Ji du jinên ciwan ên Xezayê projeya çêkirina rûnê xwezayî

Du jinên ciwan Emel Behce û Zûzû El-Sultan projeya xwe ya bi navê "Wedek El-Enxam" a hilberîna rûnê xwezayî vekirin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Emel Behce û Zûzû El-Sultan biryar dan ku projeya xwe ya bi navê "Wedek El-Enxam" a hilberîna rûnê xwezayî vekin. Jinên ciwan ên Filistînî der barê projeya xwe ya çêkirina rûnê xwezayî de axivîn.

Der barê projeya “Wedek El-Enxam” a çêkirina rûnê xwezayî de pispora xwarinê Dr. Emel Behce wiha got: “Piraniya jinên Xezayê ji ber kêmbûna vîtamîn û osteoporozê êşê dikşînin û min dît ku ew tevî feydeya wê ji rûn dûr dikevin, ji ber vê yekê me biryar da ku em projeya xwe ya çêkirina rûnê xwezayî vekin. Em rûn bi kalîteya bilind çêdikin.”

Li ser feydeyên rûnê xwezayî lêkolînan kir

Emel Behce ya destnîşan kir ku ew beriya dest bi projeyê bikin li ser rûnê xwezayî û feydeyên wê yên parastina ji pençeşêrê de lêkolîn kiriye, wiha domand: “Em dikaribûn piştî erêkirina dezgehên bilind û wezaretên pêwendîdar proje vekin û berhemên wê bifiroşin. Proje di serî de ji bo jin û zarokan girîng e. Di destpêkê de me çar qutîkên rûn çêkirin û me di salonên werzîşê yên jinan de firotin. Dûre em çûn Foruma Pêşengên Çandiniya Bajêr ji bo terxîskirina projeyê. Ji ber ku ez dermanfiroş bûm û têkiliya min bi bijîjkan re baş bû, min zêde zehmetî nekişand. Divê hin tebeqeyên civakê ji ramana projeyê haydar bin, ji ber ku gelek ji ramanê nezan in. Ji ber ku dermanfiroşim, hevala min Zûzû El-Sultan tevahiya projeyê birêve dibe û ez çavdêriya kalîteya berheman dikim.”

‘Ji bo dahatê divê em bixebitin’

Zûzû El-Sultan da zanîn ku wan hinek qutîkên rûn belaş belav kirin, ku ev yek bû sedema daxwaza wê ji aliyê jinan ve ji carekê zêdetir û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Min fikra avakirina projeyê ji hevalên xwe re pêşniyar kir, ji ber ku gelek saziyên piştgirî ji projeyan ramanên xerîb û cihêreng digirin. Xala destpêkê çêkirina berhem û firotina wê bi riya klûbên werzîşê bû, piştre em beşdarî gelek pêşangehan bûn ku tê de her kesê kalîte û girîngiya berhemê anî ziman.”

Ji nav 140 projeyan de projeya wan hatiye hilbijartin

Zûzû El-Sultan da zanîn ku ew projeyên xwe pêşkeşî hin saziyan kirine û ji nav 140 projeyan de projeya wan hatiye pejirandin û wiha got: “Me fikra projeyê pêşkêşî yek ji saziyên ku piştgiriya projeyên karsaziyê dike û me pêşbaziyê bi zêdetirî 140 projeyan re bikin û em hatin hilbijartin. Em mezûnên zanîngehê ne lê divê em bixebitin û çavkaniyek dahatê ji ber xirabûna rewşa aborî û rêjeyên bilind ên bêkariyê, ji xwe re biafirînin. Ez ji aliyê civakê ve rastî gelek gotinên neyînî hatim û gelek kesan henekên xwe bi projeya me kirin lê me guh neda gotinên tu kesê û ji ber vê yekê projeya me bi ser ket. Em dixwazin projeya xwe berfireh bikin bi avakirina gelek cihên firotanê li derveyî welat û kargehek pispor di çêkirina rûnê xwezayî de ava bikin.”