Jin bi projeyên Komîteya Aborî bi awayekî komînal dixebitin

Di projeyên ku ji aliyê Komîteya Aboriya Jinê ya girêdayî Meclîsa Jinan a Zenûbiyê ve tên meşandin de, jin bi awayekî komînal li gorî jêhatîbûna xwe erkan dabeş dikin.

YUSRA EL-EHMED

Reqa – Li Reqayê Komîteya Aborî ya Meclîsa Jinê ya Zenûbya bi projeyên xwe yên çandinî, sewalkarî û nanpêjiyê derfetên kar ji jinan re peyda dike. Yek ji rêveberên Komîteya Aboriyê Cîhan Mihemed jî diyar kir ku şert û mercên aborî her ku diçe girantir dibe û diyar kir ku armanca wan ew e ku di vî warî de jinan bi hêz bikin.

Cîhan Mihemed da zanîn ku wan di civînên ku li dar xistine de behsa aliyên rewşenbîrî û perwerdeyî yên bihêzkirina jinan di warê aborî de, pêşxistina rêbazên pratîkî, teşwîqkirina jinan û naskirina mafên wan kirin û diyar kir ku projeyên ku wan pêş xistine, derfetek ji jinan re çêkiriye ku ezmûn û jêhatîbûnê bi dest bixin.

'Projeyên ku ji aliyê jinan ve tên meşandin serkeftî ne'

Cîhan Mihemed wiha gotinê xwe domand:“Jin îro ji her demê bihêztir, bi xwe bawer in.  Jin gelek serkeftinan bi dest dixin" û diyar kir ku di her projeyê de bi jinan re atolyeyan li dar dixin.  Projeyên me yên ji aliyê jinan ve tên meşandin serkeftinên mezin bi dest dixin. Di sala pêş de em armanc dikin ku projeyên xwe berfirehtir bikin da ku kar ji bo gelek jinan peyda bikin, bigihêjin hemû jinên herêmê, rewşa wan a aborî bilind bikin û wan teşwîq bikin ku di pêşveçûnê de bawer bin.”

Jin peywiran di nava xwe de belav dikin

Wethaq Îsmaîl Endama Komîteya Aborî ya ku projeya çandiniyê bi rê ve dibe got ku ew hewl didin sebze û fêkiyên ku diçînin cihêreng bikin. Wethaq Îsmaîl anî ziman ku ji bo çandina darên zeytûnan jî zeviyên hatine veqetandin hene û xebat wê salekê dewam bikin û wiha pêde çû: 

"Em bi beşdariya zêdetirî 20 jinan atolyeyan li dar dixin. Di atolyeyan de peywir tên belavkirin. Em hewl didin ku şert û mercên guncaw ji jinên ku diçin qadên çandiniyê re peyda bikin. Ji bo ku hemû jin jê sûd werbigirin, zeviyên çandiniyê bi awayê berbelav qut dikin. atolye, şopandina erd, avdana wê, gihandina fêkiyan bo malên hawanê, çêkirina bazarên firoştinê, jin der barê mijarên wiha de agahdar dibin.”

'Em karê xwe bi ruhekî kolektîf dikin'

Fatima Hemdwa ya 60 salî ku li yek ji nanpêjxaneyên ku li gundê Hazima yê bakurê bajarê Reqayê di çarçoveya projeya "Firneyê" de hatiye avakirin de dixebite, diyar kir ku ew ji roja ku hatiye damezrandin heta niha di firnê de dixebite. Fatima Hemdwa diyar kir ku kurê hevserê wê yê extiyar astengdar e û wiha got:

“Ev proje ji bo me jinan pêk hat. Nanpêj ji bo min û malbata min debara jiyanê ye. Ji ber qalîteya hilberînê, gel daxwaza nanê ku em dipêjin dikin. Li firinê her roj qelebalixê zêde dibe. Ne tenê ji gelê vir, ji gundên derdorê jî daxwaz heye. Jin li gorî taybetmendiya xwe wezîfe tên tayînkirin. Hin jin hevîr dikin, hin dest bi birîna wê dikin, hin jî nan dipêjin. Em karê xwe bi ruhekî kolektîf dikin.”