Endezyara Çandiniyê: Jin zêdetir berê xwe didin çandiniyê

Endezyara Çandiniyê Najwa Abdel Karîm ku li Bîngazî dijî, projeya xwe çêkir û bû xwedî erdên şaxan. Najwa Abdel Karîm ku li ser çandina nebatan perwerdeyê dide, diyar kir ku jin berê xwe didin çandiniyê û eleqeya wan zêde dibe.

ÎBTÎSAM AXFÎR

Bîngazî - Zêdebûna nexweşî, zehmetiyên aborî û nehevsengiya avhewayê di van salên dawî de eleqeya ji bo jiyana ekolojîk zêde kiriye. Li çar aliyê cîhanê jin hene ku hewl didin hevsengiya ekolojîk biparêzin, perwerdeyê bibînin, li ser vê mijarê perwerdeyê bidin û jiyana xwe bi vî rengî bi rêxistin bikin. Jinên li Lîbyayê jî di van demên dawî de zêdetir berê xwe dane çandiniyê. Jin ji bo ku der barê hilberînê de zanyariyên bingehîn bi dest bixin beşdarî qursan dibin. Najwa Abdel Karîm ku derçûya Beşa Parastina Nebat li Fakulteya Çandiniyê, di van salên dawî de biryar da ku li mala xwe erdên şaxan ava bike. Najwa Abdel Karîm ku dixwaze zanîna xwe ya teorîk bi pratîkê re bike yek û di vî warî de xebatên dimeşîne wiha got: “Li zanîngehê ez di hilberîna berhemên wekî ceh, genim û garis de pispor bûm. Bi saya vê yekê ez bi nebatên xemilandî û sîwanan çêdikin re jî eleqedar bûm.”

Najwa Abdel Karîm diyar kir ku xebata wê bi taybetî bala jinan kişandiye ser xwe û wiha got: “Piştî ku min ji înternetê agahî kom kirin û der barê nebatên sîwanê de agahî girtin, min li ser medyaya dîjîtal hesabek çêkir da ku xebatên xwe pêşkêş bikim. Gelek jinan dixwestin ji min bikirin, bi taybet ji ber ku nedixwestin herincihên  erdên şaxan. Piraniya mişteriyên min ji 40 salî mezintir in. Jin gelek caran gazinan dikin ku nebatên ku çêdikin dimirin. Ew der barê xwedî kirina nebetan de ne xwedî zanistin. Ez teqez dikim ku nebat organîzmayên zindî ne ku hewceyê ronîkirina baş, avdana birêkûpêk û baldariyek taybetî ne.”

Daxwaza qursan zêde bû

Najwa Abdel Karîm, destnîşan kir ku ew jî armanc dike ku erdek hebe da ku qada xwe ya xebatê berfireh bike û sebzeyan biçînin. Najwa Abdel Karîm diyar kir ku divê jin di warê cotkariyê de li malê werin perwerdekirin da ku ji ber biha û guherînên avhewayê, debara xwe bikin û got ku ew bi rêbaza hîdroponîk nebatan xwedî dikin. Najwa Abdel Karîm got ku piraniya xaniyan li Bîngazî balkon hene û dikarin ji bo çandiniyê bên bikaranîn û got: “Armanca min ew e ku qursên perwerdeyê ji jinan re li ser hîdroponîk lidarbixim, ku ev teknîkek hêsan e. Min hinek dahata xwe ya ji erdên şaxan tê veqetand da ku piştgiriya projeya xwe bikim. Ji bo pêşxistina çandiniya jinan a li malê girîng e ku medya piştgiriyê bide jinan. Di salên borî de ji bo piştgiriya jinan di çandiniyê de qurs hatin lidarxistin. Her ku daxwaz zêde bûn, hejmara qursan jî zêde bû û jinan zanyariyên li ser çawaniya pêşxistina çandiniyê bi dest xistin.”

‘Divê perwerdehiya çandiniyê bê dayîn’

Najwa Abdel Karîm amaje bi wê yekê kir ku li dibistanan jî li dijî guherîna avhewayê bernameyên hişyariyê tên lidarxistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Girîng e ku weke berê çandinî û daristan jî di mufredatê de cih bigirin. Em ê bibînin Bingazî ji daran tije ye, ku maliyeta wê jî ne zêde ye. Avdana van daran piştî çandina daran ku salane têne kirin ji bo mezinbûna wan a berdewam mijara herî girîng e. Ji ber vê yekê heta ku girîngî nedin van, pêvajoya daristanan bêkêr dibe. Weke endezyar, ez hewl didim ku bala xwe bidim aliyê zanistî yê hilbijartina daran, çawaniya çandina wan û hilbijartina cihên guncaw.”