinên herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek pêşketin derketiye holê û dan zanîn ku tevî destkeftiyên bidest xistine jî têkoşînek mezin li hemberî feraseta mêr serweriyê didin.

‘Sîstema hevserokatî li hemî saziyan jiyanî bû’

Endama şaredariya gel a bajarê Hesekê Wefa El-Ebûd  wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di gelek civakan de jin hatin paşguhkirin, rola jinan tenê di zewac û xwedîkirina zarokan û karê malê de ma, ev hemû bi sedema adat û qalibên di nava civak û malbatê de pêk dihatin. Tevî ku jinan kar dikir jî lê hebûna wan şeklî bû û ne xwedî biryar bûn, lê piştî şoreşa jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan bi avakirina Rêveberiya Xweser re xwe di hemû waran de îsbat kirin, sîstema hevserokatiyê li hemû saziyan jiyanî kirin pesend kirin.”

Wefa El-Ebûd diyar kir ku di rastiya xwe de jin her dem dixwaze xwe pêş bixe û wiha berdewam kir: "Tevî hemû destkeftiyên şoreşê lê hîna jî hinek astengî li pêşiya jinên kedkar hene. Ez di warê tenduristiyê de kar dikim û li dikanên bazirganiyê digerim, ez gelek caran rastî nerînên neyînî têm, xwediyên dikanan bi min re nadin û nastînin, bi hevalê min yê xort re diaxivin. Ev yek rola dikeve ser milê min asteng dike lê belê ez vê yekê qebûl nakim. Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibînin ku jin ji nîvê civakê zêdetir e, ew bingeheke sereke di avakirina wê de ye, em ê van zehmetiyan derbas bikin û rola jinan bêhtir bi pêş bixin.”

‘Divê jin ji guhertina re vekîrî be’

Endezyar Dîna Mûsa jî wiha got: “Salek zêdetir ez di warê serpereştiya projeyan di şaredariyê de kar dikim, di karê min de divê ez bi kedkaran re gelekî bidim û bistînim, hejmara jinan hindik in û mêr jî gelek in. Ji ber xwendina endezyariyê jî kesayeteke xurt ava dike  min gelek zehmetî derbas kirin. Karekî bê zehmet tune ye, bi îsrar û hezkirina kar mirov dikare derbas bike, divê jin jî wêrek be û ji guhertinan re vekirî be.”

‘Berpirsyartiya giran dibe sedemên nexweşiyên derûnî û fîzîkî’

Mamoste Renda Hisên jî diyar kir ku ev 12 sal e mamostetî dike û hewil dide ku di navbera mal û kar de hevsengiyê ava bike û wiha got: “Ev jî ne hêsan e, karê jinan erêniyên wê û neyîniyên wê jî hene jin malbata xwe xwedî dike ev karekî erênî ye lê belê neçar dimîne berpirsyariyên zêde jî rake ser milê xwe, ev jî dibe sedem ku nexweşiyên derûnî û fîzîkî pêre çêbibin. Dayîk zehmetiyan di xwedîkirina zarokekî de dibîne, eger hejmara zarokan pir be wê çawa be, ji ber wê berpirsyariya mezin li ser mamosteyan e. Ez silavên xwe ji her jineke têkoşer û kedkar re dişînim.”