Jinên Idlibê berhemên kevin vediguhêrînin tiştên hunerî

Jinên Idlibê ji berhemên kevin vediguhêrînin berhemên xemlê, dan zanîn ku ew bi saya vê karê di aliyê aborî de sûd werdigirin û gotin: “Em ji berhemên kevin amûrên xemilandinê çêdikin.”

LENA AL-KATEEB

Idlib- Jin li kuderê be bila bibe, sirê jiyanê û xwe xwedîkirinê dizane. Jina afrîner û xwedî ezmûn kariye heta roja îro civaka xwe bi rê ve bibe. Jinên Idlibê ji bermahiyên kevin û xirab bi afrîneriyek mezin berhemên xemlê çêdikin û aboriya xwe bi rê ve dibin. Her wiha xemlên ku çêdikin bi rêjeyek kêm difroşin. Jinên Idlibê bi keda destê xwe berhemên hunerî û xwedî estetîk avadikin. Têkildarî vê mijarê jinên Idlibê yên ku vê karê dimeşînin nêrînên xwe parve kirin.

“Bi bermahiyên kevin, xemlên nû ava dike”

Halîma El-Kayal a 37 salî di derbarî karê ku dike wiha nêrîna xwe anî ziman: “Mirov bi gelemperî da ku ji tiştên kevin xilasbibin, tiştên nû dikirin. Ev nêzîkatî hişt ku ez ji bermahiyên kevin berhemên nû ava bikim. Niha ez bi bermahiyên mobilya, berhemên xweşik ava dikim û amûrên hunerî ya malan çêdikim. Her wiha ez amûrên mîna darîn, şûşe, plastîk, cam û pelên rojnameyan sûd werdigirim. Ez kartonên şîrê vediguherînim guldankan. Ez sindoqên darîn ên kevin vediguherînim hunerê û wê sandoqê bi mijik û mirwarên sexte dixemîlinim. Her wiha ez di xebata xwe de madeyên mîna zeliqand, firçe, sîlîkon û boyax bi kar tînim. Ez têgehên hunerî yên cihêreng li tiştên kevin zêde dikim.”

“Bi şûşe û tekelan cihê kulîlkan çêdike”

Maha Safiya ya 22 salî ji bajarê Xan Şêxûnê ye û koçberek ji kampeke li bajaroka Hezano ya Idilibê ye wiha di derbarê karê ku dimeşîne de nêrîn da: “Ez di pîşeya vegerandina bermahiyên kevin de kar dikim û ez bi vê karê lêçûyinên xwe yên zanîngehê peyda dikim. Ji zaroktî de ez berhemên xemil hezdikim. Di şert û mercên jiyanê de nebûna derfetê hişt ku ez vê karê bikim. Min bi vê karê gelek ezmûn bi dest xist. Her wiha ez li ser malpera civakî xemlên ku tên çêkirin mêze dikim û wiha xemila malan çêdikim. Ez bi şûşe û tekelên erebeyan xemil çêdikim. Di destpêkê de ger şûşe ango tekel be, wan bi rengên xweşik dixemilînim, paşê ax tijî dikim û kulîlkan têde diçînim. Herî dawî jî ez wan berheman difiroşim.”

“Bi roket û mûşekan, gerdan û tabloyan çêdike”

Rewan Ebdul-Cewad a 26 salî ji Seraqib koçberî kampeke li bajarokê Batbo li gundewarê Idlibê bûye wiha xemla ku çêdike qal dike: “Ez ji çekên ku di encama şer de mane mîna roket û mûşekan xemil çêdikim. Ez roket û mûşekan vediguhêrînim gulxaneyek ji kulîlkan. Her wiha ez ji wan gerdan ji jinan re û tabloyên ku nîşaneya aramî, azadî û aşitiyê îfade dikin çêdikim. Ez bermahiyên ku ji şer mane bi rengan dixemilînim û li ser wan bi destê xwe xêz dikim û xemlek xweşik derdikeve holê. Ev şer êş û azarên pir mezin da gelê Sûriyê û êşên bê hêjmar hiştin, ji lewra min xwest bi amûrên çekan, hezkirina gelê Sûriyê ji jiyan, aşitî û aramî re destnîşan bikim. Ez dixwazim ev berhemên min bênemir bin û ji nifşên pêşerojê re çîrokên kesên êş jiyane vebêje.”

“Ev kar bi serê xwe serkeftinek mezin e”

Pispora civakî ya bajarê Sarmeda, Salwa El-Kuntar ku 39 saliye, di navenda bi hêz kirina jinan de kar dike wiha behsa girîngiya veguhêrandina amûrên kevin dike: “Veguhêrandina amûrên kevin feydeyek ji jîngeh û aboriya jin re dike. Her wiha jinên ku vê karê dikin jîngeha me ji xisar û xirabûyinê xilas dikin. Jinên ku vê karê dikin bi keda xwe amûrên hunerî diafrînin û gelek sûd ji wan digirin. Em dikarin bêjin ku veguhêrandin ne karek hêsan e ku herkes bikaribe bike. Ev huner bi serê xwe serkeftinek mezin e. Bi perçeyên kevin û xirabûyî vediguhêrînin tiştên bedew. Ev yek jêhatîbûnek baş e ku divê berdewam bike.”