Jinên karker ên Tekstîla Ozak: Bila tu kes ji têkoşînê netirse

Berxwedana ku karkerên Tekstîla Ozak li dijî zext û mobîngê li Rihayê dabûn destpêkirin, li Holdîng Tekstîla Ozakê ya li Stenbolê didome. Seher Gulen û Aysel Bagcî yên ji tekstîla Ozakê ji kar hatin avêtin gotin; “Em şanaz in, me bi tenê nehêlin.”

ELÎF ÇETÎNER

Stenbol- Li Tekstîla Ozaka ku li Rihayê 700 karker lê dixebitin, BÎRTEK-SEN (Sendîkaya Karkerên Çerm û Rêsandinê ya Tekstîlên Hevgirtî) bû 'xeta sor' a patronan. Ji BÎRTEK-SEN'ê ku wek 'sendîkaya nayê xwestin' hat îlankirin encambûna karkeran hat astengkirin. Karkerên ku li dijî vê yekê li ber xwe dan ji kar hatin avêtin. Karkerên ku bi mehan li Rihayê li ber kargeha lê dixebitîn li ber xwe dan, bi tundiya leşker û alîgirên patron re rûbirû man, hatin binçavkirin lê dev ji berxwedana xwe bernedan.

Karkerên ku biryar dan heta encamê bigrin berxwedana xwe mezin bikin, berxwedana ku di 27’ê Mijdara 2023’an de li Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Rihayê dabûn destpêkirin, li bajarê Stenbolê didomînin. Karkerên ku li ber Holdînga Tekstîla Ozak a Zeytînburnuya Stenbolê konê berxwedanê vedane, ji bo dengê xwe bidin bihîstin, li pêşiya dikanên li Stenbolê çalakiyan li dar dixin.

'Jiyana min a taybet binpê kirin û gef li min xwarin'

Yek ji karkerên ku destpêkê ji kar hatin avêtin Seher Gulen, pêvajoya ku derbas kirine ji ajansa me re vegot.

Seher Gulen, diyar kir ku ji ber zext û mobînga li cihê kar, ji Sendîkaya Kar a Oz Îplik Îş derketine û bûne endama BÎRTEK-SEN'ê, ji ber ku di dawiya hefteyê di saeteke derveyî mesayî tevlî civîna sendîkayê bû, ji aliyê xwediyê kar ve jiyana wê ya taybet hat binpêkirin û rastî gefa ji kar avêtinê hat. Seher Gulen, van kêliyan bi van gotinan vegot:

"Me roja Yekşemê civîn çêkir. Roja Duşemê jî xwediyê kar gazî min kir li odeya xwe pirsa ‘Seher tu hefteya din çi kir?' Min jî got, 'ez di roja xwe ya betlaneyê de geriyam' lê vê carê jî navê cihê me civîn kir, îma li min kir û di rastiyê de jiyana min a taybet binpê kir. Ji ber ku 6 meh bûn min dest bi xebatê kiribû, di nava hemû kesan de bi gotinên tu di nava pêvajoya ceribandine de yî hay ji xwe hebe bi ser min de qîriya û gefan li min xwar.”

'Me soz daye em ê gav paşve navêjin'

Seher Gulen, bal kişand ku piştî gefên ewil, di tevahiya dema xwe ya xebatê de mobîng û zext zêde bûne û wiha got: “Hişyariyên weke li karê xwe binêre, li derdorê neaxivîn zêde bûn û piştî çend rojan me bihîst hin kesan ji kar derxistine. Rewşeke ku me hêvî dikir bû. Me di civîna xwe ya sendîkayê de ev rewş nirxandibû û me soz dabû ku em ê gav paşve navêjin.”

‘Çenteyê min beriya min avêtin derve’

Seher Gulen, da zanîn ku xwediyê kar her dem bi hincetan gefa destberdana ji kar berdewam kiriye û wiha got:

“Tevî ku em berhemên çêdikin her dem kontrol dikin jî tayê berhemek kişand û ji bo min ji kar bavêjin li hincetan geriya lê min ji wan re îsbat kir ku ne wiha ye. Gotin kar hatiye betalkirin lê ruxme vê yekê jî mesaî bi me dan kirin. Em roja şemiyê heta derengiya mesaiyê xebitîn û roja Duşemê gazî min kr, ji min re gotin dawî li karê min anîne û xwestin ez daxwaznameya îstifayê binivîsînim. Dema min îtîraz vê yekê kir, bi gefa 'em ê sîcîla te xera bikin' re rû bi rû mam. Min daxwaznameya xwe ya îstifayê nenivîsî, ez li  benda midûrê giştî mam, di vê navberê de min derxistin derve û min dît ku tişt û çenteyê min beriya min avêtine derve.”

