Jinên ji gundên Misra Jor di bûyîna hêza aborî de rastî cihêkariyê tên

Tevî ku hejmarek jin hene ketina bazara bazirganiyê û heta ber bi hilberînê ve jî bi ser ketine dîsa jî gelek ji wan jinan mafên wan tune ye bêyî rizaya mêr biryar bidin û diravê xwe xerc bikin.

ASMAA FATHI

Qahîre - Tevî ku hejmarek jin hene ketine nava bazara bazirganiyê û heta ber bi hilberînê ve jî bi ser ketine, gelek ji wan jinan mafên wan tune ye bêyî rizaya mêr biryar bidin û diravên xwe xerc bikin. Rastiya ku jin ne xwediyên mafê çarenûsê ne, rê li ber wan girt ku projeyên xwe bi cih bînin.

Jin nikarin gilî jî bikin, li gorî jinên ku me bi wan re hevdîtn kir, nexwestin navê wan were eşkerekirin û bi navê din ji me re axivîn ji ber ku tiştên ew dikin eşkerekirina nehêniyên malên wan e ku ev tawanek civakî ye ku encamên wê dibe bigihîjin hevberdanê.

Jinên ku hewl dan rewşa xwe ya aborî biguherînin rastî astengiyan hatin

Rawya Ala wiha got:Min projeya xwe bi firotina sebze û hin cureyên xwarinê dest pê kir û hevjînê min dahata malê kontrol dikir. Tiştê ku min qezenc dikir di destên wî de bûn. Tevî vê yekê jî tundî li min dikir lê min tehemul dikir ji bo ku bihêle ez kar bikim. Min 5 salan ev rewş tehemul kir heya biryar da dikana xwe bigrim ji ber ku ji ber tundiya hevjînê min li min dikir rewşa min a tenduristiyê pir xerab bû. Min ji projeya xwe gelek pere qezenc dikir û dixwest projeya xwe bi pêş bixim lê hevjînê min bi zorê pere ji min digirt. Bi demê re ez nexweş ketim û min êdî ji rehetiyê pê ve tiştek nedixwest.”

Zêneb Salim mîrateya xwe ji bavê xwe girtiye û xwest ku nanpêjxaneyek ava bike lê hevjînê wê jê re got ku derketina jinan ji bo kar ji malê ji aliyê şerîetê ve heram e û bandoreke neyînî li malê dike. Bi wî awayî pereyê wê jê stend. Zêneb Salim wiha anî ziman: “Hevjînê min hemû pereyên min girt û hindik li me xerc kir. Ez ji hemû mafên xwe bêpar bûm, nehişt ez ji pereyên xwe sûdê bigirim. Tevî ku pere yê min e jî ez nikarim tiştekî bikirim ji bilî dema ku hevjînê min bixwaze.”

Piranîya jinan li Misra Jorîn ne xwedî mafê xerckirina pere ne

Nahid Yûsif got ku rastiya jinan a li Misra Jorîn ji ên din cudatir e, nemaze di warê bihêzkirina aborî de û wiha got: “Rewşa jinan di bazara kar li Misra Jorîn de pir dijwar e û jin ne xwediyên biryarê ne, ji ber ku hebûna wê di mala bavê wê de dihêle ku bavê wê destê xwe deyne ser pereyên wê û di dema zewaca wê de, biryar ji hevjînê wê re tê veguhestin. Jin ji bo destpêkirina projeya xwe an jî pêşvebirina wê nikare krediyê bigre ji ber ku ev yek ji aliyê civakê û malbatê ve tê redkirin. Bi dîtina hejmara tomarên bazirganiyê li parêzgeha Qena, diyar dibe ku piraniya wan li ser navê jinan hatine tomarkirin lê rastî berevajiyê wê ye, kaxez bi navê jinan hatine tomarkirin lê zilamên malbatê ne yên ku karê rast li ser erdê dikin. Gelek jin bi çanda bajarê Qahîreyê bandor û dest bi jiyana giştî û bazirganiyê kirin.”

Nûnertiya jinan di Desteya Rêveber a Odeyên Bazirganiyê de

Der barê serpêhatiya xwe ya kesane de, Nahid Yûsif got ku wê berî 15 salan dest bi projeya xwe kir û hevjînê wê piştgirî da wê û wiha pê de çû: “Fikra ku jinek projeyek taybet bi cih bîne, dema ku min li Qena dest bi karê xwe kir, zehmet bû, ne berfireh bû lê min ev kar kir. Ez rastî gelek zehmetiyan hatim. Nêzî 12 salan min dikaribû di Federasyona Odeyên Bazirganiyê de ji Qenayê bibim endama lijneya rêveberiyê. Min di dirêjahiya rêwîtiya xwe ya di bazara kar de êş kişand û ez rûbirûyî dijwariyên curbecur bûm, heya ku min dikaribû bi ser kevim û kargehek vekim, hemû xebatkarên kargeha min jin bûn.”