Jinên Koye bi çandiniyê barê malbatên xwe sivik dikin

Bawernameyên zanîngehê ku hêviya mezin a ciwanan bûn, îro li hemberî bêkarî û nebûna derfetên kar winda bûne. Jinên wek Xûzga Fazil ku tayîn nebûne, ji bo desteka aborî bidin mabata xwe, li zeviyên çandiniyê di xebitin.

ŞILÊR KOYE

Koye – Di vê serdema ku ciwan ji ber bêkarî û nezelaliya ji paşerojê bêhevî ne û derçûyên zanîngehê li benda tayînkirina hikûmetê ne, jinên kedkar ên Kurdistanê berê xwe dane çandiniyê. Ew bi destên xwe yên westiyayî ku nîşaneya êş û kedê li ser wan heye, ne tenê barê darayî yê malbatên xwe sivik dikin, dîroka nû ya kar û serxwebûnê dinivîsînin.

‘Em fasûlyeyan berhev dikin’

Xûzga Fazil a ku zanîngeh qedandiye û tayîn nebûye berê xwe daye karê çandiniyê, wiha got: “Ez ji zanîngeha Rêveberiya Bazirganiyê mezûn im, ji ber tu tayînbûn nîn e, ez karê çandiniyê dikim. Îro, ez bi çend jinên din re çûm gundê Hermûtayê da ku fasûlyeyan kom bikim. Ev sê sal in min zanîngeh qedandiye lê hê jî tayîn nebûme loma min dest bi karê çandiniyê kir. Em bi jinan re li Koye serê sibê, saet di şeşan de, tên ser kar. Carna rojane û carna jî bi peyman dixebitin.”

‘Em dixwazin bi vî karî barê malbata xwe sivik bikin’

Xûzga Fazil wiha got: “Ez spasiya  wan cotkarên ku ji bo me derfetên kar afirandine dikim, ji ber tiştê ku van cotkaran ji bo me kirine, hikûmetê ji bo me nekiriye. Me xwendina xwe qedandiye û bawernameyên me hene lê ji bo me tiştek nehatiye kirin. Ez li vir dixebitim, tu cudahiya min ji jinên ku bawernameyên wan nîn e tune ye. Ji ber bawernameya me tu fêdeyek ji me re neaniye, em dixwazin barê li ser malbata xwe sivik bikin. Em rojane tên deştan û xebat hinek be jî xemên me sivik dike. Hemû ciwanên Kurdistanê bêkar in û ev gelek sal in tu tayînkirin nîn e.”

‘Berhemên xwemalî bi erzanî tên firotin’

Xûzge Fazil da zanîn ku aliyên têkildarî çandiniyê, berhemên biyanî tînin Kurdistanê, ev yek ziyaneke mezin dide cotkaran, berhemên navxweyî jî bêqîmet dike û wiha got: “Ev bû sedema windabûna derfetên kar. Bi vê jî dîsa ez û yên weke min ziyanê dibînin. Karê çandiniyê jî namîne em bikin. Mixabin berhemên xwemalî erzan tên firotin.”

‘Mesrefa bajar pir zêde ne’

Şamam Hemed Emîn, jinek bi temen e bi komek jinan re ji Koye ji bo berhevkirina fasûlyeyan hatiye, wiha dibêje: “Îro em bi hev re hatine, fasûlye, hinar û zeytûnan berhev dikin. Zêdetirî 10 salan e ez di karên çandiniyê de dixebitim. Ji ber mûçeyê kêm, kar tune ye. Em neçar in ji bo zarok û malê dixebitin. Ji ber ku mesref zêde ye, bi taybetî li bajar; pereyê av, kehrebe û kirê, mesref gelek e lê ev kar jî baş e îdareya me dike.”

Şamam Hemed Emîn di dema berhevkirina fasûlyeyan de behsa demên berê dema ku jinên Kurd wêrek, jêhatî û kedkar bûn di zeviyan de dixebitîn kir û got: “Jin bi hev re karên çandiniyê dikin. Divê em jî mil bi mil bisekinin û bixebitin, xwe nespêrin kesên din. Nabe çavên me li destên kesên din be, heta taqeta me hebe em ê bixebitin.”

‘Dema jinek azad be divê xwenda û zana be da ku bikaribe bi serbilindî bijî’

Şemam Hemed Emîn têkildarî azadiya jinan û tundiyê wiha got: “Em azad in û jinên Kurd jî bi piranî azad in. Dema ku jin azad bin divê xwedî perwerde û zanîn bin da ku bikaribin bi serbilindî bijîn. Bêguman tundî heye lê bi saya şiyariya jinan, tundî kêm bûye.”

‘Me qasî du mehên zivistanê kar kiriye’

Şamam Hemed Emîn got: “Karên ku em heta zivistanê dikin hene. Di zivistanê de em du mehan bêhna xwe didin, ew tiştên ku me berhev kirine dixwin. Biharê jî em kereng û kariyê berhev dikin li bajar difroşin. Jixwe di werza bihar û havînê de karê çandiniyê heye. Em ji bo debara xwe sal dozdeh meh dixebitin. Hêviya min ew e ku ez karê xwe bi serbilindî bikim, li ser lingên xwe bisekinim, karê xwe baş bikim.”