Jinan li başûrê Lubnanê ji ber êrîşan hemû ajalên xwe winda kir

Li başûrê Lubnanê ji ber êrîşên Îsraîlê jinan di hêla aborî de gelek bedêl dan. Jinên ku ajalên wan hatine kuştin, ji bo ji nû ve avakirina debara xwe û parastina yên mayî, projeyên xwe yên çandiniyê têdikoşin.

RENA CONÎ

Lubnan – Bandorên êrîşên Îsraîlê ne tenê bi wêrankirina mal û erdên li başûrê Lubnanê ve sînordar bûn, di heman demê de bandor li ser ajalan û debara bi sedan malbatan jî kir.

Li gorî vê yekê, jin di rûbirûbûna windahiyên giran û pirsgirêkên aborî ku gefê li berdewamiya vê qadê dixwin de, ji bo sererastkirina projeyên xwe têdikoşin. Êrîşên Îsraîlê yek ji pezên Tewfîqa El-Meaza nişteciha bajarokê Mejdal Selm ê başûr, nehişt. Tewfîqa dema ku pez diçêrand kurê xwe winda kir. Her wiha nêzî hezar pez li gel hejmarek mirîşkan jî winda kir. Nîvê wan di bombebaran û êrîşên hewayî de mirin, di heman demê de Tewfîqa neçar ma ku yên mayî bi kêmtirî çaryeka nirxa wan bifroşe.

Êrîşan çavkanî wêran kir

Berî êrîşan Tewfîqa El-Meaz bi hilberîna ajalan debara xwe dikir, ji şîrê wê mastê herêmî û penêrên teze çêdikir, ku Tewfîqa li bazara herêmî difrot. Lê êrîşên dawî ev çavkanî wêran kirin û jiyana vê jinê guherand ku ji bo dabînkirina pêdiviyên malbata xwe bi zeviya xwe ve girêdayî bû.

Jinên herêmê bi vê dahatê debara xwe dikirin

Tewfîqa El-Meaz di vê rastiyê de ne bi tenê bû. Pîşesaziya şîr û penêr ji bo hejmarek jinên li Majdal Selmê çavkaniyek sereke ya dahatê bû. Berî ku kapasîteya hilberînê ji ber windahiyên êrîşan kêm bibe, berhemanîna bajarokê dighîşt nêzîkî hezar satilî. Ji ber van êrîşan, hilberîna zeviyek, rojane bû nêzîkî deh satil û carna kêmtir jî bû.

Ez êdî naxwazim herim hundirê malê, an jî ji wir derbas bim

Tewfîqa El-Meaz di nav cihê ajalan ê vala de digere, li ber kozika mirîşkan rawestiyaye ku berê zêdetirî 100 mirîşkên hêkan lê diman û dibêje: “Mirîşk rojane di navbera 10 û 15 kartonên hêkan de çêdikirin, ku min li sûkê difrotin. Lê ew hemû di topbarana ku bajar hedef girtibûn de mirin. Şopên jiyana berê hê jî hene: keriyên pez û zengilên wan, giyayê ku di yek ji odeyan de maye û hewzên avê yên ku ji bo avdana pez dihatin bikaranîn. Her tişt di cîhê xwe de dimîne, ji bilî ajalên ku zindîtî û ruhê çandiniyê didan. Ez êdî naxwazim herim hundirê malê, an jî ji wir derbas bim. Ez derdikevim zeviyê û li ser xem û êşa xwe digrîm. Windahiya min mezin e, rewşa aborî pir dijwar e û malbateke min heye ku hewceyê piştgiriyê ye.”

Qada ajalan li başûr bi kêmbûnê re rûbirû ye

Tenê çend sed pez li bajêr mane, di heman demê de hejmara pezên ku ji hêla cotkaran ve têne xwedîkirin kêm bûye û hejmara cotkaran ji 63’yan daketiye tenê 7’an. Tewfîqa yek ji wan kesan bû ku pez û debara xwe winda kir. Li gorî hejmarên di raporê de, Wezareta Çandiniyê ya Lubnanê windahiyên ajalan ji nîv milyar dolarî zêdetir texmîn dike. Di vê navberê de bandorên êrîşan li qadên din ên hilberîner wek mirîşk û bihayên li bazara herêmî kiriye.

Kêmkirina berhemanînê û têkoşîna ji bo jiyanê

Tenê çend gavan dûrî zeviya Tewfîqa, Nahêd Hemdan hewl dide ku tiştê ku ji karsaziya malbatî maye rizgar bike ku bi salan debara wê kiriye. Li zeviya çêlekan a malbatê, ji 23 çêlekên ku berî êrîşan bingeha hilberînê pêk dianîn, tenê sê çêlek mane. Zeviya şîr ku şîr û penêr lê dihat çêkirin û ji bo bazara herêmî dihat peydakirin, hê jî dixebite, lê bi kapasîte û hilberînek pir kêm.

Nahêd Hamdan a 40 salî, di atolyeya xwe ya li Mejdal Selmê de karê xwe didomîne û red dike ku teslîmî ziyanên ku bi ser projeya wê de hatine bibe. Nahêd got: “Şer bandorên giran li ser aboriya me kir. Me gelek windahî dan û me çêlek bi çaryeka bihayê wan firotin. Îro bi zêdebûna buhayê çêlekan û kêmbûna hilberînê re, ji bo me kirîna çêlekekê dijwar bûye.”

Çavkaniya dahatê kêm bûye

Nahêd Hemdan destnîşan dike ku çêkirina şîr û penêr ne tenê pîşeyek e, lê çavkaniyek debara malbata wê ye û rêyek e ku li ser erdê xwe bimîne. Nahêd zû diçe atolyeya xwe, li wir şîr dikelîne û ji bo çêkirina mastê kevneşopî amade dike, rêbazên ku wê di hilberîna xwe de bikar dianî, didomîne. Lê îro hilberîn daketiye astên ku têr nakin ku pîşesaziyê wekî berê bidomînin.

'Bihayê zêde jî vegerandina hilberînê dijwartir dike'

Pirsgirêk bi tenê bi windahiyên rasterast ve sînordar nînin. Bihayê zêde yê xwarinê, kêmbûna şiyana kirîna pez û windabûna berhem û erdên li deverên bandordar û nêzîkî Xeta Kesk, vegerandina hilberînê dijwartir dike. Wekî din, cihê Majdal Selm li ser qeraxa Geliyê Salukî û rastiya ku derdora wê rastî topbaranan hatiye, pirsgirêkên ku cotkar û xwedîkerên ajalan pê re rûbirû dimînin, zêde dike.

Piştgirî pêwîst e ji bo vejandina qadê

Li Mejdal Selmê êrîşan ne tenê zevî û ambar vala kirin, her wiha debara tevahiya malbatan jî wêran kirin û pîşesaziyek herêmî ku bi salan beşek girîng a aboriya Başûr pêk dianî, seqet kir.

Di navbera zeviya vala ya Tewfîqa El-Maez û atolyeya Nahêd Hamdan a ku bi hilberînek hindik têdikoşe de, hewcedariya piştgiriyê ji bo vegerandina dewaran bo ambaran, vegerandin bo bazaran û vegerandina hêviyê. Ji bo jinên ku ne tenê debara xwe, di heman demê de beşek ji jiyana xwe jî winda kirine, hê jî lezgîn e.

Li başûrê Lubnanê, ji nû ve avakirin ne tenê tê wateya sererastkirina xaniyan, her wiha rizgarkirina debara jiyanê û vegerandina jiyanê bo zeviyên ku carekê ji bo tevahiya malbatan çavkaniya dahat û aramiyê bûn.