Ji jinan xebatê aboriya komînal

Ji rêveberiya Aborî ya Rêxistina Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulê Murad kar û xebatên xwe nirxand, bal kişand ser kooperatîfan û wiha got: “Kooperatîf xebateke hevbeş a civakê ye lewma em girîngîyeke mezin didin vê xebatê.”

VIYAN AMED

Qamişlo - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinên ku şoreşa xwe lidar xistin û di hemu qadan de pêşengiyê dikin, di bin sîwana Kongra Star de ji bo civakek exlaqî û polîtîk jî xwedî xebatên giranbuha ne. Yek ji wan xebatan jî xebatên aborî ye. Kongra Star ji bo ku aboriyeke komînal di nava civakê de biafirîne di sala 2015’an de xwe bi rexistin kir. Ji sala 2015'an heta 2023'yan gelek plan û projeyan bi peş xist. Der barê ve mijarê de ji rêveberiya Aboriya Jinan a Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulê Murad axivî.

Ji 2015 heya îro

Gulê Murad di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser avabûna beşa aboriya jin û girîngiya wê got: “Kongra Star di bin sîwana şoreşa jinan de xwedî li tevahî ferdên civakê derdikeve. Wek aborî jî beşekî girîng digre dest, di heman demê de aboriya civakê bi destên jinan tê afirandin, ji ber ve jî jin ji bo ku xwedî li keda xwe derkevin me beşa xwe di sala 2015’an de di bin sîwana Kongra Star de birexistin kir. Ji sala 2015'an heta sala 2023'yan bi pêşengiya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek projeyên girîng hatin avakirin. Her wiha me girîngiyeke mezin da projeyên kooperatîfan, ji ber ku koopertîf karên hevbeş ên civakê ne.”

'Di qada aboriyê de me gelek kooperatîf ava kirin'

Gulê Murad di axaftina xwe de diyar kir ku ew girîngiyeke mezin didin vê xebatê û wiha behsa xebatên kooperatîfan kir: "Ji bo pêşxistina jinan di qada aborî  de me li gelek cihan kooperatîfên çandinî, tîcarî û sanayî ava kirin. Axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî axa herêma Cizîrê wek herêma çandiniyê tê nasîn, ji ber vê yekê em girîngiyeke mezin didin kar û xebatên çandiniyê li vê herêmê. Girêdayî xebatên çandiniyê gelek kooperatîfên me hene ku hejmareke mezin ji jinan cihê xwe di wan de digrin û bi riya wê debara jiyana xwe dikin. Her wiha xebatên me yên bazirganî û sanayî jî hene wekî; dikanên cil û bergan, dikanên dirûtin û karên destan, firinên nanê tenûrê û gelek projeyên cuda yên din.”

Di pergala Netewa Demokratîk de aboriya komînal

Gulê Murad destnîşan kir ku ew ji bo bihêzkirina jinan di qada aborî de kar dikin her wiha ji bo dabînkirina pêdiviyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di nava krîzekê de derbas dibe û wiha berdewam kir: “Beriya şoreşê jin ji qada aborî hatibû dûrxistin ku karê aborî wek karê mêr dihat hesibandin. Ji ber vê me di destpêka kar û xebatên xwe de pir zehmetî kişand. Bi rêya perwerde û karê pratîkî yê jinan ev feraset hat puç kirin. Jinan bi kar û xebata xwe re hêzeke mezin afirand. Di bingehê pergala Neteweya Demokratîk de; berhemên gel ên gel e, lê mixabin dema ku li ser vê bingehê neyê meşandin, wê demê berhemên gel dikeve qaseyên dewletê de û tu feyde nagihêje gel. Ew feraset bi netewa demoratîk re vala hat derxistin."

‘Projeya çandina 8 hezar daran di sala 2023’an de’

Gulê Murad behsa projeyên xwe yên ji bo sala 2023’an kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Li seranserê cîhanê zuhabûnek çêbûye di erdê de, bandora vê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî heye. Li ser vî esasî ji bo pêşerojê pêşiya zuhabûnê ya heremê bigrin em projêyên bîran bi peş dixin. Di heman demê de ji bo paqijiya xwezayê di nava plansaziya me ya vê salê de çandina 8 hezar daran heye, em ê 4 hezar daran li Herêma Cizîrê û 4 hezar daran jî li Herêma Firatê biçînin."