'Jinên Filistînî ji bo xweşiya aborî hêzeke dînamîk e'

Kordînatora Beşa Jinan a Federasyona Giştî ya Sendîkayên Filistînê Etemad Ebû Celala bal kişand ser vê yekê ku jinên Filistînî hêzeke dînamîk a xweşiya aboriyê ne, lê rêjeya beşdarbûna wan di bazara kar de herî kêm li cîhanê ye.

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Jinên Filistînî ji bo ku bigihîjin mezinbûn û dewlemendiya aborî xebatên bi bandor dimeşînin. Lê tevî ku bandora wan a li ser mezinbûna aborî heye jî, jin di jiyana kar de bi newekheviyê re rû bi rû dimînin. Koordînatora Beşa Jinan a Federasyona Giştî ya Sendîkayên Filistînê Etemad Ebû Celala li ser beşdarbûna jinan di bazara karî de bal kişand ser wê yekê ku jinên Filistînî hêzeke dînamîk a xweşiya aborî ne.

'Rêjeya beşdariya jinan ya bazara kar li cîhanê herî kêm e'

Etemad Ebû Celala da zanîn ku divê tevlîbûna jinên di bazara kar de ku tevî zextan li ser piyan mane, bê destekkirin û got, “Beşdarbûna jinan a li bazara kar a Filistînê ji sedî 19 ye. Ev reqem rêjeya herî kêm a cîhanê nîşan dide. Jinên Filistînî nîvê civakê pêk tînin, lê rêjeya jinên ku di bazara kar de cih digirin gelekî kêm e." Etemad Ebû Celala diyar kir ku jin di jiyana kar de neçar in li hemberî cudakariya zayendî têbikoşin û wiha pê de çû: “Hê jî ferqa mûçe heye. Jin bi gelemperî di heman pîşeyê de li gorî mêran mûçeyên kêmtir distînin û lêçûn jî zêde dibin. Ev yek ji wan re zehmet dike ku bigihîjin serxwebûna aborî."

'Di bazara kar de jin bi astengiyan re rû bi rû dimînin'

Etemad Ebû Celala bal kişand ser nebûna nûnertiya jinan di cihên biryardanê de û wiha got:”

"Dibe ku ev rewş bandora jinan di biryargirtin û rêvekirina xebata di bazara kar de bisînor bike. Jinên ku ji desteka aborî bêpar in di pêşxistina projeyên xwe de jî gelek zehmetiyan dikişînin. Jin bi gelek astengiyên ku weke, jîngeha ne guncaw a xebatê, nekarîna jinan ji bo dîtina dadgehên kar ên pispor ên ku karibin mafên xwe di rewşên binpêkirin û îstîsmarê de biparêzin, nepêkanîna Qanûna Kar a Filistînê, kêmbûna mûçeyan, ne têr berçavgirtina berpirsiyariyên malbatê yên jinan, û bêparkirina ji betlaneya dayikbûnê rû bi rû dimînin.

'Jin karîbûn qalibên li ser pîşeyan bişkînin'

Etemad Ebû Celala bal kişand ser rewşa jinên Filistînî yên bê qeyd û qeydkirî dixebitin û wiha got: "Rêjeya jinên ku ji mafên civakî bêpar in û di sektora nefermî de dixebitin gihiştiye ji sedî 25." Etemad Ebû Celala diyar kir ku di van demên dawî de di bin navê “pîşeya xweser” de beşdarbûna jinan di bazara karî de zêde bûye û wiha got:

“Ji bo projeyên karsazî, koperatîf û pîşesaziyê serlêdan hene. Jin berê xwe didin perwerdeya pîşeyên teknîkî. Em dibînin ku gelek jinên ciwan di karên ku wek 'karê mêran' tên hesibandin de dixebitin, wek xeratî, tamîrkirina telefonan û avahîsaziyê. Di vê mijarê de gelek çîrokên serkeftî hene. Jinan karîbûn qalibên ku azadî û biryarên wan asteng dikin bişkînin. "Wan karîbûn bikevin qada serbixwebûnê, ku di hemî astan de ne hevpar e."

'Divê beşdariya wan a li bazara kar bê zêdekirin'

Etemad Ebû Celala bal kişand ser wê yekê ku ji bo zêdekirina beşdariya jinan di bazara kar de divê hevkariyeke berdewam di navbera hikûmet, sazî û civakên xwecihî de hebe û wiha gotoinê xwe berdevam kir:"Rola teknolojî û amûrên nûjen di bihêzkirina jinan di bazara kar de û berfirehkirina hebûna jinan girîng e. Divê ji bo jinan kursên perwerdehiyê bên vekirin, xebatên hişyarkirinê bên kirin û derfetên kar li ser înternetê bên dayîn."

Edemad Ebû Celala diyar kir ku wan di destpêkirina gelek platformên bazirganî yên elektronîkî de beşdar bûne ku dê alîkariya jinan bikin ku hilber û karûbarên xwe bifiroşin û dorhêla karsaziya xwe berfireh bikin û wiha got:" Me deriyên derfetên kar ên nû ji jinan re vekir. Pêveguhertina agahî û ezmûnan, çêkirina torên bazirganiyê ji bo jinan û ji bo derbaskirina qeyranên aborî parvekirina ezmûnên hev gavên girîng in.

“Ji bo beşdariya jinan a di sektora aboriyê de zêde bibe û ji pirsgirêkan re çareserî bê dîtin, divê xala mûçeya herî kêm li ber çavan bê girtin, ji kesên ku mafên jinên kedkar binpê dikin, dadgehên taybet ên kar bên avakirin û ji bo hesabpirsîna kesên ku mafên jinên kedkar binpê dikin hesab bê xwestin û qanûna kar a Filistînê bi cîh were. Ji bo lezkirin û teşwîqkirina biryargirtinê jî divê navendên berfireh û domdar bên afirandin.”