Jin di qada aboriyê de jî têdikoşin

Suhad Resûl a ji bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di dema pandemiya Covid-19 de hînî çêkirina bazinan bû, dibêje ku pêwist e mirov ji qeyranan sûd werbigire û rêyên çareserî û pêşketinê biafrîne.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Rola pîroz a jinan di parastina cûr be cûr hunerên destan û mîrateyên kevnar de nayê înkarkirin, ew in ku heya roja îro hewil didin ku wê bi nifşan bihêlin. Gelek jin hene ku di vî warî de dixebitin da ku aboriya xwe ya serbixwe vejînin. Suhad Resûl bi Pandemiya Covid-19 derfet jê re vekir ku jêhatinên xwe yên veşartî derxîne û dest bi projeya xwe bike, ku bazinan bi ta çêdike.  

Suhad Resûl ku demek mamosteya hunerên bedew bû tiştên ku hîn bûbû derbasî nifşên pêşerojê dikir. Piştî salan ew huner, estetîk û afrîneriya ku di dest û mêjiya wê de hebû, cardin dest bi xemilandina ta, dar û gelek tiştên ku neyên bi kar anîn ji nû ve zindî kir. Suhad Resûl bi wê hêz û moral niha li bajarê Qamişlo sûka giştî dikanek vekiriye û afrîneriya ku avakiriye, pêşkeşî gel û jinan dike.

Pandemiya Covid-19 û biryara gavavêtina yekemîn

Suhad Resûl a qala karê xwe yê bi hûnera destan debara xwe dike kir, bal kişand li ser destpêkirina xwe ya yekemîn di dema Covid-19 de, her wiha karê ku li ser destan çêdike wiha rêz dike: “Pisporiya min a sereke beşa Hunerên Bedew e. Hunerên destan gelek bala min dikişîne û ez jê hezdikim. Dema ku pandemiya Covid-19 derket û belav bû, her tişt li cîhanê hat sekinandin, min ne xwest ku weke her kesî di malê de bêkar bimînim. Pêwîst e ku mirov ji her qeyran ango pirsgirêkekê rêyeke çareseriyê bibîne, lewma min gav avêt û li ser medyaya dîjîtal li kursên fêrkirinê meyze kir. Kursên xwendinê yên li ser Youtube bû bingeh ji min re û êdî min xwe pêş xist di warê çêkirina bazinan a bi ta. Tenê min xwe di vê hêlê de sînordar nehêla û asoya xwe fireh kir, min tiştên kevin ji nû ve veguherand û ji wan, tiştên bikêr û estetîk çêkir.”

Zêdebûna siparîşan bû sedema vekirina dikanê

Suhad Resûl da zanîn ku zêdebûna siparîş û muşteriyan li ser berhemên wê bû sedem ku dikaneke xwe veke, karê xwe fireh bike û wiha pê de çû: “Min zehmetî di fêrbûn û destpêkirinê de nedît, lê belê di debarkirina cureyên ta yên baş min hin zehmetî kişand. Ji ber ku Sûrî ji rewşeke taybet derbas dibe û aloziyek tê jiyankirin, gelek amûr û pêdivî hene ku nayên dîtin an jî nayên debarkirin, ez neçar dimam ku ji derveyî bajêr wan bînim. Gelek caran ji ber kêmbûna maddeyan, min ji tiştên heyî ji bo xebatê malzeme îcad kirin. Destpêkê armanca min a vekirina dikanekê tune bû, dema ku siparîş li ser berhemên min zêde bûn, min dikanek vekir. Tu car min xeyal nedikir ku di demeke wiha kurt de, ez evqas destkeftiyan bidest bixim heta bigihêje asta vekirina dikanekê, ji bo min ev gaveke gelek pîroz û serkeftî ye.”

‘Ji dema xwe ya vala sûd werbigirin’

Ji dema xwe ya vala sûd werbigirin, ji karê xwe hez bikin û li gotinên neyînî guhdar nekin. Bi van peyam û xwestekan Suhad Resûl dawî li axaftina xwe anî: “Dema ku tu bi hezkirin karekî dike, tu dibîne ku berhemeke baş derket û her kes dê ji karê te razî û kêfxweş be. Ger jin ji karekî hez bike, di vî karî de bi ser dikeve. Bandorek mezin heye ku jin pêlên taybetî li xebatê zêde bike, ev yek dihêle ku berhem bedewtir bibe. Gelek kes hene ku li ber xeyalên mirov disekinin û keda wî biçûk dikin, lewra mirov li gotinan guhdar nekin û li pey pêkanîna armancên xwe bikeve. Her wiha ji dema xwe ya vala sûd werbigirin û tiştên nû ji bo pêşeroja xwe ava bikin. Temenê min ya mezin nabe asteng li pêşiya min, karê min ji fêdeya maddî zêdetir ji bo gihaştina armanca min a pêşketina di vî karî de bû.”