Jinên ji Qahire: Aborî ji bo jinê wekî çekekî xwe parastinê ye

Di rastiya pergal û hişmendiya kapîtalîzmê ya li ser jinê tê ferzkirin de pêkanîna debara jiyanê ji bo jinê di hêla têkoşîna li dijî mêr serweriyê de yek ji mijarên herî sereke ye.

ASMAA FATHİ

Qahîre - Xwediyê aboriyê di esas de jin e ku bi derketina desthilatdariyê re aboriya jin ji destê wê hatiye standin. Îro bi serhildan û berxwedana jinê jin karîbû cardin vegerê aboriya xwe û li ser wê esasê xwe û civaka xwe bi rê ve dibe. Rêxistina Femînîst ji bo bi hêzkirina aboriya jin gelek serkeftinên mezin bi dest xistiye ku xwe dispêre hêza jinê. Jinên karker îro dikarin bi dilgermî li hemberî zehmetî û binpêkirinê bisekinin. Têkildarî mijarê jinên ji Qahirê yên destnîşan dikin ku ji bo têkoşîna li dijî hişmendiya mêr serweriyê diyardeya aborî û debarê yek ji mijarên sereke ye, derbarê mijarê de azmûnên xwe bi me re parve kirin.  

 “Ji ber aboriya min tuneye ez tundiya ku li ser min tê kirin ji aliyê hevjinê min tehemul dikim”

Huda Majdy ku ev nav leqebê wê ye ne navê raste, bi awayekî xemgîn û bi êş wiha qala serpêhatiya xwe dike: “Min li mala bavê xwe ji ber zext û zordariyê gelek êşên mezin ji bavê xwe kişandiye. Di heman demê de Bavê min tundî li min û dayika min dikir. Piştî ez zewicîm niha mala xwe bi rê ve dibim û zarokên xwe mezin dikim. Min gelek dixwast ku ez jî xwedî pîşebûma û min pêşeroja xwe û zarokên xwe bixista di bin ewlehiyê de. Ez li mala bavê xwe bi zilm û neheqiyê re rûbirû dimam û piştî zewacê jî ji aliyê hevjînê xwe ve ez rastî tundiyê hatim, ji ber ku pîşeyek min tunebû min ez neçar mam ku wê zilmê teqebul bikim, aboriya jinê ji bo jinê wekî çekekî ye ku xwe pê diparêze, pêwîste her jinek xwedî çavkaniyê jiyanê be. Niha ez 40 salî me û di jiyana min de gelek ezmûnên fêrker pêk hatin ku heta niha ez li ser piyanim. Lê nebûna pîşeya min dihêle ku ez hewcedariya hevjinê xwe bim. Niha tişta herî girîng ji bo min pêşeroja zarokên min in.”

“Aboriya jinê xebatên serkeftî meşandiye” 

Umniye Malikî di saziya aboriya jinê de kar dike nêrîna xwe wiha tîne ziman: “Bi hêzkirina aboriya jinê re bingeha avakirina kesayeta jinê tê avakirin. Ev kar dihêle ku jin di jiyana xwe de biryarê bigire. Desthilatdariya ku herî zêde lêçûnê dike, desthilatdariya xwe li ser jinê jî feriz dike. Dema ku jin bi xwe debara jiyana xwe dike tu kes nikare desthilatdariya xwe li ser jinê feriz bike. Piştevaniya serxwebûna jinan bi hêz kirina aboriya jinan ve girêdayiye. Rêxistina Femînîst girîngî dide xebata aboriya jinê ku gelek karên serkeftî meşandine. Ger jin ji xwe bawer be dikare karên baştir û xweştir bike û bimeşîne. Pirî caran jin xwe bê bawer in û kar nakin, lê divê jin bizanibin ku hêza wan heye û dikarin her karê bi rê ve bibin. Ger jin bikaribe xwe bi xwe kar bike, muxtacê, hevjîn, bav û bira jî nabe. Ger jin biryara kar kirinê bidin, dê ferqê pir ji nêz ve bibînin. Her ku jin pêşbikeve dê biryarên şaş ên ku di derheqê wê de tê dayîn red bike.”

“Pêwistî bi hêz kirina jinan heye”

Umniye Malikî da zanîn ku divê tevahî jinan ji bo vê projeyê agahdar bikin û wiha got: “Hêjmarek ji jinan hîn agahiya wan nîne ku aboriya jin hatiye avakirin û divê wek sazî em wan jinan agahdar bikin ku karek wiha heye. Her wiha di kevneşopiya civakê de nêrînek ku xerçkirin û peydakirina malzemeyan tenê ya mêran tê dîtin. Ev yek jî nîşan dide ku jin ji karkirinê re hîn xeribîn, ji ber wê hewce dike ku em jinan perwerde bikin û hişyar bikin da ku werin di aboriya jinê de kar bikin. Ji bo ku em bikarin vê kevneşopiyê biguhêrnin pêwistî bi kar û xebatên mezin heye. Em dikarin bi guhertina hişmendiya civakê re nirx û pîroziya jinê cardin bidin fêm kirin. Heta niha jî kar û xebatên ku em ji bo jinê dikin, qels e. Ji derveyî projeyan pêwistî bi hişyarkirin û bi hêzkirina jinan heye.”