Jinên herêma Feratê dest bi çandiniya garis kirin
Garis yek ji nebatên ku her sal li herêma Ferêt tê çandin. Bi çandina garis re tevahî ax şîn dibe ew şînbûn rengê jiyanê ji nû ve geş dike. Ezîze Mihemed a her sal beşek mezin ji erdê xwe dike garis behsa keda jinan di nava çandiniyê de dike.
DILUCAN BOZÎ
Kobanê - Garis yek ji nebatên ku piştî genim tê û herî zêde jî li cihên wek Ewrûpa, Goatîmala û herî zêde jî Hindên sor li Başurê Meksîk yê kevnar bi kar tînin. Garisê mê û nêr heye û çîçekên wê hene dirêjiya xwe dighêje du metreyan û ew jî yek ji nebatên biberekete. Bi gelek ziraveyan navê wê tê bikar anîn wek Misir, garis, bi Erebî jî zira ye. Gelek cureyên wê hene weke garisê şekir, birêjek, yê findan û yê xwerinê. Garis li cihên ku divê tîna rojê gelekî gerim be û axa wê baş be tê çandin. Di çandiniya wê de divê durbûna wê derdora 10 sn be, di destpêka werza buharê de tê çandin. Nêzî 90 rojê pêwîste amadebe û paşê li sukan tê firotin. Herî zêde di demê havînê de welatî di biroşê de dikelînin paşê xwê pê wer dikin û dixwin. Du beşên wê hene rengên wan zer û spî ye. Spî li Sudan, Misir, Iraq û Hind tê çandin, yê spî herî zêde ji bo sewalan tê bikaranîn. Çandiniya gasirê spî li Urdin di nîvê heyva Adarê û dawiya heyva Nîsanê de li herêmên ku deşt û çiya hene wek çandiniya bejî bê av li ser ava baranê mezin dibe, li hin herêmên din jî li gor rewşa herêmê tê çandin. Feydeyên wê yek jê runê wê, di heman demê de dibe nan , simît û ji bo xwerina sewalan jî tê bikaranîn.
Li herêma Firatê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, du caran tê çandin, şêniyên herêmê ji bo xwerinê di meha Nîsanê de diçînin û ji bo sewalan jî di heyva Tebaxê de diçînin. Di heman demê de beşek tovên xwe hûre ew jî ji bo çerezan tê bi karanîn, lê herî zêde yê xwerinê yê rengê wê zer li van herêman tê çandin. Destpêkê axa xwe amade dikin paşê jî bi destan ev tov dikeve nava axê û li peyî wê av didin. Piştî demeke kin misir şîn dibe û li derdora wê giha derdikeve, bi xizmetkirina wê re roj bi roj mezin dibe paşê kom dikin û li sukan didin firotin. Ji ber ku dema çandinê hatiye jin di nava çol û erdan de dixebitin û debara jiyana xwe dikin. Ji jinên çandiniya gasir dike Ezîze Mihemed di derbarê xebatên xwe yên nava erdan û tayîbetî jî çandina garis de axivî.
"Misir xizmetê pir naxwaz e"
Ezîze da zanîn ku ev meha çandina garise û wiha domand: "Niha dema çandina garis e ji ber wê em her sal di van rojan de dest bi çandina garis dikin. Mirov dikare salê du caran garis biçîne, yê ku bixwazibe zû biçîne wê di van deman de dest bi çandiniyê bike. Di werza havînê meha Tebaxê de jî tê çandin. Li gundan ne mumkune jin kar neke, yê ku bi çandiniyê re mijul ne be jî wê bi xwedîkirina sewalan re mijul bibe. Dema em kar nekin wê bajar çawa debara xwe bike. Divê em hemû pêdiviyên xwe ji nava erdê xwe yê bibereket derxin, ji ber her kes dizane em di çi rewşê de ne. Li herêma me hem şer heye hem jî embargo, ji bo wê jî divê em gelek bixebitin û pêdiviyên jiyanî ji nava erdan derxin. "
"Jin xwediyê kedê ne"
Ezîze bal dikşîne ser ked û xebatên jinan di nava erdan de û dibêje: "Du beşên gasir hene, yê buha û erzan heye yê biha em yek bi yek bi destan diçînin, yê din jî hema em li erdê werdikin û paşê jî li ser digrin. Bi buhabûna dolar re her beşê tov buhabuye, ji bo wê jî em zehmetiya di milê kirîna tov de dibînin û nayê dîtin. Di demê ku hîna şîne piranî tê firotin û feydeya wê geleke û herî zêde jî dema ku hîna gerim be tê xwerin. Hemû jin bi hev re dibin alîkar. Em jin di nava kar de em sitran dibêjin û henekan dikin bi vî rengî em bi hevdu re bi ruhê komînal karê xwe dikin. Divê hemû jin bixebitin û xwedî li keda xwe ya salan derkevin. Bi hatina biharê re jiyan geş dibe û rengê xwezayê vedibe. Em xwedî li keda xwe derdikevin û jiyanê biwate bikin. Di zivistanê de em garis dikelînin û li rex sobê dirunin û li ber sohbetê re dixwin di heman demê de em dixin nava mehîrê û hîn ji wan nekelî jî dixwin."