Ji bo xurtkirina aboriya civakî li Şehbayê panel hat dayîn

Navenda Jineolojiyê bi alîkariya komîteya aboriya Kongra Star û desteya aborî ya herêma Efrîn-Şehbayê panelek derbarê xurtkirina qada aborî û zindîkirina aboriya komînal li dar xistin.

Şehba- Bi pêşengiya Navenda Jineolojiyê ya Efrîn-Şehbayê û alîkariya komîteya aborî ya Kongra Star û Desteya Aboriyê yên herêma Efrîn-Şehba panel ji bo xurtkirina aborî û zindîkirina aboriya komînal di nava civakê de li dar xist. Panel bi beşdarbûna endamên sazî û dezgehên Efrîn-Şehba û Helebê ve li navenda çand û hunerê ya navçeya Fafîna Şehbayê hat lidarxistin. Panel bi deqeyek rêz girtin dest pê kir.

'Bihêzkirina qada aboriya jin'

Ji aliyê şêwirmendê akademiya Jineolojî Şînda Efrîn ve hat kirin. Şînda Efrîn di axaftina xwe de wiha got: "Armanca me ji vê panelê ku karibin qada aborî li Şehbayê û Helebê bi pêş bixin bi taybetî aboriya jin. Her wiha erka jineolojî di qada aborî de em pêk bînin. Em ê bi nêrîna jineolojiyê qada aborî xurtir bikin lewre jineolojî xwest ku gaveke erênî ji bo pêşxistina aboriya jinan bavêje û jinan ji aliyê madî ve bi hêztir bike. Her dem dewletên ku dixwazin cihekê bixin bin serweriya xwe destpêkê aboriya wê hedef digre. Di êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de yekser binesaziya herêmê hat armancgirtin. Ji ber vê yekê divê em bi ruhekî wekhev aboriya xwe xurtir bikin û derbeyekê li armancên dagirkeriyê bidin."

'Avakirina aboriyek demokratîk'

Paşê benda panêlê ji aliyê hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-dem) herêma Efrîn-Şehba Gulê Cefer hat xwendin. Gulê Cefer di bendê de di nava civakê de bal kişand ser qada aborî her wiha bikaranîna wê ji aliyê hêzên desthiladar ve û wiha pê de çû: "Modernîteya kapîtalîst li gorî berjewendiyên xwe aborî bi kar aniye û ji cewhera wê dûr xistiye, vê yekê jî hişt ku civak ber bi tunebûn û aloziyên jiyanî ve biçe û bijî. Rêber Apo dibêje ‘ji bo ku aboriyek xurt û rast bê jiyîn divê civak xwe bi xwe rêve bibe û xwedî li aboriya xwe derkeve wê demê em dikarin bibêjin me aboriyek demokratîk ava kir.’ Herêma Şehbayê ji ber ku di nava êrîş û dorpêçê de dijî divê em aboriya wê di warê çandiniyê de xurtir bikin ji ber ew herêmek çandinî ye. Ji bo ku dawî li bêkariyê bînin divê em projeyên çandiniyê xurtir bikin û derfetan ji civakê re ava bikin ku aboriya xwe xurtir bikin. Li kêleka wê projeyên aborî wek dirûtin û çêkirina tiştan bi pêş bixin."

Ji bo nîqaşkirina li ser bendên panêlê ji beşdaran re deriyê nîqaşê hat vekirin û nêrînên cur be cur ji bo xurtkirina aboriyê bi pêş ket. Li ser vê esasê di dawiyê de çareserî ji bo qada aborî bi pêş bixin hatin dayîn.

Bendên çareseriyê wiha bûn;

-Divê aborî ji yekdestdariyê bêpar bin.

-Divê hevsengiyek di navbera çandinî û pîşesaziyê de hebe.

-Divê aborî girêdan û parastina jîngeha ekolojîk be.

 -Divê ruhê hevkariyê peyda bikin, xwe ji xweperestiyê dûr bixin.