‘Em ji mizgeftê jî hatim avêtin’

Bi jikarderxistina Seher Guler re meşaleya têkoşîna fabrîqeyê hat pêxistin. Karkeran bi hev re, dest ji kar berdan bertek nîşanî jikarderxistina havalên xwe dan. Seher Guler da zanîn ku zexta li mal dest pê kiriye ji derve zêde bûye û wiha berdewam kir: “Leşkerên me, qeymeqamê me û heta dadgeha kar jî beşdarî vê pêvajoyê bûn. Em ketibûn rewşa ku leşker giliyê leşker dikir. Em ji mizgeftê jî hatin derxistin lê belê ji bo berdewamiya çalakiya xwe me têkoşînê domand.”

‘Em hîn bûn ku dewleta me tune ye’

Seher Gulen destnîşan kir ku li Rihayê çavkaniyên civakê bi kar anîne û mudaxeleyên zextê jî zêde bûne û bi bîr xist ku ji bo dengê xwe hê zêdetir bidin bihîstin têkoşîna xwe li Stenbolê didomînin û wiha got: “Di konên têkoşînê yên li Riha û Stenbolê hatin avakirin de bi taybetî ji aliyê jinan ve piştgiriyek mezin hat dayîn. Berê me ji televîzyonê li çalakiyan temaşe dikir, me heq dida karkeran, niha li cihê wan karkeran em hene. Me tu caran xwe bi tenê hîs nekir, hemû kesan piştgiriya me kir. Divê me vê pêvajoya têkoşînê bijiya. Ev tiştek girîng e. Em fêrî gelek tiştan bûn. Ya herî girîng jî ew e ku em fêr bûn ku dewletek me tune ye.”

Seher Gulen banga mezinkirina têkoşînê li jinan kir û wiha got: “Divê karker yek bin, bi dengên me wê sîstema yên ku li ser qoltixan rûniştine biguhere. Bila kes ji têkoşînê netirse.”

‘Di germahiya Rihayê de em bê klîma xebitîn’

Yildiz Bagcî yek ji karkerên din ên têkoşer e ku ev 4 sal in dixebite. Yildiz Bagcî li Rihayê weke jineke bi salan e di atoleyeyên tekstîl û fabrîqayan de bi keda xwe dixebite, diyar kir ku daxwaza mafê xwe û keda xwe kiriye û ji ber ku li hemberî ji karavêtina havala xwe bêdeng nemaye weke bi dehan havalên xwe ji kar hatiye derxistin û got: “Her dem em rastî heqaretê tên, li ciheke weke Rihayê, havînan jî li cihên bê klîma em neçarî xebitandinê kirin. Em nêzîkatiyên mirovî nabînin.”

Yildiz Bagcî bi bîr xist ku her dem jiyana wan a taybet tê binpêkirin û der barê tiştên ku jiyane de wiha got: “Jineke havala me li gel havelek xwe ji derve rûnê, wêneyên wan dikşînin û bi şandina ji malbata wê re gef lê dixwin. Jinek havala me ji aliyê hosta ve rastî tacîzê hat, gilî kir û piştre çi bû agahî neht dayîn.”

‘Ez bi xwe şanaz im’

Yildiz Bagcî anî ziman ku dema dest bi têkoşînê kirine ji malbat û derdorê gelek caran pirsên ku ‘Ma li dijî petron şer tê kirin’ hatine, têkoşîna wan ji hemû kesan re bûye bersiv û got: “Ev çalakiya min a yekem e. Min piştgiriyê ji malbata xwe girt. Em têkoşiyan, niha ez bi xwe şanaz im.” Yildiz Bagcî peyam da ku weke hevalên xwe yên din ên karker heta ku mafê xwe bi dest nexin wê ji têkoşîna xwe gav şûnde navêjin.