Jinan rûxmê êrişan di qada aborî de projeyên nû ava dikin

Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûrî cihên binesaziyê û qadên jiyanî ya gel hedef digre. Jinên ku di hemu qadan de li dijî êrişan li ber xwe didin, di qada aborî de jî projeyên nû ava dikin.

VIYAN AMED

Qamişlo – Bi derketina şoreşa jinan re, jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî li jiyanê derdikevin, bi ked û zanistê re berhemên nû ji bo civakê diafirînin. Li ser vê esasê ji bo xebata jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê keda jinan a rengdar tê xuyakirin. Ji bo pêşxistina jinan di her warî de û xuyakirina keda wan ji bo ku bikaribin jiyana xwe birêve bibin bêyî ku hewcedarî tu kesî bibin, gelek proje tên avakirin. Yek ji wan xebatan an jî projeyan dirûnxaneya Manêsa ya ku di bin Sîwana Komeleya Amal a ji bo jin û zarokan e. Dirûnxaneya Manêsa ji bo afirandina derfetan ji bo jinên xwedî pisporî di warê dirûtina cil û bergan de, xebata xwe dide meşandin.

'Jin di hemû qadên şoreşê de xwe îsbat dikin'

Xebatkara dirûnxaneyê Viyan Elî diyar kir ku jin li hemû qadan cihê xwe digrin û wiha domand: “Bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê re û pejirandina şoreşa jinan re jinan di hemû qadên şoreşê de xwe îsbat kir çi di milê siyasî de, çi leşkerî de û di hemû qadan de gavên serkeftî avêt. Wek kargeha Manêsa em di bin sîwana Komeleya Amal de karên dirûtina cil û bergan, her wiha karê destan dikin. Gelek jin hene ku li gel me ji bo debara jiyana xwe bikin dixebitin. Gelek jin hene ku di mala xwe de jî karên destan û dirûtina cil û bergan dikin û bi riya wê aboriya xwe bi dest dixin.”

'Em bi xebatên xwe bibin kelem di çavên dijmin de'

Viyan Elî da zanîn ku jin bi keda destên xwe xwedî li jiyanê derdikeve û wiha pêde çû: “Beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê mafê jiyanê yê jinan tunebû, jin aydê zilam û zarokan bûn lê belê bi şoreşê re jin bi hebûna xwe hesiyan. Pêvajoya şer û pevçûnên li ser rûyê erdê tên jiyîn, ji bo jinan gelek zehmet e. Jin di her warî de xwedî li jiyanê derdikevin û bi rê ve dibin, ev yek dibe sedem ku dewleta tirk herî zêde jinan bike armanc û hebûna wan têk bibe. Dewleta tirk dixwaze bi riya planên xwe yên dagirkirinê vîna jinan tune bike. Ji ber vê yekê, roleke mezin û girîng a kargeha Manêsa hebû ku alîkariya gelek jinan bike. Her çiqas êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser axa me dijwar bin jî em ê bi kar û xebatên xwe wekî jin li ser piya bisekinin û bibin kelem di çavên dijmin de.”

‘Jinên azad civakek azad ava dikin’

Viyan Elî bal kişand ser tekoşîna jinan a li hemberî siyaseta mêr-dewletê û wiha bi dawî kir: “Jin xwedî îrade ne û dikarin jiyana xwe bi rê ve bibin, bêyî ku destên xwe li ber kesek vekin. Tevî hemû krîz û aloziyan jî hêza jinan heye ku debara xwe bikin û gavên serkeftî bavêjin. Eger jin baweriya xwe bi xwe mezin bikin dê bikaribin her karî bikin, ji ber vê yekê pêwîst e ku xwe birêxistin bikin û di her rewşê de pişta hev bigirin. Jinên bi hêz civakek bihêz ava dikin, di heman demê de jinên azad dibin riya avabûna civakeke azad.”