Ji endazyara Lubnanî projeyek hilberînê ya li dijî krîza aborî

Krîza aborî bandor li gelek sektorên Lubnanê û li jinan kir. Endezyar Sêrîn Bû Zeyin El-Dîn şirketek di warê çandinî, hilberîna xwarinê û çêkirina sabûnê de damezrand da ku pê debara xwe pê bike.

SÛZAN EBÛ SEÎD

Beyrûd - Jin li Lubnanê rastî gelek zehmetiyan tên. Tevî ku Sêrîn Bû Zeyin El-Dîn bawernameya endezyariya çandiniyê ji zanîngeha Lubnanê bi dest xistiye û piştre bawernameya masterê di zanistên çandiniya organîk de ji Îtalyayê wergirtiye, lê karê wê di van salên dawî de ji bo cîbicîkirina projeyên demkî ji bo berjewendiya komeleyan hatiye sînordar kirin û ev kar ne mayînde ye, ji ber vê yekê wê şirketek taybet damezrand.

Sêrîn Bû Zeyin El-Dîn diyar kir ku piştî ku wê xwendin qedand çavdêriya gelek projeyên geşepêdanê di warê çandiniya organîk de kir, di nav wan de projeya çandiniya organîk li gel Wezareta Çandiniyê bo heyama 6 mehan û wiha pê de çû: “Dûv re projeyek di warê ewlehiya xwarinê de û sepandina standarda ISO ji bo kalîteyê li yek ji laboratîfên pispor di vî warî de. Bi rêya komeleyekê ez bi Wezareta Tenduristiyê re bi qasî sal û nîvekê li ser kampanyaya ewlehiya xwarinê xebitîm. Di heman demê de min bi rêxistinek pêşkeftinê ya Îtalî ICU re , wekî koordînator xebitîm û ez hîn jî bi wan re dixebitim. Tevî rola xwe ya koordînatorê di projeyên cihê yên ku ez tê de beşdar bûm, ez hînî gelek tiştan bûm û li ser pêşxistina şarezayên xwe di hemû waran de xebitîm.”

3 sal li ser projeyê hizirî, amadekarî kir

Li ser ramana avakirina kargehê Sêrîn Bû Zeyin El-Dîn wiha got: “Ev fikir 3 sal berê hat serê min, berê bi alîkariya malbata xwe me gelek berhemên xurekan ên bi kalîte û her wiha şîrîniyên kevneşopî difirotin. Piştî serpêhatiya min a serketî ya di çêkirina sabûnê de, me bi malbatê re dest bi lêkolîna fîzîbîlîtiya projeyê kir. Xwişka min a piçûk di rêveberiya projeyê de pispor e. Me dest bi hilberînê kir, lê pêwîstiya me bi gelek amûran hebû, ji bo wê jî pereyê me têr nedikir. Piştî ku me projeya ‘Beşdarbûna Aborî ya Jinan li Bakur û Çiyayê Lubnanê’ pêşkêş kir û ji çend aliyan piştgirî ji me re hat dayîn û me ji bo sê projeyên di warê çandinî, mûnet û sabûnê de pêşniyar pêşkêş kir û du proje hatin qebûlkirin ew jî mûnet û çêkirina sabûnê bûn. Me hem bi rêbazên sar û hem jî yên germ bi çêkirina sabûnê dest bi xebatê kir. Carinan ji ber nebûna wan li Lubnanê an jî ji ber kalîteyê neçar dibim ku hin madeyan ji derveyî welat bixwazim.”

Ji çêkirina sabûnê heyanî hilberîna hingiv...

Derbarê sabûna beledî ya sar de Sêrîn Bû Zeyin El-Dîn wiha aznî ziman: “Di sabûna beledî de rûnê zeytûnê, av û  soya kastîk NaOH ku ew madeyeke alkaline şewitandî ye tê de hene, ji ber vê yekê sabûna beledî herî kêm piştî 6 mehan ji bo bêbandorkirina wê tê bikar anîn. Sabûna glycerin ez ji rûnê gûzê, rûnê castor û malzemeyên din çê dikim. Min pisporiya xwe ya di warê çandiniyê de îhmal nekir, ji ber vê yekê li gel çêkirina mûnetê û sabûnê, ez çandiniya şitlan jî dikim. Me dest bi projeya hilberîna hingiv jî kir.”

Li ser kêşeyên ku şirket bi wan re rû bi rû dimîne Sêrîn Bû Zeyin El-Dîn wiha axivî: “Tevî ku gelek makîneyên me hene, lê mixabin ji ber qutbûna elektrîkê em nikarin piraniya wan bikar bînin û jenerator nikare hêza wan ya bilind hilgire. Em hewl didin ku ji çavkaniyên çêtirîn materyalan hilberînin. Em hewl didin ku konteynerên vala yên marqeyên cuda ji nû ve bikar bînin.”