Ji jinên Xezayê projeyên bihêzkirina aboriya jiyan

Jinan li Xezayê li dijî xizanî û rewşa xirab a aboriyê projeyên xwe bi jiyanî dikin, hewl didin di warê aboriyê de jinan bihêz bikin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Muna Ekîla ya 26 salî ji ber xirabiya rewşa aborî û bêkariya li Xezayê karîbû bigihêje xeyala xwe û xwaringehek bi nave “Ela El-Heteb” vekir.

Li ser vekirina xwaringehê endezyar Muna Ekîla wiha got: “Ji zaroktiya xwe ve min dixwest ku xwaringehekê vekim. Min xwendina xwe ya endezyar dîkor qedand. Min dîkorê xwaringeha xwe pir xweşik çêkir. Min navê xwaringeha xwe kir Ela El-Heteb (li ser êzingan). Li xwaringeha min gelek xwarinên kevnar ku niha li bazaran tune ne hene. Min dixwest projey min a xwaringehê pir cuda be.”

Bala civaka Filistinê kişand

Muna Ekîla diyar kir ku di vê salê de keçan di bazarên azad de gelek afirînerî, pirrengiya ramanên xwe û gihîştina karê xwe li derveyî welat bi dest xistin û wiha pê de çû: “Projeya min a xwaringehê ji aliyê civak Filistînê ve pir hat pêşwazîkirin û hezkirin. Tişta ku hişt civaka Filistînê ji projeya min hez bike ew bû rêvebirina xwaringehekê ji hêla jinek ciwan de bû, ji ber ku ev yek di civaka me ya Filistînê de ne asayî ye. Niha gelek jin bi tena xwe debara malbata xwe dikin û ev jî nîşana eşkere ye ku jin çêker û hilberîner in.”

Dixwaze projeya xwe berfirehtir bike

Muna Ekîla destnîşan kir ku ew niha serpereştiya giropek ku ji 12 karmendan pêk tê dike ku di xwaringehê de dixebitin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ez vê yekê weke serkeftina xwe ya herî mezin dibînim. Di destpêkê de ez rastî gelek zehmetiyan hatim, wek kêmbûna malzemeyên pêwîst ji bo projeya min ji ber buhayên bilind û girtina derbazgehan, ji ber vê yekê ez neçar mam ku materyalên alternatîf ên bi kalîte baş bi kar bînim. Jin dikarin hemû astengiyan derbas bikin. Ez dixwazim projeya xwe berfirehtir bikim.”