Jinên Cezayîrê di xebata çandiniyê de bi biryar in

Tevî ku jin di warê aborî de di karên ne fermî de dixebitin jî jinên Cezayîrê di çandiniyê de ku yek ji şaxên hilberînê yên herî çalak e, namzedên hilberîneriya xwediyê îmzayê ne. Komeleya Geşedana Neteweyî ya Pêşxistina Jin û Gundan bal kişand ser girîngiya kooperatîfan û diyar kir ka jin di vî warî de çawa bi rêxistin dibin.

NECVA RAHÎM
Cezayîr – Jinên Cezayîrê di warê çandiniyê de kedeke mezin didin lê di heman demê de rastî gelek neheqiyên wekî bêsîgorte û bêqeydkirin, tenduristî, çûnûhatin û newekheviya mûçeyan tên. Me jî mîkrofona xwe dirêjî jinên Cezayîrî kir û me behsa pirsgirêkên jinan ên di warê çandiniyê de kir. Cîgira Seroka Komeleya Geşedana Neteweyî ya Jin û Pêşketina Gundan Nazîra Ulbseer, bal kişand ku wekî li gelek welatan li Cezayîrê jî jin hem li kar û hem jî li malê rastî metingeriyê tên.
“Veberhênanên aborî yên li ser jinan hatin kirin” 
Nazîra Ulbseer diyar kir ku ji bo pêşxistina jiyana aborî ya jinan wan gelek projeyên ku di aliyê berhemê de ne, îmze kirine û got; “Me veberhênanên aborî ku di nav de odeyên zîraetê û pisporên çandiniyê jî hene, bi taybetî li ser mijara jinan çêkir. Piştgirî û projekirina çandiniya hirmiya strî yek ji wan bû.” Nazîra Ulbseer da zanîn ku bi perspektîfa bihêzkirina aboriya jinan, di projeyên çandiniyê de şertê xwedîkirina karta cotkariyê yan jî erdekî nagirin û wiha axivî: "Em projeyên piştgiriya aborî pêşkêşî jinên ku ji ber mîrasî û pirsgirêkên mîna wan piştgiriyê dixwazin û ji ber ku jinên xwedî erd kêm in û ne xwediyên zeviyek û qada hilberînê ne, em projeyên piştgiriya aborî pêşkêş dikin.”
Piştgiriya ji bo jinan piralî ye 
Nazîra Ulbseer, destnîşan kir ku ew xebatan bi projeyên biçûk dimeşînin û destnîşan kir ku ew jinên dixwazin bibin sermayedarên çandiniyê yên biçûk ji perwerdeyê heta dema hilberîn û çinînê dişopînin. Nazîra Ulbseer anî ziman ku armanca wan geşepêdana domdar e û got; “Em hemû xebatên xwe ji sifrê dest pê dikin. Em hewl didin piştgiriyê bidin jinên ku li gundan ji dayik bûne û mezin bûne, ji derfetên perwerdeyê dûr in.”
Nabîla Arabiye: Pêwîst e erdnîgarî were naskirin
Yek ji perwerdekarên karsaziya çandiniyê ya bi navê Tarara ya bajara Tlencenê Nabîla Arabiya wiha axivî: “Ji bo ku em ji dewlemendiyên xwezayî yên li welatê xwe sûd bigrin û berhemên herî baş bikirin, pêwîst e erdnîgariyê nas bikin. Ji bo ku bi awayekî herî bi tendurist ji dewlemendiyên heyî sûd bigrin, di destpêka her tiştî de perwerde tê. Mînak, hirmiya strî ji bo jinan çavkaniyek madî ya aborî ya pir girîng e lê em her çiqas serdest bin; li ku derê û çiqas dikare were mezinkirin an jî dema ku ev berhem were mezinkirin dikare bibe çi? Pêwîst e bersivên me yên bi tendurist hebin da ku em karibin bersiva pirsên wan bidin.”
Di çandiniyê de girîngiya perwerdeyê
Nabîle Arabiye dibêje ku jinên bi çandiniyê re eleqedar dibin, ji naskirina berhemên ku diçînin, feydeyên wan û naskirina wan a beramberê wan ên di jiyanê de, ji çawaniya çêkirina axê ji bo hilberînê guncav hewl didin di gelek mijaran de piştgirî û perwerdeyê bidin û diyar kir ku hemû qonax ji berhevkirina berhemên çandiniyê yên ji bo berhemên dermanî heta parastina wan girîng in. Nabîla Arabiye wiha got: “Wekî mînak ger jin sebze, fêkî û giyayên ku di dermanan de tên bikaranîn di tenekeyên nebaş de kom bikin dê çi bibe? Helbet dê hilberînek bi tendurist nebe.”
“Divê jin bibin xwedî kooperatîfeke neteweyî” 
Nebîla Arabiye dibêje ku bi qasî komkirina berhemên tenduristî yên çandiniyê divê rêxistinkirina jinan bi baldarî bê pêkanîn û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Divê jin teqez di warê çandiniyê de kooperatîfên cihî ava bikin û bi taybetî jî kooperatîfên neteweyî. Dikare kooperatîfek hemû berhem û hemû şaxan, bi qasî ku ne girîng e ka kîjan kooperatîf e, ewqas rêxistinbûn girîng e.”
Jawadî Fatima: Divê jin xwe bi rêxistin bikin
Seroka Kooperatîfê Jawadî Fatima dibêje ku divê jin di mijara kooperatîfan de bikevin nava rêxistinbûneke hîn pêşvetir û ji bo vê jî hewl didin ku bibin mînak û wiha got: “Jin di hemû warên çandinî û hilberîna çandiniyê de dixebitin lê pir kêm di firotina berhemên ku mezin dikin de ji polîtîkayên diyarkirina bihayê berhemê xwedî gotin in. Em dixwazin di vî warî de jin bi kooperatîf û rêxistinbûnê bibin xwedî gotin.”
Nimûneyên projeyan hatin dayîn
Jawadî Fatima diyar kir ku di pêvajoya avakirina koperatîfên xwe de ji fonên alîkariyê yên Neteweyên Yekbûyî piştgirî wergirtine û di gelek mijaran de jî bi Rêveberiya Giştî ya Daristanan a Cezayîrê re hevkarî kirine. Jawadî Fatima bal kişand ser xebatên ku ji bo jinan dimeşînin û wiha got: “Me di sala 2018’an de kooperatîfa xwe ava kir. Me heya niha li Xeyranê 20 jin kirin xwediyê projeyê û me ew teşwîq kirin ku bibin xwedî cihên kar ên biçûk. 10 jinên hilberîner û belavkarên sêvan jî bûn xwedî projeyê û ev jin bi projeyên xwe berhemên xwe li 16 eyaletên welat belav dikin û difiroşin.