Jinên bajarê Helebceyê bi berhemên xwe beşdarî festîvalê bûn

Jinên xwedî kar di 9’emîn festîvala Hinar û Payîzê de berhemên xwe pêşandan Sê roj in 9’emîn festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê berdewam dike û jinên xwedî kar pêşengiyê ji beşdariya festîvalê re dikin û berhemên xwe nîşan didin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helebce- Sê roj in 9’emîn festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê berdewam dike. Jinên xwedî kar bi berhemên xwe reng didin festîvalê û bi berhemên xwe yên rengîn beşdarî festîvalê dibin, bala hemû kesan dikşînin. 

Dara xwezayî çavkaniya ciwaniya karê Şino ye

Şino Ezîz xwediya birandya darsaziyê ye, çend cureyên kel û pelên ciwaniya di nava malê de bi darên xwezayî çêdike û bi riya online difiroşe wiha dibêje: “Berhemên ku ez çêdikim ji cureyên darên gûz, qezwan, berû û darên din ên xwezayê çêdibe. Ez kar li wan ser dikim. Min destpêkê ev dar li malê ji bo ciwaniyê danîbû lê belê piştre hêdî hêdî min kar kir û wisa bû ku niha çavkaniya dahatê ye ji bo min. Niha jî ez bi karê xwe beşdarî festîvalê bûm û karê min gelek bala xelkê dikşîne, xelk bi baldarî li karê min temaşe dike.”

Kare Şino Ezîz sade û balkêş e û wiha behsa ezmûn û şêwaza fêrbûna karê xwe dike: “Min sûd ji medyaya dîjîtal girt. Her wiha ew madeyê ku ez bi kar tînim ji texteyên daran in. Mixabin ciwanên me yên destrengîn hene lê belê ji ber peydanekirina pêwistiyan nikarin kêrhatiyên xwe derbixin holê. Peyama min ji bo jinan ew e ku ji bo fikrên di serê xwe de kar bikin û ji xwe bawer bin.”

Behre bi pêlîstokên zarokan bû xwedî kar

Behre Mihemed ku bi berhemên xwe beşdarî 9’emîn festîvala Hinar û Payîz ya Helebceyê bûye wiha behsa karê xwe kir û got: “Karê min çêkirina bûka di destên zarokan de ye û ji bo destên zarokan asan e. Em van pêlîstokan ji hirî û ta çêdikin ji bo pêşxistina karê xwe di nexşan de ez guherînê çêdikim. Destpêkê min tenê cil û berg dinexşandin. Piştre gul û aksesuarên di nava malê de min nexişand û niha jî karê min bûye bûkên din ên destên zarokan de. Niha gel gelek kêfxweş dibe dema ku karên navxweyî bên kirin. Ji bo wê jî ev festîval riyeke baş e ji bo nîşandana berhemên destên jinan. Daxwaza min ji bo jinan ew e ku bê kar nemînin û bibin xwedî dahat û heqê ked û westana destên xwe bixwazin.”