Jin di qada aborî de jî bi îdia ne

Bi armanca pêşxistina projeyên aboriyê di nav ambargo, êrîş û bilindbûna nirxê dolar de, îro Komîteya Jinê a Meclisa navçeya Til Temirê civînek ji hevserokên jin yên komînên navçe û gundewarên wê re lidar xist.

Hesekê – Girtina deriyê sînor yê Til Koçber bi Îraqê re, ambargoya ku li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye ferzkirin, êrîşên ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser herêmê tê meşandin pirsgirêkên aboriyê bi xwe re derxistin holê. Li hember van pirgirêkan Rêveberiya Xweseriya Demokratîk projeyên ku jin û civak jê sûdê werdigrin pêşxistin. Ji kargehên avê, çêkirina cil û bergan, mobîliya, tenûr û kargehên konsirwayê heya gelek projeyên din ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine avakirin, bi hezaran jin û ciwan nav de cih digrin û berhemên wê jî li vir tên firotin.

Desteya Jin û Koordînasyona Jin di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hewl dide bi rêbazên cûda barê jin û civakê sivik bike. Ji lewra îro Komîteya Jin a Meclisa navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê - Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek ji hevserokên jin yên komînên navçe û gundan re, li lidar xist.

Endama Komîteya Jin Zeyneb Eyo axivî û got ku ji ber buhabûna nirxê dolar û bargiraniya ku ji civakê re çêdike, Koordînasyona Jin û Desteya Jin a Rêveberiya Xweser hewl dide bi rêbazên kooperatîf û projeyên aboriyê avakirin barê wan sivik bike.

Projeyên sewaldarî, pîşesazî û barzirganiyê

Paşê hevserokan pêşinyarên xwe li gorî rasteqîna herêma ku nav de jiyan dikin, pêşkêşkirin. Projeyên ku hatin pêşkêşkirin jî wiha bûn; projeyên erdê çandiniyê, dirûnxane, vekirina kargeha konsirwa, cafe net, cihê xwedîkirina mirîşkan, dirûtina merşan, kargehên hirî. Gelek projeyên sewaldariyê, bazirganî û pîşesaziyê hatin pêşinyar kirin, ev hemû jî ji aliyê komîteya jin ve hatin nivisîn.

"Ji bo ku kirîza aboriyê çareser bike, proje tên pêşinyar kirin"

Têkildarî civînê Zeyneb Eyo behsa armancên civînê kir û wiha got: "Di vê dema dawiyê de ji ber buhabûna nirxê dolar, civak pir zehmetiyan dikşîne û bi buhabûneke ne normal re rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê jî me hewl da ku em hinekî barê civakê sivik bikin û bi wan re alîkar bin ku em bi hev re bikaribin vê kirîz û pirsgirêkê derbas bikin. Ji lewra civîna me li ser vî binghî bû ku em li wan guhdar bikin civak projeyên çawa dixwazin, bê guman wê jin pêşengtiya projeyan û rêvebertiya wê bikin. Bi van projeyan re wê jin sûdê li malbat û civaka xwe bike. Hevserokan pêşinyarên xwe kirin, em ê jî dengê wan bighînin Koordînasyona Jin û Desteya Jin a Rêveberiya Xweser ku em bihev re vê kirîzê çareser bikin."

"Bi projeyan em ê bikaribin rê li ber koçberiyê bigrin"

Zeyneb Eyo da payin ku bi vekirina projeyan re wê pêşî li koçberiyê were girtin û wiha dom kir: "Em ê projeyên ku sûdê li hemû kesîmên civakê bike vebikin ku bi rêya vê yekê re jî rê li ber koçberiyê bigrin. Dema ku kirîn û firotin çêbibe jî wê buhabûnê bazaran jî dakeve. Ji ber vê yekê jî divê ku her jinek ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê xwe li hember civaka xwe berpirsiyar bibîne û ew dikare bike, hêza wê jî têrê dike. Divê ku ew jî rê li ber koçberiya heyî bigre û projeyan pêşbixe."

Civîn bi girtina pêşiyarên ji bo çareseriyê bi dawî bû.