Ji firina malê, ber bi projeyeke berifreh ve

Îman Silêman a ji ber şerê di navbera rejîma Baas û çeteyên DAIŞ'ê ji gundewarên Dêrezorê di sala 2017'an de neçarî koçberiyê bû, ji bo lê bijî navçeya Til Temirê weke strageh dît. Bi alîkariya Aboriya Jin projeyeke ji firina malê dest pê kir, niha jî bi projeyeke berfireh ku bi taybetî jinên koçber jê sûdê werdigrin berdewam dike.

SORGUL ŞÊXO 
Hesekê -Jin li ku derê bin û di kîjan şert û mercan de bijîn bi zanebûna xwe gelek amûrên ku sûdê li wê û civakê bike, ava dikin. Di nava şerê ku 9 sal in li Sûriyeyê berdewam dike, bi hezaran jin û zarok bûne qurbanî, koçber bûn û beşeke pir mezin jî li ser sînorên welatên din hatin qetilkirin. Helbet herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî para xwe ji vî şerî girtin lê ya hişt gel di Şoreşa Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi ser bikeve îrade û parastina axê bû. Gelek sivîlên ji deverên rejîma Baasê ji şerê çekdarî û krîza aborî koç dibûn, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re wekî stargeh dîtin. Îman Silêmen dayika 4 zarokan e ji ber şerê di navbera rejîma Baas û çeteyên DAIŞ'ê de li herêmên Dêrezorê, di sala 2017’an de neçar ma koç bibe. Navçeya Til Temira Kantona Hesekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wekî stragehek lê bijî dît. Îman piştî li Til Temirê bi cih dibe, projeyekê bi alîkariya Aboriya Jin vedike. Ji bo ku em bêtir serpêhatiya Îman Silêman û projeya Nanê Til Temirê nas bikin, me serdana firina wan kir û hevdîtin pê re çêkir.
Rêwîtiya koçberiya ji Dêrazorê ber bi Til Temirê ve
Îman di destpêka axaftina xwe de serpêhatiya koçberiya xwe wiha vegot: "Tu kes naxwaze koçber bibe lê em neçar man ji ber şerê di navbera rejîma Baas û çeteyên DAIŞ'ê de koç bibin. Ji bo me Hesekê pir baş bû lê ji bo zarokên min ji xwendinê bêpar nemînin, em hatin li Til Temirê bi cih bûn. Til Temir ji bo zarokên min bi fêde bû ji aliyê xwendin û ewlehiyê ve lê li vir krîzeke me ya aborî hebû. Zarokên min ne yên kar in û hevjînê min jî kar nedikir. Pêwîstiya keça min a 6 salî bi emeliyatê hebû, ji ber beriya du salan canê wê şewitîbû. Li Dêrezorê li her malê tenûra malê hebû dema êzing diqediyan nan di firinên kehrebeyê de çêdikirin. Dema ez çûm cem cîranê xwe û min nanê tenûrê kirî, ez fikirîm çima ez jî kar nakim?"
“Min bi çêkirina 10 nanên tenûrê dest pê kir”
Îman da zanîn ku wê bi çêkirina 10 nanên tenûrê dest pê kiriye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Piştî min biryar da ez jî kar bikim û sûdê li malbata xwe bikim, min kîsek arvan kirî û bi lêxistina 10 nanan dest pê kir. Êdî roj bi roj cîranan nan ji cem min dikirîn û her piştgiriya min dikirin, heya salekê jî min li mala xwe kar dikir. Rast e ez li mal dixebitînim lê dîsa jî ez rastî gotinan dihatim bi taybetî ji aliyê kesên bi hişmendiya mêr û baviksalarî dijîn. Lê min gotinên wan veguhrand hêza ku ez xwe pê bidim îsbatkirin. Bi firotina nan min keça xwe ya nexweş  derman û emeliyat  kir."
“Aboriya Jin xwedî li projeya min derket û berfirehtir kir”
Îman got ku Aboriya Jin xwedî li projeya wê derketiye û wiha domand: "Min nexwest ez tenê vî karî bikim, min gelekî xwest sûdê li jinên derdora xwe jî bikim. Ji lewre min serdana komîteya Aboriya Jin a Kongreya Star kir û projeya xwe pêşkêşî wan kir û hat qebûlkirin. Ev proje li gorî pêwîstiyên şêniyên navçeyê hat qebûlkirin lê komîteyê xwest proje li derveyî mala min be da civak bi giştî jê sûdê bigire. Piştre me du tenûr yek ji kevir ya din jî ji bermîl û du sêlik ji nanê sêlê re jî çêkir. Tenûra me ji bermîlê çêkiriye ji derve de wekî bermîl xuya dike lê di hundirê wê de ji sêlikeke hesin di hundirê bermîlê li derdora wê hatiye pêçandin, di jêr de papor e. Heye çêkirina vê tenûrê nahêle germahî bandorê li can bike, yan jî cilan bişewitîne. Nanê sêlê pir tê xwestin, çêkirina sêlikê ji berhemên min bû lê bermîl ji berhemên birayê min ê li Dêrezorê bû."
“Proje roj bi roj berfirehtir û dewlemendtir dibe”
Îman behsa çawaniya berfirehkirina projeya xwe kir û wiha domand: "Niha em 3 jin di projeyê de cih digrin. Me ji sêlikekê du sêlik çêkirin ji bo ku pêdiviyên şêniyan bi cih bînin. Me jî berhemên firotina nan, amûra vestrandina hevîr kirî ji bo ku em êdî bi destên xwe hevîr nekin. Îsal me projeya xwe berfirehtir kir û tenûra çêkirina fetîreyan, kulîçe û biskuwîtan çêkir. Li gorî planên me, diviyabû beriya Remezanê me dest pê bikira lê ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê hat sekinandin. Cudabûna vê tenûrê jî ew e ku ji aliyê hundir ve kadeyan çêdike û ji aliyê jor ve jî nanê sêlê çêdike."
Cudabûna firinê
Îman balkêşbûna xwe anî ziman û wiha pêde çû: "Ya me ji firinên din cuda dike û reng dide, ew e ku nan bi keda jinan û hezkirina wan çêdibe her wiha paqij û arzan e. Di heman wextê de jin di karên xwe de jî pispor in. Em li vir 3 endam in û bi hev re alîkar in, her yek ji me alîkariyê dide ya diweste û cihê wê digre. Em diwestin lê dema em dibînin civak ji me razî ye, em westandina xwe ji bîr dikin û her dikevin pey avakirina tiştên nû. Ya balkêş ew e ku hemû jinên niha endamên projeyê ne koçber in. Em dixwazin bi ked û xwêdana eniya xwe, nanekî paqij bixwin û bidin malbatên xwe."
“Derfetên kar ji bo jinan hene” 
Îman bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Kar ne şerm e û ne tenê yê mêr e, jin jî dikarin kar bikin û di hemû şert û mercan de pêdiviyên jiyanî biafirînin. Ya herî baş di vê rewşa şer de jî kar heye mirov bike û pê sûdê li civak û malbata xwe bike. Ez bi hêvî me projeyên aboriya jinan berfirehtir bibin û hîn bêtir rola jinan di geşkirina aboriya xweser de çêbibe. Ez pir bextewar im dema dibînim ji firineke malê, projeyeke ku gelek jinan jê sûd wergirt ava bû. Di demên pêş de em ê lehmecûnan jî çêbikin."