Jinên ji Germiyanê: Tirkiye bi hevpeymana 50 salan a neftê, binêsazî û aboriyê têk bir

Peymana 50 salan a neftê û kêmbûna dahatê, xizanî û rewşa xirab a aboriyê ji bo jinan û niştecihên li Germiyanê jiyanê zehmet û zortir kir. Jinên ji Germiyanê bal kişandin ser sedemên aloziya aborî û rewşa jiyanê ya xirab nirxandin.

HAWJÎN ŞEKUR

Germiyan – Jinên ji Germiyanê destnîşan kirin ku zêdebûna bihayê amûrên bingehîn ên jiyanê ji bo wan bûye bar û rayedaran ji bo çareserkirina aloziya aborî tu hewldan û gavên pêwîst neavêtine. Jinan dan diyarkirin ku ew di wê xemê de ne rewş her ku biçe xirabtir bibe.

“Dema ku mûçe tên dayîn hemwelatî pêdiviyên xwe bi cih tînin”

Arzu Hesen a xwediyê dikana eşyayên malê, diyar kir ku zehmetiyên jiyanê û dabînkirina debara jiyanê ew neçar hiştiye ku ji xwe re li kar bigere. Arzû Hesen bi van gotinan behsa zehmetiyên aborî yên dijî kir: “Qeyrana fînansal karê me kêm kir. Ez ji bo dahatek baş bi dest bixim li kêleka dikanê karê destan dikim. Ji ber ku hewcedarî girantir dibin û em nikarin van dabîn bikin. Dê tevgerên bazarê jî hêdî bibin.”

“Bombeyên Tirkiye û Îranê jiyana welatiyan zehmet dike”

Karsazek din a ciwan Şênê Îsmaîl jî got ku ew salekê wek berdest xebitiye, piştre fêrî kar bûye û bi awayekî serbixwe dest bi xebatê kiriye û biryar daye ku ji xwe re dikanek veke.

Şênê Îsmaîl da zanîn ku ji bilî kêmbûna mûçe û şert û mercên xirab ên jiyanê, êrîşên bombeyî yên Tirkiye û Îranê jî jiyana gelê Germiyanê hin zêdetir dijwartir dike.

“Tirkiyeyê binesaziya welat ji dest wê girt”

Keylî Îsmaîl diyar kir ku divê hin zêdetir di warên çandinî, turîzm û bazirganiyê de xebat hebin, wiha axivî:  “Gelek sedemên bilindbûna bihayên kelûpelan heye. Di civaka me de pir zêde gendelî heye. Eleqe ji çandinî, turîzm û bazirganiyê re tune ye. Divê em di hemû qadên turîzmê de zêdetir girîngiyê bidin sektorên veberhênan, çandinî, bazirganî û hilberîna navxweyî zêde bikin. Divê em ji zeviyên çandiniyê sûdê bigrin.”

Keylî her wiha destnîşan kir ku pêdivî bi zêdekirina berhemên navxweyî heye ku ji derve re jî bê firotin û wiha domand: “Em nabêjin bila wek welatên derve çekên giran çêbikin lê em dikarin zêdetir bala xwe bidin sektorên veberhênanê. Bi Tirkiyeyê re peymana neftê ya 50 salî heye ku aboriya welatê me wêran kir. Ne debara jiyanê û ne jî mûçe heye. Ev hemû jî jiyana welatiyan zehmet dike.”